Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 10 Gulan 2026 - 15:00

  • Di festîvala dansê ya kevneşopî ya ku ji aliyê Şaredariya Cenevreyê ve tê organîzekirin de, îsal jî Kurdistaniyan mohra xwe lê xistin. Komên ku bi pêşengiya Komuna Çandê ya Cenevreyê derketin ser dike.

Di festîvala dansê ya kevneşopî ya ku ji aliyê Şaredariya Cenevreyê ve tê organîzekirin de, îsal jî Kurdistaniyan mohra xwe lê xistin. Komên ku bi pêşengiya Komuna Çandê ya Cenevreyê derketin ser dike.

Di festîvala dansê ya ku her sal ji aliyê Şaredariya Cenevreyê ve tê lidarxistin de, îsal jî çanda Kurdî derket pêş. Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Komuna Çandê ya Cenevreyê derketin ser dikê, çar govendên cuda pêşkêş kirin.

Di çarçoveya festîvalê de her govendek bi taybetî hatibû amadekirin da ku temsîla çar perçeyên Kurdistanê bike. Di çalakiya ku dîmenên rengîn tê de derketin holê de; çanda gelê Kurd, kevneşopiya berxwedanê û ruhê yekîtiyê bi dansan hatin nîşandan.

Di dema nîşandana govendan de ku eleqeyeke mezin dît, qada festîvalê demeke dirêj bi çepik û lîlandinan deng veda. Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku dansên gelêrî yên Kurdî ne tenê mîrateyeke folklorî ne, di heman demê de parçeyekî girîng ê nasname, çand û têkoşîna azadiyê.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.