Dema Tirkiyeyê piştî 3 mehan diqede

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:25

Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî 'mafê hêviyê' yê ji bo Rêber Apo da Tirkiyeyê, piştî 3 mehan di Îlona 2025'an de diqede.

Piştî ku PKK'ê di 12'ê Gulanê de biryara fesixkirinê ragihand, bal çû ser dewletê ku gavên qanûnî biavêje. Paketa darazê ya 10'emîn ku beriya Cejna Qurbanê hate amadekirin, bersiv neda bendewariyan. Lewma hate ragihandin ku wê mijar ji meha Îlonê re bê hiştin. Di hevdîtinên têkildarî paketê de di serî de DEM Partî pêşniyarên muxalefetê li ber çavan nehatin girtin.

Hîn jî bersiv ji daxwazên têkildarî sererastkirina şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo re nehatiye dayin ku PKK ji daxuyaniya li ser biryara fesixkirinê û vir ve destnîşan dike. Ji bilî hevdîtina malbatê ya Cejna Qurbanê, nayê zanîn ku ji bo rêveçûna pêvajoyê karek tê kirin, hevdîtineke nû hatiye kirin an na.

Di vê çarçoveyê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara 'mafê hêviyê' ya ji bo Rêber Apo ku zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê girtî ye, di 17-18'ê Îlona 2024'an xistibû rojevê û ji bo gavê biavêje salek dem dabû Tirkiyeyê. Ev dem di Îlona 2025'an de yanî piştî 3 mehan diqede.

Piştî ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî 22'ê Cotmeha 2024'an di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de qalê kir, mafê hêviyê kete rojeva siyaseta Tirkiyeyê.  Devlet Bahçelî di axaftina xwe de got, "Eger ev biryardarî bê nîşandan, ji bo bikaranîna 'mafê hêviyê' bila sererastkirina qanûnî bê kirin û heta dawiyê derfet jê re bê dayin ku sûdê jê werbigire'. Di ser van gotinan re 7 meh derbas bûn, lê belê hîn jî gaveke fermî nehatiye avêtin.

Mafê hêviyê ji bo wê yekê ye ku mirovên cezayê girtîgehê yê heta dawiya temenê xwe lê hatiye birîn, derfetê pêşkêş dike ku sûdê ji berdana bi şert werbigirin. Ev sererastkirin nirxandina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2013'an a têkildarî doza Vînter û yên din ên li Îngilistanê ji xwe re dike esas. Di vê dozê de DMME'yê hikum da ku eger cezayê girtîgehê yê heta dawiya temenê xwe piştî demekê di ber çavan re neyê derbaskirin û şensa berdanê neyê dayin, ev yek tê wateya binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.