Tirkiye di sîstema nû de

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 23 Mijdar 2020 - 23:21

Tirkiye ku di warê cografî de xwedî cihekî stratejîk e, di sedsala 20`an de dewletên rojavayî, nexasim Emerîkayê, di şerê li dijî komunîstan de ew bi kar anî. Ketina Tirkiyê ya nava NATO`yê, di vê çarçoveyê de bû. Tevî ku Yekitiya Sovyetê di salên 90`î de hilweşiya jî, dîsa jî Tirkiyê girîngiya xwe ya wekî "alaveke fişarê" ji dest neda. Vê carê jî Emerîkayê wek alavekê li dijî belavbûna Rûsyayê li dewletên Asyaya Navîn, Îranê û parastina Îsraîlê bi kar anî.

Bi hatina AKP`ê re êdî dewleta Tirk peywira "Îslama nerm" jî ji Emerîka û Îsraîlê wergirt. Tirkiye bi rêya olê û qaşo parêzvaniya doza Filistînê, gelek dewletên Ereban xapandin û bi vî awayî hêdî hêdî mudaxele li dewletên Ereban kir. Bêguman, Ewrûpayê piştgirî dida Tirkiyê, ji ber ku wekî eniyeke li dijî Rûsyayê ew bi nav dikirin û destek didan wê.

Lê bi destpêkirina pêla şoreşên sala 2010`an li Rojhilata Navîn re, ku Ereb wek "Bihara Ereban" bi nav dikin, êdî hevsengî hatin guhertin. Wekî ku dîrokê îsbat kiriye, hevpeymanên heta hetayê tine ne. Hevsengiyên nû gotina dawîn dikin. Sultanê Enqereyê ku Tirkiye wek dewleteke "ilmanî" nîşan dida û destek ji dewletên rojavayî digirt, bi ser xwe ve çû û li pey xewna xwe ya Osmanî çû. Ji sala 2010`an heta roja îro, êdî Tirkiye hêdî hêdî ji bin desthilata Ewrûpa û dinya rojava derket. Ev "bihar" bi destpêkirina peymanên aştiyê yên Îsraîl û dewletên Ereban, tacîdar bû û êdî nexşeyên destpêkê yên Rojhilata Navîn diyar bûn ku Îsraîl wê serkêşiya wê bike.

Bi serdema Biden re sîstema nû ya cîhanê wê bi xetên xwe yên stûr diyar bibe. Tirkiye jî li cihekî xwe di nava vê sîstemê de ye. Lê gelo Tirkiye wê di kîjan eniyê de cihê xwe di vê sîstema nû de bigire?

Ji bo ku Tirkiye di sîstema nû de cih bigire, li pêşiya wê 4 kelem hene û ew jî wiha ne:

* Dewleta Tirk ji ber siyasetên xwe yên şantajê û destwerdanên derveyî xwestekên Yekitiya Ewrûpayê, kir ku aloziyeke mezin di navbera Ewrûpa û wê de hebe; nexasim ji ber pirsgirêkên ku di encama destwerdana dewleta Tirk di Deryaya Spî de û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana wê li Lîbyayê derketine. Dewletên Ewrûpayê û di serî de Fransa, êdî li dijî komên girêdayî faşîzma AKP-MHP`ê li Ewrûpayê hemleya qedexekirinê daye destpêkirin û qedexekirina koma Gurên Boz, derbeke dijwar a Ewrûpayê li dijî Tirkiyê bû.

* Komarên Ozbekistan, Kazaxistan, Tacîkistan, Qirxizistan, Tirkmenistan û Azerbêcanê, piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, serxwebûna xwe ragihandin. Dewleta Tirk jî van komaran wek "Komarên Tirkî" bi nav dike û xwe mudaxilî van dewletan kiriye. Her çi qas Ewrûpa û Emerîka bi rêya Tirkiyê ev komar wek eniyeke li dijî Rûsyayê bi kar dianîn jî, Rûsya helbet qada dewletên Asyaya Navîn û Qefqasyayê ji Tirkiyê re nahêle û vemirandina şerê Qerebaxê jî di vê çarçoveyê de bû. Tirkiye bêyî Ewrûpa, Îsraîl û Emerîkayê nikare li komarên navbirî li hemberî Rûsyayê bisekine. Lê ji ber nakokiyên Yekitiya Ewrûpayê bi dewleta Tirk re û nerazîbûna Emerîkayê ji ber kirrîna moşekên S-400 ên Rûsî, heta niha Tirkiyê piştgiriyeke xwe ya mezin ne ji Emerîka û ne jî ji Îsraîlê ji bo van herêman negirtiye.

* Li herêma Rojhilata Navîn û Lîbyayê, dewleta Tirk ji destpêka pêla şoreşan ve yekser da pey armanca xwe ya vejandina Mîsaqa Millî. Di vê çarçoveyê de, beşeke mezin ji Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dagir kir û çavê wê li Mûsil, Kerkûkê ne, dixwaze rakirina statuya Başûr û Şengalê jî ji holê rake. Her wiha ji ber destwerdana wê di Lîbyayê de jî li hemberî wê dewletên Ereban û di serî de Misr kete nava tevgerê û gef li Tirkiyê xwarin.

* Sedema esasî ya ku Tirkiye xistiye nava tengasiyeke mezin, çaresernekirina doza Kurd li Bakurê Kurdistanê û bidawîkirina pêvajoya aşitiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ye. AKP-MHP'ê her hewl dida bi rêya şer û komkujiyan dawî li Kurdan bîne, lê ji ber vê siyaseta wê ya şaş, Tirkiye ketiye çiravê. Ji ber siyaseta şaş, aboriya welat gelekî xirabûye. Lewra ji bo ku Tirkiye di herêmê de bibe xwedî rol, divê di serî de doza Kurd çareser bike.

Piştî ew qas şerê li dijî gelên herêmê, destwerdana di kar û barên dewletên cîran de, têkbirina aborî û çaresernekirina doza Kurd, gelo wê "qeder" dîsa li kêleka Tirkiyê bisekine?! Yan ji ber siyasetên Erdogan, Tirkiye wê ber bi hilweşîneke sedsalê ve biçe?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.