PKK Verbot Aufheben

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 11 Mijdar 2023 - 02:30

  • Înîsiyatîfa PKK Verbot Aufheben û aktîvîstên wê bang li dewleta Elman kir: Em qedexekirina ku Kurdan hemûyan dike gumanbar, serweriyê li ser wan ferz dike, nas nakin. Lazim e dewleta Elman ji vê qedexeya 30 salan êdî vegere.

REWŞAN DENİZ / FRANKFURT


Qedexekirina PKK´ê ku di warê zilm û zexta rêxistinkirî li dijî komeke mezin a mirovên li Elmanyayê dimînin, eybeke mezin a Elmanyayê ye. Ev eyba mezin 26´ê Mijdarê 30 salên xwe temam dike. Kurd û dostên wan 18´ê Mijdarê wê li Berlînê bi çalakiyeke navendî ji dewleta Elman re bibêjin, “Qedexekirina PKK´ê betal bike, demokrasiyê xurt bike”.

Wezîrê karê hundir ê Elmanyayê yê wê heyamê, Manfred Kanther PKK 26´ê Mijdara 1993’yan qedexe kir. Ji hingê ve xebatên siyasî yên li ser navê PKK´ê, bikaranîna sembolên PKK´ê sûc hat hesibandin. Doz li hezaran kesan hat vekirin, ceza li wan hatin birrîn. Rêxistina sîwan a Kurdan a li Elmanyayê KON-MED´ê, ji bo protestokirina qedexeya ku wê 30 salên xwe temam bike, 18´ê Mijdarê li paytexta Elmanyayê Berlînê, çalakiyeke protestoyî li dar dixe.

 

Xizmeta Tirkiyeyê dike

KON-MED´ê bal bire ser hinceta beriya 30 salan “ewlehiya hundir” û got, esas sedem têkiliyên bi Tirkiyeyê re bûn: “Dewleta Elman, bi her awayî destek da siyaseta dewleta Tirk a beramberî Kurdan, û pê re jî destek da wê yekê ku maf û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bên tepisandin. Di van 30 salên bihurî de helwêsta dewleta Elman wiha bû: Bi hezaran doz hatin vekirin, bi sedan kes girtin, bi ser komele û malan de girtin, dozên welatîbûnê yên Kurdan red kirin, gef li Kurdan xwar ku wan dersînor bike, û gelek siyasetên din ên terorîzekirina Kurdan; ev helwêsta Elmanyayê beramberî Kurdan dewam dike.”

 

Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin

KON-MED´ê bi îhtîmam îşaret pê kir ku PKK “tevgera berxwedanê û azadî ya gelê Kurd e” û bang li raya giştî ya Elman kir: “Em helwêsteke ku têkoşîna man û nemanê ya miletekî terorîze dike, qebûl nakin. Divê tavilê dev ji van siyasetên şaş bê berdan, em banga xwe ya ji bo vê yekê dubare dikin. Derxistina navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorê, wê bibe gaveke muhim a ji bo diyalog û çareserkirina meseleya Kurd. Em vê ji dewleta Elman dixwazin”. 

 

Tu bi xêr nehatî Erdogan!

Roja çalakiya li dijî qedexekirina PKK´ê, yanî 18´ê Mijdarê, serokkomarê dewleta Tirk Tayyip Erdogan wê li Berlînê be. KON-MED ji bo wê jî got, “Erdogan, bêguman wê di hevdîtinên xwe de destekê ji bo şerê xwe yê li dijî gelê Kurd bixwaze. Lazim e dewleta Elman li ber van şantajên Erdogan serî netewîne. Ji ber wê, meşa me ya 18´ê Mijdarê ya li Berlînê ya li dijî qedexekirina PKK´ê, wê di heman demê de bibe meşeke welê, ya ku pê em ji Erdogan re bibêjin, tu bi xêr nehatî. Ji bo ku bersiveke xweşik bidin Erdogan û siyasetên wî yên şer ên bi salan, werin em 18´ê Mijdarê li Berlînê bin. Em 18´ê Mijdarê li Berlînê bên cem hev û bi hev re bibêjin: Ne heq e ku ev qedexe li ser gelê Kurd bê ferzkirin, di sedsala 21´ê de em vê eybê bi hev re ji holê rakin.”

