Dorpêça li Rojava divê bê rakirin
Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:42

Endamê AKPM’ê Andrej Hunko bal kişand ser êrişên li ser Rojava û dorpêça li Kobanê û got ku alîkariyên YE’yê yên ji Şamê re divê bi şertê rawestandina êrişên li ser Rojava û rakirina dorpêça Kobanê ve bên girêdan.
Dema êrişên komên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava didomin, dorpêça li ser Kobanê jî berdewam e.
Endamê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) Andrej Hunko Ll ser pêşveçûnên li herêmê nirxandin kirin û rewşa heyî wekî “pir dramatîk” binav kir.
Andrej Hunko ku ji Almanyayê endamê Îttîfaqa Sahra Wagenknecht e û berê 15 salan ji bo Partiya Çep a Alman li Konseya Ewropayê kar kiriye, bal kişand ser êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Rojava û xetereya komkujiyên muhtemel.
Endamê AKPM’ê Andrej Hunko wiha got: “Pêşketinê rejîmeke îslamî ya di bin navê artêşa Sûriyeyê de heye. Niha bi awayekî fermî agirbest û muzakere hene. Lê di nav Kurdên Rojava de xemeke pir mezin heye; ji ber ku xetereya êrişa artêşa Sûriyeyê li herêmê û komkujiyên mîna yên li hember Elewiyên Sûriyeyê pir bilind e.”
Andrej Hunko li ser tiştên ku divê bên kirin jî wiha axivî: “Ez difikirim ku divê em ji Konseya Ewropayê, NY û Parlamentoya Ewropayê bixwazin ku modela Rojava bi cidî lêkolîn bikin. Ji ber ku ev modelek balkêş e. Girîng e ku ev model di forumên navnetewî de jî were nîqaşkirin. Ya duyemîn, her cure hevkariya bi rejîma heyî ya Sûriyeyê re (ku ez pir rexne dikim) divê bi şertên zelal ve were girêdan. Şertên ku komkujiyan rawestînin. Di dawiyê de ev pêvajo divê heta amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bidome. Bi beşdariya hemû komên etnîkî yên li wir; Ereb, Kurd û komên olî û etnîkî yên cuda. Ev divê pêvajoyeke amadekirina destûreke berfirehtir be.”
Andrej Hunko berdana çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî ji aliyê hêzên HTŞ yên girêdayî Colanî ve wekî xeternak binav kir û wiha got: “Rewş ev e ku Kurd wê demê li Rojava, li Kobanê li hember DAÎŞ'ê şer kirin. Ew hêza sereke bûn ku li hember terora Dewleta Îslamî şer kirin. Wê demê piştgiriya DYA’yê jî hebû. Niha DYA paş ve dikişe û ji ber vê yekê rewş gihîşt vê konaxê. Her wiha ez vekirina girtîgehên ku şervanên Dewleta Îslamî hîn tê de têne ragirtin wekî xeternak dibînim.”
Andrej Hunko di berdewamiya axaftina xwe de behsa alîkariyên YE’yê jî kir. Andrej Hunko ku dixwaze 620 mîlyon euro alîkariya ku Serokên Komîsyon û Konseya YE’yê ji bo rejîma Colanî ragihandine bi şertan ve were girêdan, wiha axivî:“Niha tu kes nizane dê çi bi wan re bibe. Ji ber vê yekê ez difikirim ku civaka navnetewî divê li vir jî bi Kurdan re hevgirtinê nîşan bide û ji bo rejîma nû ya Sûriyeyê şertên zelal diyar bike. Xetên sor ên ku tu carî neyên derbaskirin divê bên xêzkirin. Her wiha xetereya ku Tirkiye bi artêşa Sûriyeyê ya di bin serokatiya El Şara de Kurdan ji wir derxîne jî heye. Ji ber vê yekê ev mijarek e ku civaka navnetewî û saziyên mîna Konseya Ewropayê û NY divê pir nêzîk bişopînin. Divê ji El Şara, artêşa Sûriyeyê, Tirkiye û Erdogan re bi awayekî zelal bê gotin ku gefa derxistina Kurdan ji Rojava qet nayê pejirandin. Wekî ku min got, divê ji bo rakirina vê dorpêçê, pêkanîna muzakereyên maqûl û destpêkirina pêvajoyeke demokratîk li Sûriyeyê zext were kirin; ji ber ku li wir rejîmeke demokratîk û rewa tune ye. Divê li ser Tirkiyeyê jî zext were kirin. Rayedarên Alman ji binî ve bêdeng dimînin. Gelek tiştên din diqewimin, lê li gorî yên li Rojava û Kobanê diqewimin, helwesta rayedarên Alman bi temamî têrê nake. Li Almanyayê, tevî bajarê min Aachen’ê jî, çalakiyên ji bo Rojava ku rêxistinkirin ji bendewariyan zêdetir bû. Ne tenê Kurdên ji Tirkiyeyê, gelek Kurdên Sûriyeyî jî beşdar dibin. Ez vê yekê ji pankartan dibînim. Ez bi xwe jî di van çalakiyan de bûm. Hin ji wan pankartan bi Erebî bûn. Bi rastî çalakiyên bihêz û mezin in û divê ev daxwaz bên pêkanîn. Ez bi hevkariya bi Colanî re pir zehmetî dikşînim; lê eger wê bibe jî, divê bi şertên pir zelal ve were girêdan. Her alîkariyeke aborî jî divê bi awayekî zelal bi pîvanên ku komkujî û derxistina Kurdan rawestînin ve were girêdan. Niha agirbest heye û niha divê biryar were dayîn ku ev hemû tişt dê bi çi awayî bidomin. Her wiha divê zext were kirin ku Kurdên Rojava mafên xwe bigirin, bi zimanê xwe biaxivin û perwerdeyê bikaribin bidin. Mînak, dorpêça li ser Rojava û Kobanê divê were rakirin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN














