Hûn deyndarê Rojava ne

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Mijdar 2023 - 10:05

ARJÎN NÛJÎN

Serdana serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan a Berlînê, li Elmanyayê rê li ber minaqeşeyan vekir. Serdana Erdogan wê roja 18´ê Mijdarê, bi çalakiyeke navendî ya li Berlînê tevî qedexekirina PKK´ê bê protestokirin. Hevserokatiya KCDK-E´yê got, “Erdoganê berê destek daye DAIŞ´ê û îro jî destekê dide Hemasê, nabe ku li Berlînê bê ezimandin”. Parlamentera federal a Elmanyayê ya ji partiya Die Linke, Gokay Akbulutê jî got, “Hikûmeta Elman divê xetên sor bi awayekî eşkere nîşan bide. Ez bang li hikûmeta Elman dikim, bang li Erdogan bike da ku êrişên xwe yên li dijî Kurdan rawestîne.”

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan 17´ê Mijdara 2023´yan, roja înê diçe Elmanyayê. Ev serdana erdogan a ji 2020´an û vir ve ya yekem e. Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz wê Erdogan 17´ê Mijdarê bi ezimîne û şîvê bidiyê. Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier jî wê wî qebûl bike. Wekî din çav li rê ye ku Erdogan 18´ê Midjarê li maça futbolê ya Elmanya-Tirkiyê ya Stada Olîmpiyatê ya Berlînê temaşe bike. 

 

Peyamên zelal bidin Erdogan

Parlamentera federal a Elman ji partiya Die Linke, Gokay Akbulut xwest ku hikûmet keysa xwe li serdana Erdoganî bîne û rexneyên li siyaseta wî ya Îslama siyasî nijadperest: “Hikûmeta Elman divê bi awayekî zelal xetên xwe yên sor nîşan bide. Hikûmeta Elman divê ji Erdogan bixwaze da ku êrişên xwe yên li dijî hiqûqa navneteweyî û zextên li dijî muxalefeta nav Tirkiyeyê rawestîne.”

Gokay Akbulutê bi bîr xist ku li gorî şirketa anketan YouGovê, gelek Elman naxwazin Erdogan bê welatê wan û wiha peyivî “Hema hema ji du Elmanan yek naxwaze ku Erdogan bê welatê wan. Jixwe, parlamenterên gelek partiyan jî fikrên xwe yên bi heman rengî îfade kirin.”

 

Gaveke ji bo hilbijartinan a Erdogan

Gokay Akbulut got, Erdogan dixwaze ji bo hilbijartinên cihî vê serdanê û siyaseta derve bi kar bîne û wiha dewam kir: “Hikûmeta Elman heger bi vî rengî bi erdogan re bipeyive û vê bi civîneke çapemeniyê ragihîne, ev ê Erdogan xurt bike. Qet nebe bila li xelkê girtî, ji Erdogan bixwaze êrişên xwe yên li dijî welatên din bisekinîne.”

 

Berdevkê DAIŞ-Hemasê ye!

Kurd û dostên wan ji ber ku qedexekirina PKK´ê îsal 30 salên xwe temam dike, 18´ê Mijdarê li Berlînê qedexeyê protesto dikin. Di heman çalakiyê de Erdogan jî tê protestokirin. Hevserokatiya KCDK-E ya ku di organîzasyona çalakiyê de cihê xwe digire bi daxuyaniyekê got, “Erdoganê berê destek da DAIŞ´ê niha destekê dide Hemasê, Me di êrişên li dijî Rojava de dît ku Erdogan berdevkiya DAIŞ´ê kir, di dagirkirina Efrînê de jî me ev dît. Helwêsta Erdoganê ku destekê dide Hemasê, derbeke giran li demokrasî û mafê mirovan dixe. Em dibêjin, nabe ku bê qebûlkirin, Erdogan li Elmanyayê bi ezimandin. Heger Elmanya naxwaze bibe şirîkê sûcên şer ên dewleta Tirk, lazim e ji bîr neke ku erka wê ye ku Erdogan hişyar bike. Bi saya serê Kurdan û şerê wan ê li dijî DAIŞ´ê îro welatên rojavayî û Elmanya ji êrişên terorê hatin parastin. Elmanya deyndarê xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo ku vê deynî bide, helwêsta wê ya dema serdana Erdogan firsendek e; divê ji êrişên Erdogan re bibêje Êdî bes e”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.