KON-MED´ê da zanîn ku ew ê ji qederê 40 navendan otobosan jî rakin Berlînê û plansaziya wan a elaqedarî otobosan li ser malpera wan hatiye parvekirin. 

 

PKK Verbot Aufheben!

Li Elmanyayê înîsiyatîfa PKK Verbot Aufheben (Qedexekirina PKK´ê betal bikin) jî ji bo meşa li Berlînê amadekariyên xwe dike. Înîsiyatîf wekî din jî li gelek deveran çalakiyên cihê organîze dike. Çalakî li derveyî Elmanyayê jî tên lidarxistin. Aktîvîst Frieda Gertar û Luis Zilton jî beşdarî panelên li bajarên Swîsreyê Bern û Zurichê bûn. 

 

Kurd hemû kirine gumanbar!

Luis Zilton got, “Vê qedexeyê Kurdên li Elmanyayê hemû kirin gumanbar. Rewşeke welê heye ku civakek hemû hatiye krîmînalîzekirin. Bi vê zêhniyeta qedexeker dixwazin civakê bitirsînin, çavtirsandî bikin.”

Frieda Gertar jî bal bire ser xala qanûna ceza ya Elman 129b´yê û got, ji ber vê xala qanûnê halê hazir 11 Kurd ji ber sedemên siyasî di hepsên Elmanyayê de ne. Wê got, “Çalakiyên Kurdan qedexe dikin, bi polêsan dor li festîvalên wan digirin. Kurdan ji ber xebatên wan ên siyasî dadgeh dikin, ceza li wan dibirrin. Ev tacîza hanê, esas ji bo ferzkirina serweriyê li civakê ye.” 

 

Helîm Dener kuştin

Luis Zilton bi bîr xist ku encamên kujer ên vê qedexeyê jî hene û behsa wê yekê kir ka polêsekî Elman li bajarê Hannoverê, çawa 30´ê Hezîrana 1994´an Halîm Denerê 16 salî qetil kir, ji ber ku pankarta alaya ERNK´ê li ser dadileqand. Luis Zilton li ser meseleyê wiha dewam kir: “Di encama vê siyaseta qedexeyê de heta îro 18 Kurdan* canê xwe ji dest da. Halîm Dener yek ji wan e. Ew ciwanekî 16 salî bû, hatibû Elmanyayê. Tenê ji ber ku afîş dadileqand, polêsê Elman ji pişt ve gule berdayê û ew qetil kir.”

Zilton û Gertar wekî din bang li xelkê kir da ku ji bo tevlî çalakiya li Berlînê ya li dijî qedexekirina PKK´ê bin, biçin Berlînê.


* Kesên ku di çalakiyan de, xweşewitandinê û grevan de canê xwe ji destdayî jî di nava vê hejmarê de ne.

Li sê welatan 60 panel

Frieda Gertar bi bîr xist ku qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê 30 salên xwe temam dike û wiha li ser plansaziya înîsiyatîfa xwe got: “Em bi rêze panelan behsa qedexekirina PKK´ê ji xelkê re dikin. Em dixwazin xelk PKK´ê nas bike. Ew ne rêxistineke welê ye ku divê bê qedexekirin. Berevajî wê di warê demokrasî, mafê mirovan, rizgariya jinan û parastina hawîrdorê de têra xwe bipêşketî ye. Li 60 bajarên Elmanya, Swîsre û Awusturyayê li dijî qedexeyê em ê panelan li dar bixin. Me bi Elmanyayê dest pê kir, bi Swîsreyê dewam kir. Piştî wê jî em diçin Awusturyayê. Rêze panel wê temamê Mijdarê jî dewam bikin, em ê bi giştî biçin 60 bajaran.” 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.