'Jin Jiyan Azadî' felsefeya civaka azad e

Nûçeyên Jin

Çarşem 10 Îlon 2025 - 15:45

  • Endama Lijneya Koordînasyona KJAR’ê Rûken Neqde, da zanîn ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeyek pratîkî ku avahiyên zextker ên malbatan û civakê dihejîne ye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştî qetilkirina Jîna Emînî ji Îranê belavî hemû dinyayê bû. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku hat berzkirin ne tenê gotinên protestoyê bûn, îlankirina vîzyoneke nû ji bo Îranek dadmendtir û wekhevtir bû. Xwepêşandan tenê bi jinan re sînordar nebûn; ciwan, xwendekar, karker û kêmarên etnîkî jî tevlî serhildanê bûn. Serhildanê li cîhanê deng veda û hemû beşan piştevaniya xwe ya bi serhildanê re anîn ziman. Wêneyê Jîna Emînî bû sembola cîhanî ya azadî û rûmetê.

Endama Lijneya Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Neqde têkildarî girîngiya vê serhildana şoreşgerî, destkeftiyên wê, bandora wê ya li ser berxwedana jin û mêran û riya li pêşiya tevgera jinên Îranê nirxandin kir.

Rûken Neqde diyar kir ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê bibîranîna rojeke; kêliyeke dîrokî ye ku berpirsyariya domandina têkoşînê dide ser milên hemûyan û wiha got: “Ev şoreş, li dijî zilm û tunekirina mirovahiyê, bersivek bi kok e; ev yek bersiveke ku ji Xezayê heta Kurdistanê, ji Belûcistanê heta Îranê qêrîna berxwedanê li dijî talan û komkujiyê, zindî dihêle ye.

Rûken Neqde bal kişand ser polîtîkayên rejîma Îranê û got: “Şer û polîtîkayên serwer ên rejîma Îranê, her car li Rojhilata Navîn têk diçin. Ev rejîm ne bi hêza xwe ya rast, bi saya civakek ku hatiye tepisandin û bêdengkirin li ser piyan ma. Jin bi salan hatin tepisandin û nikarin xwe mîna tevgerek berfireh birêxistin bikin lêbelê di salên dawî de berxwedana wan bi awayekî zanebûn û birêxistinkirî veguherî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Ev felsefe ne tenê dirûşmek e; fikra jiyana azad e.”

Rûken Neqde da zanîn ku şoreşê li seranserî Rojhilata Navîn bandorek berfireh afirandiye û wiha domand: “Bexwedana ku îro li Îranê jin pêşengiya wê dikin, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherand çandek zindî û jiyanî. Ev berxwedan tenê li kolanan sînordar nema; di girtîgehan de jî yekîtiyeke têkneçûyî ava kir û li seranserê Rojhilata Navîn bandoreke berfireh çêkir. Li Hindistan û Kurdistanê, jin û ciwanan ji vê dirûşmê îlham girtin û li dijî tundî û zextê sekinîn, mêran jî li kêleka wan cih girt. Li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan, civakek demokratîk ava kir û veguherî modeleke ku îlham dide herêmê. Îro jinên Îranê jî bi hembêzkirina azadî û wekheviyê di riya avakirina civakeke nû de gavên bi biryar davêjin. Ev tevger nîşan dide ku êdî zext û zordarî ne çareserî ye û guhertina rastîn bi berxwedana jinan û avakirina civakek azad pêkan e.”

Rûken Neqde anî ziman ku dem hatiye dîwarên berxwedanê li seranserî Îranê berfireh bibe û got: “Dem dema mezinkirina dîwarên berxwedanê ye li seranserê Îranê; pêwist e jin û ciwan bi riya kampanyayan û lihevhatinên bi armanc re naveroka rast a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan bidin û şoreşê veguherînin tecrubeyek pratîkî. Niha dem hatiye ku dîwarê berxwedanê li seranserê Îranê berfireh bibe; jin û ciwan divê wateya rastîn a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi riya kampanya û civînên armanckirî nîşan bidin û şoreşê veguherînin ezmûneke pratîkî."

Rûken Neqde di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Mêrên, di bin bandora feraseta serwer de, tevgerên zextker û xwedîker pêk tînin, hemû tiştan mîna aydê xwe dibînin. Bi hiş û kesayetek azad re dê ev pergala serwer hilweşe û mêr jî dikarin jiyana hevpar û wekhev bi dest bixin. Piraniya avahiyên îdarî û civakî ji aliyê mêran ve hatine damezrandin û yên bi tevahî negihîştine pergalê jî di çarçoveya wî de mane. Ji bo pêkanîna jiyana wekhev û azadiya jinan a rast, ji nû ve avakirina kesayet û ramana azad neçariyek e." NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.