Qibris kete benda dijî Kurd

În 19 Çile 2024 - 04:43

  • Wekîlê Qibrisî Constantînos Efstathîo got, Qibris jî bi teslîmkirina Kenan Ayaz tevlî nav kampa dijî-Kurd bûye û wiha peyivî: Ji ber miemeleya saziyên Qibrisê û dada wê ya bi Kenan Ayaz re ji bo lêborînê jê bixwazim li vir im.

REWŞAN DENIZ / HAMBURG

Wekîlê Qibrisî Constantînos Efstathîo ku ji bo destekê bide Kenan Ayaz çûbû Hambûrgê got, “Li Qibrisê piştî dagirkeriya 50 salan a Tirkan, mirov ji ya xwe hatin xwarê. Dev ji wêrekiya xwe berdan yan jî bi gelek sedeman hatin xapandin. Kenan Ayaz di rêya azadiyê de destek da me.”

Siyasetvan Kenan Ayaz ev 7 meh in ji ber xala qanûna ceza ya Elman 129/b’yê li Elmanyayê girtî ye. Ayaz 15’ê Adara 2023’an li balafirgeha Larnaka ya Qibrisê li ser biryara girtinê û daxwaza teslîmkirina Elmanyayê, kiribûn nezaretê û piştre meha Hezîranê, piştî biryara dadgehê Qibrisê ew teslîmî Elmanyayê kiribû. Rûniştina pêşî ya doza Kenan Ayaz 3’yê Mijdarê pêk hat. Rûniştina doza Ayaz li Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê 15 û 17’ê mehê dewam kir.

Efstathîo beriya ku Ayaz teslîmî Elmanyayê were kirin jî, li Qibrisê piştevaniya Ayaz dikir. Wekîlê Qibrisî Efstathîo 10’ê Çile li Hambûrgê tevlî rûniştina dozê bû û desteka xwe ji bo Ayaz nîşan da.

Efstathîo têkilî pêvajoya doza Ayaz û polîtîkayên krîmînalîzekirina siyaseta Kurd ji rojnameya me re axivî.

 

Hatiye ku lêborîna xwe bixwaze

Efstathîo got ji ber miemeleya saziyên Qibrisê û dadgeha Qibrisê ya bi Ayaz re, ji bo lêborînê bixwaze hatiye ku rûniştinê bişopîne û wiha domand: “Her wiha ez dixwazim minêkariya gelê Qibrisê jî nîşan bidim. Hûn kî jî bin, çi qasî xurt yan jî qels jî bin, dema ku hûn ji bo azadiya xwe, ji bo dad û demokrasiyê têbikoşin, hûn pirr xurt in û ji bo vê têkoşînê, divê hûn yek bin. Ji ber vê ez li vir im.”

 

Ayaz hêza manewî da Qibrisiyan

Efstathîo beriya niha di hevpeyvîneke xwe de gotibû, “Kenan Ayaz rûmeta me ye, û bi civakî me ev rûmet ji dest daye.” Dema ku me xwest bizanin ka mebesta wî ji vê gotinê çi ye, got, “Li Qibrisê piştî dagirkeriya 50 salî ya Tirkan, mirov ji ya xwe hatin xwarê. Dev ji wêrekiya xwe berdan yan jî bi gelek sedeman hatin xapandin. Kenan Ayaz ji bo ku em têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin, hêza manewî ya ku me ji dest dabû, da me.”

 

Ewrûpa krîmînalîze dike

Efstathîo bi berdewamî diyar kir ku dewletên Ewrûpî têkoşîna Kurdan krîmînalîze dikin, helwêsta hikûmeta Qibrisê jî fikaran bi wan re çêdike û wiha axivî: “Helwêsta rêveberiya Qibrisê jî bi mirov re fikaran çêdike. Heyf e ku têkoşîna Kurdan tê krîmînalîzekirin. Gelê Kurd bi têkoşînê gelek tişt bi dest xwe ve anîn, ji ber vê, rejîma Tirk, rejîma Erdogan bi krîmînalîzekirina vê, hewl dide ku têkoşîna Kurdan xurttir nebe. Mixabin Ewrûpayê PKK bi rengê ‚‘rêxistina terorê‘ qeyd kiriye, tevî vê jî her kes bi rastiyê dizane. Ew rastî jî ev e ku PKK ji bo azadiya gelê Kurdistanê têdikoşe. Ewrûpa bi ‘rêxistina terorî‘ pênasekirina PKK’ê polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî Kurdan dipejirîne.‘‘

 

Qibrisê nekarî bibêje na!

Efstathîo bi berdewamî diyar kir ku dewleta Qibrisê jî bi teslîmkirina Ayaz destek daye polîtîkaya krîmînalîzekirina têkoşîna Kurdan û got, “Mixabin, hêza me nîne. Em ew qasî ne qeyîm in ku bibêjin, ‘na‘. Qibris, mixabin xwedî polîtîkayeke ne xurt e û têra xwe dînamîkên xwe nînin. Em cihêtiya di navbeyna terorîstekî û şervanekî azadiyê de nabînin. Li Qibrisê tişta ku em pê hewce ne, ev qewîntî ye. Di nav salan de hema bibêje, me ev ji dest da. Ji ber vê, ez bi rengekî lêrawestîyayî dibêjim, Kenan Ayaz hinekî qewîntî, hinekî hêz û ji bo paşerojê vizyonek da me.

Em welatekî wiha ne ku 38 ji 100’î yê xaka me dagirkirî ye, em pê dizanin bê ka dagirkerî, êrişkarî çi ye, lê em ne xwedî wê şiyanê ne ku cihêtiya di navbeyna şervanekî azadiyê û terorîstekî de bibînin. Hikûmeta Qibrisê her çendî ne bi dilê xwe ketibe nav kampa dijî-Kurd jî, nayê qebûlkirin ku li ber vê ranebe û dengê xwe dernexîne, ev halekî wiha ye ku ji bo ti mirovê azad ê li devereke cîhanê neyê qebûlkirin."

Efstathîo dixwaze hêvî bike ku li Kenan Ayaz li Elmanyayê ceza neyê birrîn û dibêje, “Heke ceza lê bê birrîn, wê hêviya min kirî, nemîne. Dawiya dawî Elmanya ji mirovên xwedî vîzyon, tevgerên şoreşger û mirovên xemxur re bûye welat.”

 

PKK ne terorîst e

Wekîlê Qibrisî Constantînos Efstathîo herî dawî bi bîr xist ku PKK li çiyayan li dijî artêşa Tirk şer dike û wiha domand: ‘‘Ew ne terorîst in, çalakiyên terorî nakin, her çendî dewleta Tirk bi çalakiyên ku wan nekirî, bixwaze wan sûcdar bike jî. Ev rewşeke paradoksî ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd yan jî Qibrisê, Tirkiye jî di nav de, dixwazim ji gelên wê herêmê re vê bibêjim, em hemû xwîşk û bira ne û ji ya ku em zena wê dibin zêdetir, aliyên me hene ku dişibin hev. Weke xwestina aştiyê, jiyaneke azad û demokrasiyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.