Elmanyayê dilê Erdogan xweş kir!

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 10 Kanûn 2023 - 10:45

HÎKMET ERDEN/BARAN HEBÛN

Li organa ragihandinê bi navê faz.net ku li Elmanyayê weşanê dike de, bal hate kişandin ser ji ber darizandina Kenan Ayas, Erdogan ji serdana xwe ya li Elmanyayê, kêfxweş vegeriyaye.

Di nûçeya bi îmzeya Von Friederike Boge ve Eckart Lohse, roja 17’ê Mijdarê, di serdana Erdogan a li Berlînê de, di navbera wî û Serokwezîrê Elman Scholz de, di mijara çek û balafirên şer de, hin daxwaz hatine ziman. Di nûçeyê de îşaret bi gotina Erdogan ku di vegerê de li balafirê pirsên rojnamevana dibersivand û gotibû’Di têkîliyên me yên bingehîn ên bi Elmanyayê re, rûpelek nû vekirin gelekî girîng e’ hat kirin. Herwiha hate nivîsandin ku Erdogan gotiye, ji doza PKK’ê ya li Hambûrgê ew kêfxweş e. Di nûçeyê de navê Kenan Ayas derbas nabe, hatiye bi bîrxistin ku bi zextên dozgeriya federal a Elman, li Qibrîsê hatiye girtin û anîne Elmanyayê.

Ev bi eşkere mukirhatina nehiqûqîbûna dozê ye

Derbarê daxuyaniyên Erdogan de, parêzerê Ayas bersiv da pirsên me. Parêzer Efstathios C. Efstathiou, ragihand ku daxuyaniyên Erdogan ên derbarê doza Kenan Ayas de, lixwe mukirhatina eşkere ye ku ev dozeke polîtîk e. Efstathiou bal bire ser wê yekê ku hemû xebatên Ayas demokratîk, rewa û qanûnî ne û got ku divê Yekîtiya Ewrûpayêyeke demokratîk, divê destûrê nede dozên wiha.

Efstathiou, diyar kir ku daxuyaniya ku Erdogan di dema serdana xwe ya li Elmanyayê de kiriye, rewşa Tirkiyeyê radixe pêş çavan û got, asta demokrasiya Tirkiyeyê, li paş Yunanîstana sala 1947’an e û divê bi vê re lihevhatinek çênebe. Efstathiou diyar kir ku ev doz polîtîk e, Elmanya ji bo berjewendiyên xwe, beyan û belgeyên derew li dijî siyasetmedarên Kurd weke îspat pêşkêş kirine û wiha dewam kir:’’Dewleta Tirk hertiştekî derbarê tevgera siyasî ya Kurd de weke ‘derveyî qanûnê’ radigihîne. Û Elmanyaya ku dibêje ez dewleteke demokratîk im, xwe ji darizandina siyasetmedarên Kurd li hemberî têkîliyên xwe, nade alî. Ji ber vê yekê, ev doz ne hiqûqî, polîtîk e."

Ew ê bi rûniştinên 11, 14, 19, 20 û 21’ê Kanûnê de, darizandina Ayas, berdewam bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.