Polîtîka DYE’yê ya Rojhilata Navîn

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 18 Gulan 2021 - 03:52

Ji gotina Henry Alfred Kissinger a navdar "Bêyî Misirê şer nabe, bêyî Sûriyê jî aştî nabe" girîngiya herêma Rojhilata Navîn ji Emerîkayê re, diyar dibe. Henry Kissinger ku yek ji giringtirîn rayedarên Emerîkayê yên berê bû, ev gotin belasebeb nekirin.
Bi hatina rêveberiya nû ya Emerîkayê re û nexasim di 100 rojên destpêkê yên Biden de, gelek şirove û analîz hatin kirin ku êdî Rojhilata Navîn ji bo Emerîkayê ketiye radeya duyemîn. DYE êdî girîngiyeke zêde nade Rojhilata Navîn. Dibe ku Emerîka ji gelek herêmên ku bi salan e şer lê rû dide yên wekî Efxanistanê derkeve, lê helbet di dîzaynkirin û avakirina sîstema nû ya cîhanê de, Rojhilata Navîn beşeke sereke ya konsepta nû ye.

Emerîka dizane ku Çîn bi wê re ketiye pêşbirkê da ku rêveberiya cîhanê nexasim di aliyê aborî de bike. Lewra DYA`yê hema mirov dikare bêje ku hêza xwe ya sereke ji bo sekinîna li hemberî Çînê daye xebitandin. Ji bo sekinîna li hemberî Çînê, aramkirina Rojhilata Navîn û avakirina koalîsyonên nû, beşeke sereke ya plansaziya DYE`yê ye.

Li ser vî esasî, DYE tê gihîştiye ku heta bi Îranê re lihevkirin neyê kirin, li Rojhilata Navîn wê her û her alozî hebe. Dema em behsa Îranê dikin, ne tenê cografyaya Îranê, lihevkirina DYE`yê bi Îranê re aramkirina Iraq, Lubnan, kêm zêde Sûriye, Yemen û aloziya Filistîn û Îsraîlê ye jî.

Ji ber vê yekê, di bin navê vejandina peymana nukleerî ya Îranê de ku rêveberiya berê ya Emerîkayê jê vekişiyabû, ev demek e li Viyanayê danûstandinên yekser di navbera Washington û Tehranê de çêdibin. Lewra dibe ku bi navê peymana nukleerî DYE û Îran li hev civiyan, lê esas, ev danûstandin ji nukleerê mezintir e û dikeve çarçoveya dîzaynkirina herêmê. Anku mesele avakirina koalîsyonekê ye, di serî de li dijî Çînê û di radeya duyemîn de li dijî Rûsyayê.

Bê guman ji her kesî re diyar e ku ev danûstandin ne hêsan in. Ne bûyerek e ku hema di nava çend hefteyan û çend mehan de, were çareserkirin. Di sala 1979`an de, bi destpêkirina Şoreşa Îslamê li Îranê û hewldanên destdayîna li ser baylozxaneya Emerîkayê li tehranê, aloziyê di navbera DYE û Îranê dest pê kir. Lewra, ev danûstandinên li Viyanayê gelekî dijwar in û dibe ku wexteke dirêj bixwe.

Lê aliyê din, bi erêkirina Emerîkayê, Erebistana Siûdî li xwe mukir hat ku wan û Îranê dest bi danûstandinan kiriye. Jixwe, dijmantiya Îranê û Erebistana Siûdî û hin dewletên Kendavê jî di çend salên dawî de gihîşte asta xwe ya herî bilind. Şerê li Yemenê jî mînaka vê yekê ye. Serketina danûstandinên Siûdî û Îranê, girêdayî serketina danûstandinên Viyanayê.

Dewleteke din a Rojhilata Navîn a girîng ku divê Emerîka bi wê re bide û bistîne, Tirkiye ye. Nexasim piştî ku dewleta Tirk beşek ji Sûriyê û Iraqê dagir kiriye û destwerdana Lîbyayê kiriye. Lê heta niha DYE`yê helwêsteke erênî li hemberî Tirkiyê nîşan nedaye. Berovajî, wê du derb li peyî hev li Tirkiyê xistin. A yekê naskirina komkujiyên Ermenan wekî qirkirinekê û derxistina Tirkiyê bi temamî ji bernameya çêkirina balafirên F-35. Tevî ku heta niha siyaseta Emerîkayê li hemberî Tirkiyê ne zelal e jî, lê diyar dibe ku wê rejîma Tirkiyê ya heyî bi serkêşiya faşîzma AKP-MHP`ê di vê konseya nû ya herêmê de roleke xwe ya sereke tine be. Lewra Tirkiyê zû bi vê yekê hisiya û dest bi vegerandina têkiliyan bi Misrê re û Erebistana Siûdî re kir. Lê zehmetiya birêveçûyîna van danûstandinan jî ne kêmî danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê ye.

Ya girîng ji bo me Kurdan, em ê çi bikin? Niha li herêmê lihevkirin û hevalbendên nû çêdibin. Yanî dijminê doh bûye dostê îro û yan jî berovajî wê. Lewra divê Kurd vê pêvajoyê baş binirxînin. Bila Kurd xwe nexapînin ku rêveberiya Biden ji Kurdan hez dike û her tiştê ku Kurd bixwazin, Emerîka wê bide wan. Ev xapandineke mezin e. Bi nêrîna min her çi qas zû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd bigihêjin yekîtiyekê û ev yekîtî bibe bingehê yekîtiyeke kurdistanî, di vê serdemê de Kurd jî dê bibin xwedî hêzeke siyasî û leşkerî. Heger yekîtî çênebe, dibe ku destketiyên heyî jî ji dest Kurdan biçin. Jixwe, Tirkiyê niha li Başûrê Kurdistanê ji bo vê hewl dide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.