- Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas radestî Elmanyayê hat kirin. Ayas gotibû, “Serokê Qibrisê wê min bi xwe re bibe û weke diyarî pêşkêşî hêzên qirker bike. Ji bo xwe nêzî dewleta Tirk bike dê Kurdekî bike qurban.”
BARAN HEBÛN/LARNAKA
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ku 10 sal in li Qibrisê penaberê siyasî bû, radestî Elmanyayê hat kirin. Ayas ê niha li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hepsî ye, wê ji xala 129b ve were darizandin. Ayas got, “Dewleta Qibrisê li cem wan hêzan e ku dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin. Dewleta Elman jî xizmeta rejîma Erdogan dike.”
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas 15'ê Adarê çûbû Balafirgeha Larnakayê da ku malbata xwe ya ji Awûstûryayê hatî bibîne. Li wir li ser daxwaza dewleta Elman hatibû binçavkirin û girtin. Dadgeha Larnakayê di danişîna 19ê Nîsanê de biryara radestkirina Ayas da Elmanyayê bes hê heqê îtîraza li cem Dadgeha Bilind hebû. Lê belê Dadgeha Bilind îtîraza Kenan Ayas red kir û biryar da ku Ayas radestî Elmanyayê bike.
Midaxaleya Wezareta Dadê
Helwesta Wezareta Dadê ya Qibrisê jî di radestkirina Ayas bo Almanyayê de diyarker bû. Di danişîna 9'ê Gulanê de daxuyaniya Serokê Dadgeha Bilind a "Em PKK'ê weke rêxistina terorê nabînin" di raya giştî de hêviyên ku ji bo Ayas biryareke erênî bê dayîn zêde kiribû. Du roj beriya rûniştina biryarê ku 16’ê Gulanê pêk hat, Wezareta Edalet di kanaleke televîzyonê got: ‘’Em biryara Dadgeha Herêmî [Dadgeha Larnakayê] rast dibînin’’. Hingî xuya bû bi aweke destwerdana li darazê tê kirin. Piştî biryara radestkirina Kenan Ayas hat dayîn, 10 roj di ser re çû Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides û serokwezîrê Almanyayê Olof Scholz li Berlînê hatin cem hev.
Xizmeta rejîma Erdogan dike
Ayas di parastina xwe ya li dadgehê de destnîşan kir ku ev doz ne hiqûqî ye û got, "Dozeke siyasî ye’’. Wî anî ziman ku dadgehê li gorî daxwaza dewleta Tirk biryar daye. Ayas got, “Dîroka gelê Kurd û gelê Qibrisê yek e, qeder û êşên wan jî hevpar in. Dadgeh bi vê biryarê re li cem dewleta Tirk a faşîst a ku bûye maşîneya qirkirinê sekinî. Dewleta Qibrisê li kêleka wan hêzan e ku dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin. Dewleta Elman jî xizmeta rejîma Erdogan dike.”
Kurd kirin qurban!
Ayas di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Qibrisê de bertekên xwe yên li hemberî biryarê wiha nîşan da: “Serokê Qibrisê wê min bi xwe re bibe û weke diyarî pêşkêşî hêzên qirker bike. Ji bo xwe nêzî dewleta Tirk bike dê Kurdekî bike qurban.”
Tevî rapora 'Nikare li teyarê siwar be'
Piştî sefera Serokomarê Qibrisê ya Elmanyayê Ayas bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê û bêyî ku kelepçeya wê bê vekirin di bin çavdêriya polêsan de hat kontrolkirin û ji bo dersînorkirina wê rapor hat amadekirin. Lê Ayasê ku ji 4'ê Gulanê heta 16'ê Gulanê ji bo şermezarkirina biryara radestkirinê di greva birçîbûnê de bû, 15 kîlo winda kiribû û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên giran rûdabû. Ayas a ku ji ber nerehetiya pişta wê di meşê de jî zehmetî dikişand, bi alîkariya girtiyan û karmendan diçû cem parêzer. Parêzerên wî li dijî rapora doktor nerazîbûn nîşan da û piştî Ayas birin nexweşxaneyê rapora ‘nikare bi balafirê biçe’, hat dayîn. Lê belê tevî vê raporê Ayas di 2'ê Hezîranê de radestî Elmanyayê hat kirin.
Ji 129b were darizandin
Ayas ewil derxistin pêşberî dadger li Karlsruheyê. Li wir biryara girtinê jê re hate xwendin û şandin girtîgeha Hambûrgê. Ayasê ku bi "endamtiya rêxistina terorê" tê sûcdarkirin, wê li gorî xala 129b a Qanûna Cezayê ya Elmanyayê bê darizandin. Parêzera Ayas, Antonia von der Behrens, diyar kir ku ew li bendê ne ku 3-4 meh şûnde darizandina Ayas destpê bike.
Tirkiye 12 sal rehîn girtiye
Li gorî agahiyên Buroya Hiqûqê ya Azadî; Ayas bi hinceta ku di navbera salên 2018-2020’an de li Hambûrgê çalakiyên PKK’ê pêk aniye wê were darizandin. Ayasê ku beriya niha li Tirkiyeyê ji 'Doza KCK'ê' dihat darizandin 12 sal di girtîgehê de mabû û ji sala 2013'an û vir ve li Komara Qibrisê weke penaberekî siyasî dima.
Bersiva daxwaza Enqereyê
Buroya Hiqûqê ya Azadî bal kişand ser zêdebûna daxwazên radestkirina siyasetmedarên Kurd ên dewleta Elman û got, “Di çend mehên borî de li ser biryara girtinê ya Elmanyayê, çalakvanên Kurd ji Îtalya, Fransa û Belçîkayê hatin radestkirin. Ev yek jî daxwaza Enqereyê ya ji siyasetmedar û dadweriya Elman dike ku tedbîrên tundtir li dijî tevgera Kurd bigirin. Em vê yekê di zêdebûna zext û lêpirsînên 129a/b yên li dijî komeleyên Kurdan de dibînin."