Divê nêrînên Ocalan bên fêmkirin

Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:45

  • Berdevka Partiya Keskan a Kibrisê Dr. Elena Lîmbourî Kozakou da zanîn ku baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi azadiyê pêvajo aniye vê astê û wiha got: “Nêrînên Abdullan Ocalan yên ji bo aştiyê riya çareseriyê ye. Divê nêrînên Ocalan bên fêmkirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî bangê PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara feshkirinê da. Vê biryarê li cîhanê deng da lê hîna ji aliyê dewletê ve gavek nehatiye avêtin.

Berdevka Partiya Keskan a Kibrisê Dr. Elena Lîmbourî Kozakouder derbarê banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û pêvajoya piştî wê hatiye jiyîn de nirxandin kir.

Piştevaniya bi gelê Kurd re

Elena Lîmbourî Kozakou da zanîn ku piştevaniya wê ya bi gelê Kurd re, piştî qetilkirina Theofîlos Georgîades ku ji bo rizgariya Kurdistan û pişevaniya navbera lê Yewnan de têkoşîn dimeşand, destpêkiriye û wiha got: “Theofîlos digot bedel çi dibe bila bibe, tişta hûn pê bawer dikin derxin pêş û biaxivin.”

Aştî dikare pêk bê

Elena Lîmbourî Kozakou destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nelson Mandela tîne bîra wan û wiha domand: “Gelê Kurd jî tevî ku lîderê wan girtiye dest ji têkoşîna xwe bernedan. Nêrînên Abdullan Ocalan ên ji bo aştiyê riya çareseriyê ye. Pergala kapîtalîst li dijî gelên têdikoşin bêtehemul e. Pergala kapîtalîst her tim li dijî mirovên azad difikirin bê tehemul bû. Ji ber vê di doza Ocalan de her kes bêdeng maye.”

Elena Lîmbourî Kozakou pirtûkên ku Abdullah Ocalan nivîsîne bibîr xist û wiha dirêjî dayê: “Nivîsên Ocalan dibe ku di akademiya cîhanê de û rayagiştî de bandorek girîg neafirandibe lê di salên pêş de wê bandora mezin bike. Wek pirtûka Nelson Mandela ya ‘Riya dirêj a diçe azadiyê’ wê deng bide.”

Divê nêrînên Ocalan bên fêmkirin

Elena Lîmbourî Kozakou bi lêv kir ku divê têkoşîna gelê Kurd di tevgerê edaletê ya global de xwedî cîhekî girîng be û wek tevgera rizgariyê bê destgirtin û wiha anî ziman: “Tirkiyeyê ji bo rayagiştî ya cîhanê li cem gelê Kurd cîh negire, PKK tevli rêxistina terorê kiriye. Di van rojên ku têkoşîna çekdarî bidawî bûye, divê nêrînên Abdulla Ocalan ji aliyê rayagiştî ve baş bên fêmkirin. Abdullah Ocalan bi salan berê jî dikaribû ev bikira. Ocalan hîna girtiye. Baweriya wî ya ku gel dikarin ligel hev bijîn tam bû û ji ber vê ev kir.”

Wek îxanet li min hatibe kirin

Elena Lîmbourî Kozakou di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dema Abdullah Ocalan teslîmê rayedarên Tirk hatiye kirin wek ku îxanet li wê hatiye kirin hîs kiriye û wiha dawî lê anî: “Min bawer dikir ku hikûmeta Yewnan wê mafê starbûnê bide. Gelê Kurd çawa vê wek îxanetê dibîne, min jî wisa hîs kir û wek îxanet li min hatibe kirin. Hêviya min ev e ku Abdullah Ocalan jî bigihêje azadiya xwe.”

JINNEWS/RIHA/DERYA REN-GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.