Şoreş wê bi ser bikeve

Duşem 16 Îlon 2024 - 03:00

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede salvegera Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' nirxand.

Rûken Nexede di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û tevahiya berxwedêrên ku di nava wê şoreşê de cih digrin, silav kir û got:"Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nirxeke ku şehîdan afirandiye ye. Her wiha nirxên herî mezin jî xwedî derketina Malbatên Şehîdan a li ewladên xwe ne. Ji ber vê yekê em vê salvegerê li tevahiya Şehîd û malbatên Şehîdan, pîroz dikin. Di heman demê de vê rojê li ragihandina azad û bi taybetî li tevahiya xebatkarên jin ên rojnamevan pîroz dikin. Ji ber ku bûn dengê şoreşê û ew deng berbelavî cîhanê kirin. Rêber Apo ne tenê mîmarê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Rêber Apo mîmarê şoreşên zihnî ye. Li her çar aliyên cîhanê her kes Rêber Apo bi vê pênaseyê nas dike û bi vî rengî dide ser şopa felsefeya azadiyê. Rêber Apo li ser xaka ku heqîqet lê jiyaye, derket pêş û ji bo mirovahiyê bi felsefeya heqîqet û azadiyê tekoşîn kir. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo jin xiste navenda tekoşîn û felsefeya xwe.”

Ew Rêberê Gelan e!

Endama Desteya Rêveber ya (KJAR) Rûken Nexede qala şoreşa zihnî ya ku di Îlona sala 2022’an li Rojhilatê Kurdistanê pêş ket û belavî cîhanê bû kir û got:“Di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de her kes, tevahiya neteweyan, jin û civakan bi hev re dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang kirin. Ev yek jî gotina Rêber Apo ya, ‘Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civaka exlaqî, demokratîk û azad, dikare ji her deverê zûtir pêk were û ava bibe’ piştrast dike. Civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ev fikir û felsefeya Rêber Apo dîtin û têkoşiyan. Lê hêzên deshilatdar dibêjin, ‘Nabe hûn bibêjin Rêber Apo.’ Çima nabe? Kî dibe bila bibe, çi jî dîkin bila bikin, Rêber Apo Rêberê gelan e. Em wek KJAR jî her dibêjin û em ê bibêjin, Rêber Apo Rêberê raman û rihê me ye. Niha jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî vê yekê dikin.”

Hêviya me bi şoreşê heye

Endama Desteya Rêveber ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede di bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî:“Pêşengtiya şoreşê di asta herî bilind de, îro li zindanên rejîma Îranê girtiyên siyasî ên jin li ser şopa Şirîn Elemhûliyan pêk tînin. Berxwedana ku îro li zindanê bi rêve diçe, çavkaniya berxwedan û şoreşa me ye. Ji ber vê yekê xwedî derketina me ya li girtiyên siyasî yên jin û berxwedana ku birêve dibin, xwedî derketina herî mezin ya li şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiye’. Em wek jin hêviya me bi serketin, berxwedan û şoreşê heye. Ji ber vê yekê em canê xwe jî fedayî civakek azad dikin. Ji ber vê yekê jî serketin ya me ye.”

ANF/RÛHEYV BOTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.