Erdogan tirba dayika min xera kir

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Mijdar 2023 - 09:55

  • Dr. Ekrem Nasan ji ber sûcên li dijî mirovahiyê ji bo ku bê girtin, giliyê Erdogan kir. Wî got, “Têkiliyên min bi Efrînê re yekser hene. Pismamên min li wir in. Erdên me çûne, malên me dagirkirî ne. Heta bi tirba diya min xira kirine.” 

LUQMAN GULDIVÊ

Bijîşkê destwerdana pêşî û rewşên acil, Dr. Ekrem Nasan (Akram Naasan) ê ji Efrînê, giliyê serokkomarê Tirk kir ji ber sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê yê di hiqûqa navneteweyî de. Dr. Ekrem Nasan gilînameya xwe da dozgerê giştî yê federal ê Elmanyayê Dr. Peter Frank û xwest biryara girtina serokkomarê Tirk

 

Tayyip Erdogan bê dayîn.

Di gilînameyê de Dr. Ekrem Nasan, dixwaze bi sifetê fermandarê tevahiya hêzên leşkerî yên dewleta Tirk Erdogan bê girtin û li gorî xala 7 û xala 120´an a Qanûna Ceza ya Navneteweyî -di nava qanûnên Elmanyayê de heye - (VStGB) bê dadgehkirin. Ev qanûn bi xala 12´an a  Qanûna Ceza ya Elman (StGB) lê ne. 
Dr. Ekrem Nasan bi bîr dixe ku ji Adara 2018´an de bi fermana Erdogan hêzên Tirkiyeyê tevî çeteyên xwe welatê wî Efrîn dagir kirine, hem bi şerê êrişê û hem jî bi qirkirina Kurdan a li Efrînê û gelek sûcên şer ên weke kuştin, revandina sivîlan, destavêtin û bi darê zorê kirina der a xelkê gelek sûc kirine.

Li ser pirsa me, Dr. Ekrem Nasan dibêje, “Şerê dewleta Tirk ne li dijî artêşeke din yan jî dewleteke din bû. Li dijî miletê Kurd hat kirin. Armanc tinekirina Kurdan e. Ên me behsa guhertina demografiyayê dikin, nexêr, ew paqijiya etnîk dikin, yanî li Efrînê Kurdan qir dikin. Li gundê min Gewendê em berê 60 mal bûn. Niha em kurd 2 mal in. Erebên hatine cem me jî hemû endam û derdorên El-Qaîde, El-Nûsra, DAIŞ´ê ew in. Hemû li cem me kom kirine.”

 

Belkî hişê Elmanyayê were serê wê

Dr. Ekrem Nasan bi bîr dixe ku gelek sûcên, weke revandina mirovan, revandin û firotina jinên ciwan, mezelê xelkê xirakirin, destwerdana jinan, darên zeytûnan birrîne û wiha dewam dike: “Tê, ziman qedexe dike, xelkê dikuje, jinên xelkê difiroşe. Ez dizanim çend keçên Kurdan firotine, dane hakimên Tirkan. Piştre tu wê werî Elmanyayê bibêjî ez demokrat im; ev nabe. Ev şerê wî kirî ev sûc ne tenê li dijî Kurdan in, li dijî insaniyetê hemûyî ne. Ez hêvî dikim hişê hikûmeta Elman were serê wê, ji ber ku hikûmeta Elman yek ji piştgirên herî muhim bû ku di dagirkirina Efrînê de piştgiriya Erdogan kir.”  
    

Zivistan e xelkê Efrînê di konan de ye

Di giliyê xwe de Dr. Ekrem Nasan behsa wê yekê dike ku dagirkeran xizmeke wî ya nêz a 28 salî revandiye, dest avêtinê û ew revandine Tirkiyeyê. 
Dr. Ekrem Nasan dibêje, baweriya wî bi edaleta Elmanyayê heye û hêvî dike ku serdozgerê federal Dr. Peter Frank jî bi çavekî vekirî li meseleyê binihêrin û wiha dewam kir: “Çimkî pismam, kurxal, xizmên min hemû li Şehbayê vê zivistanê di binê konan de ne.” Lê wî her wiha da zanîn ku hîna serdozgeriya federal ti bersiv nedaye gilînameya wî. 

 

Lazim e bi edaletê em li hember Erdogan bisekinin

Li ser pirsa, ka gelo ew belgeyên sûcan wî bi xwe kariye berhev bike, yan hevkariyê dike bi saziyên hiqûqî û mafên mirovan ên li Efrîn û Şehbayê kar dikin, Dr. Ekrem Nasan balê dibe ser rewşa xwe ya şexsî jî û dibêje, ew hevkariyê bi her aliyî re dike: “Têkiliyên min bi Efrînê re yekser hene. Pismamên min li wir in. Erdên me çûne, malên me dagirkirî ne. Heta bi tirba diya min xira kirine. Mezelê Şêxmûsê Enzelî xira kirine. Darên di nava tirban de birrîne. Gesellschaft fur bedrohte Volker (GfbV) û Kurdische Gemeinde in Deutschland pirr bûn alîkar. Ji Efrînê jî gelek belge hatine berhev kirin. Wêne, dîmen, nav û der û şahid hene. Lazim e, em bi rêya Edaletê jî li hember dewleta Tirk bisekinin.”

 

Ne tenê li Elmanyayê

Li ser pirsa me ya elaqedarî Saziya Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî, Dr. Ekrem Nasan got, “Ez gelekî malavahiya Mamoste Îbrahîm Şêxo -serokê saziyê- dikim. Wî karekî pirr pîroz kiriye. Kurdan vê carê, di vê belayê de belge kom kirine, belge û delîlên wî hemû li cem min hene. Heta ez li dinyayê hebim, ez wî Erdoganî bi wê qirrêjiya wî bernedim. Bi rêya edaletê ez bi pey kevim. Bi ku ve biçe bila biçe. Çi Elmanya û çi li derveyî Elmanyayê, ez ê bi rêya hiqûqê bidim dûv. Ne tenê li Elmanyayê li her dera dinyayê divê em dozê li Erdogan vekin.”     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.