Ceza dan û tehliye kirin
În 2 Gulan 2025 - 03:35
Li Selahattîn Kaya yê ku bi îdîaya di navbera 2014 û 2015’an de li Elmanyayê ‘bi navê PKK’ê kar kiriye’ doz hatibû vekirin û ji bo darizandina wî Îtalyayê ew radestî Elmanyayê kiribû, salek 9 meh cezayê girtîgehê hate birrîn. Lê cezayê wî bi şer hate paşxistin. Selahattîn Kayayê 52 salî piştî rûniştinê hate berdan.
Kaya bi daxwaza serdozgerê federal ê Elmanyayê 12’ê Hezîrana 2024’an li Îtalyayê hatibû girtin û piştî 2 mehan ew radestî Elmanyayê hatibû kirin. Rûniştinên doza Selahattîn Kaya ku ji wê demê ve girtî bû, 18’ê Adara 2025’an destpêkiribû. Kaya ji aliyê dewleta Elman ve bi bi navê PKK’ê rêvebirina herêmên ku weke ‘Başûr 1’ û ‘Navîn’ tên binav kirin a di navbera Çileya 2014’an heta Tîrmeha 2015’an tê sûcdar kirin û bi madeya 129b’yê tê darizandin. Derbarê Kaya de çalakiyên organîzekirina piştgiriya Kobanê ya di salên 2014-2015’an, herwiha meşandina kampanyaya hilbijartinê ya HDP’ê weke sûc hatin destnîşan kirin.
Ev çalakî ne sûc in
Selahattîn Kaya di rûniştina dawî ya 29’ê Nîsanê de parastina xwe kir û da zanîn ku wî ev çalakî organîze kirine û ev ne sûc e û got:’’Ger wê sûcdariyek li min bê kirin, divê bihata gotin min biqasî dihat xwestin li dijî barbariya DAIŞ’ê çalakî organîze nekirine.’’ Herwiha Selahattîn Kaya piştgiriya xwe ji bo banga Rêber APO nîşan da û got:’’Ev bang di demeke ku li tevahî cîhanê şer rû didin derfeteke dîrokî ye. Ji ber ku weke em heroj dixwînin, tevî înkara azadiyên demokratîk û gelan jî, bidawîkirina şerên çekdarî û yekane rêya avakirina şertên demokratîk di vir de ye. Ez heta dawî bi wê bawerim ku ev rêya rast e. Û divê gava vê ya destpêkê jî, divê gavên nû bên avêtin.’’
Mohra ‘rêxistina terorê’ berdin
Selahattîn Kaya destnîşan kir ku ger Komara Federal a Elmanyayê dixwaze piştgiriyê bide vê pêvajoyê, divê li kêleka hêzên aştîxwaz bisekine û got:’’Ev gavên şênber jî ev in: Divê destûra şopandinê bê rakirin û dawî li mohra li ser PKK’ê ya weke rêxistineke terorîst bînin.’’ Parêzerên wî jî gotin:’’Divê darizandina cezayê bê bidawî kirin. Cezayekî herî sivik jî tê wateya cezakirina hewldanên demokratîk. Ji ber vê sedemê mesele giraniya cezayê nîne, divê dawî li krîmînalîzekirina tevgera Kurd bê anîn.’’
Dawî li krîmînalîzyonê bînin
Bûroya Hiqûqê ya Azadî jî derbarê cezakirina Kaya de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku divê tavilê bi temamî dawî li krîmînalîzekirina tevgera Kurd bê anîn, divê piştgiriyê bidin banga Rêber APO. Ev yek wê bibe rêya herî bi bandor a pêşdebirina pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN