Zexta polêsê Elman: Bibe sîxurê me

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 03:14

Êrişên hêzên dewleta Elman li dijî Kurdan dewam dikin. Nexasim jî eyaleta Bayernê, ji bo krîmînalîzekirina Kurdan, li bendê namîne ku Kurdên ji ber zilma dewleta Tirk reviyane, ji wargehên penaberan jî derkevin. Doh danê sibehê, polêsê Elman bi ser odeyeke li wargeha penaberan a li nêzî bajarê Nurnbergê li devera Georgensgmund/ Rothê de girt. Li wê odeyê penaberê ji Bakurê Kurdistanê Adnan Kaplan, tevî kesekî din dima. 

Polês tevî wergêrekî Kurdî bi ser odeyê de digirin û gava lêgerînê dikin, li benda ti şahidan namînin. Polês Adnan Kaplan û hevalê wî yê di odeyê de jî ji odeyê derdixe. Adnan Kaplan dibêje, “Ez nizanim êdî wê çi bêbextiyan bixin stûyê” min.

Gava polêsê Elman doh berê sibehê bi ser odeyê de digire, wêneyê wî û parvekirinên wî yên li ser hesabên medyaya dijîtal nîşanî wî didin. Weke gelek Kurdan, du navê wî hene. Adnan, navê wî yê li nasnameyê ye. Navê wî yê li nava malê çawa malbata wî ya li Êlihê lê kiriye, Egîd bûye. Navê wî yê hesabên medyaya dijîtal jî navê wî yê malê yanî Egîd e.

Wêneyên cihê bûyerê nîşan didin ku polês ne tenê li odeyê geriyane, wan her wiha xwestiye Egîd û hevalên wî jî çavtirsandî bikin, her tişt belawela kirine û destdançîne ser tablet û telefonên wî yên destan. Axir parvekirinên li ser medya dijîtal ên kevin, ên dema ku ew ne li Elmanyayê jî bû, polêsan weke sedema vê serdegirtinê nîşan daye. Heta wêneyê xalê wî yê şehîd, yê ku li piştê wêneyekê Rêber Abdullah Ocalan jî heye, xwestine jê re bikin tohmet.

Egîd hîna nû ev 8 meh in gihiştiye Elmanyayê û doza penaberiyê kiriye. Polês wekî din jê re gotiye, “Tiştekî em dixwazin li cem te heye, bide me.” Lê wî gotiye, tiştekî bi kêra polêsan were, bi wî re nîne.

Polês li aliyekî hem wî çavtirsandî dikin û li aliyê din jî jê dixwazin sîxuriyê ji wan re bike: “Ji min re gotin, ji me re bibe alîkar. Min qebûl nekir. Hevalê min jî li cem min bû”.

Egîd li Stenbolê ji ber xebatên xwe yên siyasî yên di nava HDP´ê de sala 2011´an ketibû hepsê. Ji ber zilma lê hatî kirin, xwîn çû ser mejiyê wî û felc bû hingê. Niha jî bi sedemên siyasî hêzên dewleta Elman dixwazin wî krîmînalîze bikin.

NURNBERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.