Konsolosê Tirk çalakiya Partiya Elman li Elmanyayê qedexe kir  

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 01:02

SILÊMAN ZAXURAN


Dewleta Tirk ji mêj e ku bi rêya konsolosxaneyên xwe û sefîrên xwe li Elmanyayê dest werdide azadiyên sereke yên welatiyên Elmanyayê jî. Nimûneyên hewldanên astengkirin yan jî sansurkirina gelek çalakiyên hunerî, civakî û siyasî, me di rojnameya xwe de jî kirin nûçe. Hewldana sansurkirina berhemên hunermend Alî Zulfîkar yek ji van nimûneyan bû; hingê berhema hunermendî ya di pêşangeheke li bajarê Linz am Rheinê bi destwerdana konsolosê Tirk hatibû sansurkirin*.  

Niha jî serkonsolosxaneya li bajarê Elmanyayê Karlsruheyê destwerda çalakiya danasîna kitêbekê li bajarê Mannheimê li Neckerstadtê.

Kitêb li ser qedexekirina PKK´ê, dîrok û tesîra wê ye û bi navê “Geflohen. Verboten. Ausgeschlossen: Wie die kurdische Diaspora in Deutschland mundtot gemacht wird” (Penaber bû. Qedexe bû. Hat vederkirin: Çawa dîasporaya Kurd li Elmanyayê tê bêdengkirin) ji weşanê Westend derçûye. Nivîskarên kitêbê Alexander Glasner-Hummel, Monika Morres û Kerem Schamberger in.

 

Meseleya kitêbê bû rastî

Nivîskarê esasî Alexander Glasner-Hummel, li ser betalkirina çalakiya danasîna kitêba xwe ya li Mannheimê agahiyên berfereh dan. Wî da zanîn ku konsolosê giştî yê Tirk [li bajarê Karlsruhe] xwendina ji kitêba “li ser Demokrasiya Elman û qedexekirina PKK´ê” asteng kiriye.

Ev çalakî wê bibûya ya 11´an a ji bo danasîna kitêbê. Nivîskar di nava agahiyan de dide zanîn ku elaqeya ji bo kitêbê mezin e  û çapa yekemîn a kitêbê hema hema bi temamî di nava çar hefteyan de hatiye firotin. Kitêb behsa 30 salên qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê dike û bi nimûneyan nîşan dide çawa zext li Tevgera Azadiyê ya Kurd û civaka Kurd li Elmanyayê tê kirin.  

Alexander Glasner-Hummel ji bo qedexeyê dibêje, “Qedexekirina PKK´ê esasê navendî ye ji bo çavtirsandîkirina Kurdên li vê welatî - amûrek e, hingê diyariyek bû ku hikûmeta federal (a Elman) da Tirkiyeyê.”

 

Markaja konsolosê Tirkiyeyê

Alexander Glasner-Hummel bi bîr dixe ku nav mirovan dixapîne, lewma qedexe ne tenê li dijî PKK´ê ye, ew bi hezaran Kurdî ji avakirina îradeya demoratîk a li Elmanyayê dûr dixe, “kêmasiyeke demokrasiya Elmanyayê” ye û lazim e li serê mirov bipeyivin, minaqeşe bikin. 

Nivîskarê kitêbê Alexander Glasner-Hummel dibêje, beriya çalakî pêk were “Konsolosê giştî zexteke dijwar kir li Buergerhaus Neckerstadt Westê, da ku mekanê daye ji bo çalakiyê betal bike.” Ew dide zanîn ku doh êvarê di encama vê zextê de buergerhaus Neckerstadt Westê çalakî li mekanê xwe betal kiriye. Yanî tenê rojekê beriya çalakî bê lidarxistin.

Ji bo çalakiyê rêxistina Die Linke ya Mannheimê û komeleya Kurdan a li bajêr bang kiribûn. Buergerhaus jî van bangan dike hincet û dibêje, ji ber “fikarên elaqedarî ewlehiyê” wan çalakî li mekanê xwe betal kiriye.

 

Hincet jî pûç û vala ye

Çalakiya hat betalkirin, wê li 28´ê Mijdarê saet 19:00´an li Buergerhaus a Neckerstadt Westê bihata lidarxistin. Lê ne di bangên Die Linke de û ne jî di yên komeleya Kurdan de ti sedema fikarên ewlehiyê nîne. Nivîskar Alexander Glasner-Hummel li ser vê dinivîse: “Parvekirina ku ew [Buergerhaus Neckerstadt west] xwe disipêrinê karê agahdarkirina raya giştî yê asayî ye. Bergê kitêbê hatiye parvekirin, li serê logoya çalakiyê hatiye bicihkirin. Di parvekirinê de navê PKK´ê hatiye hildan, lewma jixwe wê behsa qedexekirina wê bê kirin, ne ku reklama wê tê kirin.”

Ne tenê Alexander Glasner-Hummel, nivîskar hemû Elman in û aliyekî Kerem Schamberger Tirk e. Kitêb ji weşanxaneyeke mezin a Elmanyayê derçûye.  Organîzatorê çalakiyê partiyeke siyasî ya Elman e û di çalakiyê de wê meseleyeke demokrasiya Elmanyayê bihata minaqeşekirin. Lê dewleta Tirk bi rêya konsolosê xwe careke din dest werda azadiyên sereke yên welatiyên Elmanyayê. 

Ji ber wê nivîskar Alexander Glasner-Hummel di dawiyê de dibêje, “Heger bi paşxaneyeke wiha jî ne mumkin e li ser qedexekirina PKK´ê bê minaqeşekirin, naxwe kêmasiya demokrasiya [li Elmanyayê] ji ya ku me nivîskaran di kitêbê de analîz dikir û wêde jî girantir e.”

Lê bi vê biryara skandal çalakî nehat astengkirin. Çalakî li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Mannheimê doh bi rê ve çû. 

* https://www.ozgurpolitika.com/haberi-sansurkirina-hunere-heta-bi-elmanya-118345

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.