PKK wê kengî ji 'lîsteyê' bê derxistin
Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:53

Zêdeyî 30 parlamenterên ji komên Çep, Kesk û Sosyal Demokrat ên Parlamenta Ewropayê, li ser helwesta saziyên Ewropayê ya piştî daxuyaniya PKK'ê ya ji bo "terikandina têkoşîna çekdarî û meşandina karên siyasî bi rêbazên demokratîk" pêşnûme pirseke berfireh pêşkêş kirin. Ji bo Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bersiva wê bide, pêşnûme pirs di 21'ê Mijdara 2025'an a bi rengekî fermî radestî Parlamentê hate kirin. Per Clausen, Leoluca Orlando, Özlem Demirel, Martin Schirdewan, Manon Aubry, Andreas Schieder, Thijs Reuten û Diana Riba i Giner jî di nav de parlamenteran diyar kirin ku biryara PKK'ê ya ji bo danîna çekan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi erênî hate pêşwazîkirin, lê belê ji bo pêşîvekirina li aştî û çareseriyê divê gavên hîn şênber bêne avêtin. Parlamenteran mînak nîşan dan ku Konseya Ewropayê di sala 2017'an de li Kolombiyayê piştî ku FARC'ê çek danî rêxistin ji 'lîsteya terorê' derxist û ji Yekîtiya Ewropayê xwestin, ku pêvajoyeke bi heman rengî wê ji bo PKK'ê jî bê bikaranîn an na. Di pêşnûmeyê de ji Borrell hate xwestin ku bersivê bide, bê wê kengî pêvajoyeke weke ya FARC'ê ji bo PKK'ê bide destpêkirin ku ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê derxîne, her wiha organên polîtîkaya derve ya Ewropayê ji bo piştgiriya yekser a bi pêvajoya aştiyeke mayinde û tevgir a li Tirkiyeyê kîjan gavên şênber biavêje. Parlamenteran destnîşan kirin ku gava PKK'ê avêtiye ji bo aştiya herêmî firsendeke girîng e û diyar kirin ku helwesta saziyên Yekîtiya Ewropayê di vê qonaxê de nîşan bidin wê li ser pêvajoyê diyarker be.
NAVENDA NÛÇEYAN















