Li ser serdana şandeyên DYE`yê

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 25 Gulan 2021 - 03:45

Di nava hefteyekê de 2 şandeyên payebilind ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şandeya yekê ji nûnerên Wezareta Karên Derve, Ewlehiya Neteweyî û îstixbaratê pêk dihat. A duyemîn jî ji fermandarê Kaolîsyona Navneteweyî Calvert û fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkayê McKenzie pêk dihat. Her du şande bi rayedarên MSD û QSD`ê re civiyan.

Balkêş e ku cara yekê şandeyên payebilind ên Emerîkayê bi awayekî eşkere serdana herêmê dikin û bi rayedarên Rêveberiya Xweser û QSD`ê re dicivin. Jixwe, Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê jî cara yekê ye bi awayekî fermî têkildarî serdana xwe daxuyanî belav kir.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî hevdîtina wan bi her du şandeyan re, li ser hesabê xwe yê twitterê got, wan hebûna Koalîsyona Navneteweyî li herêmê ji bo pêkanîna serketina daîmî ya li dijî DAIŞ`ê, desteka îstiqrarê û Rêveberiya Xweser, her wiha astengiyên ewlekariyê û yên aborî, nîqaş kirine.

Di demekê de ku nexşeya nû ya herêmê tê. amadekirin û şerê Îsraîl û Filistînê careke din gur bû, her wiha hewldanên AKP-MHP`ê yên qirkirina gelê Kurd û têkbirina Tevgera Azadiyê, serdaneke di vê astê de ji bo herêmê, nexasim ji bo Kurdan gelekî girîng e. 
Jixwe, ev çend sal in, Emerîka li bakurê Sûriyê ye, îcar taybetmendiya vê serdanê çi ye? A yekê, şandeyeke siyasî û ewlekariyê ya DYE`yê di vê demê de hatina wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nîqaşkirina sîstema Rêveberiya Xweser, asta serketinên ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi dest xistine, derdixe holê. Cara yekê ye ku Kurd xwe bi xwe, projeya xwe bi dewletên wekî Emerîkayê re nîqaş dikin. Beriya vê serdemê, her dema ku behsa doza Kurdan dihate kirin, dewletên ku Kurdistan dagir kirine, yan jî Kurdên xwefiroş bi navê Kurdan di civînên navneteweyî de diaxivîn. Lê bi projeya Rêveberiya Xweser re, êdî ev yek hate guhertin û Kurd û pêkhateyên din xwe bi rê ve dibin û projeyên xwe yên çareseriyê pêşkêş dikin.

A duyemîn, di serî de Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî bi vê serdana xwe peyam dan ku ew ê li herêmê destekê bidin projeya Rêveberiya Xweser, nexasim di warê aborî, ewlekarî û siyasî de. Bi vê yekê jî careke din girîngiya Rojhilata Navîn ji bo Emerîkayê derdikeve holê.

Niha li pêşiya pêkhateyan, nexasim Kurdan derfeteke zêrîn heye. Derfeteke ku kêm caran di dîrokê de dubare dibe û ev şens dibe yê Kurdan. Kurd di vê serdemê de xwedî proje ne, anku nebûne dûvikê ti dewletan. Êdî xwe bi xwe bi rê ve dibin û hêdî hêdî projeya xwe bi cîhanê dane naskirin. Lê ev yek jî têrê nake, divê hîna zêdetir Kurd dîplomasiyeke xurt bidin meşandin. Di vê dîplomasiyê de, divê Kurd xeta Erebî û navneteweyî ji xwe re esas bigirin.

Bê guman dewleta Tirk ji serdana van her du şandeyan gelekî hêrs bûye û nexasim ji ber ku şandeyan serdana Tirkiyê nekiriye, ev yek jî peyameke zelal e ji bo rejîma faşîsta AKP`ê. Koalîsyona faşîst a AKP-MHP`ê ketiye nava seferberiyê da ku van her du serdanan bi rêya kesayetên wekî James Jeffrey bê bandor bike. Koalîsyona Tirkiyê ya AKP-MHP`ê ya faşîst her dem xwe wekî alternatîfa sîstemê li herêmê dibîne. Lê di çend salên dawî de û desteka Tirkiyê ji bo terorê û derketina wê ji xeta rojavayî, her wiha têkbirina pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê, êdî AKP-MHP`ê Tirkiye ber bi çiravekê û dorpêçeke siyasî û aborî ve bir.

Lewra êrişên wê yên dawîn ên li dijî çiyayên Kurdistanê ku gelek çavdêr wekî "Şerê dawî yê dewleta Tirk" bi nav dikin, derfeta dawî ya dewleta Tirk e ku yan dê beşdarî pêvajoya aştiyê bibe, yan jî dê Kurdan bi tevahî hedef bigire.

Ji ber vê yekê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekdayîna Rêveberiya Xweser û danîna bingehê yekitiya neteweyî ya Kurdan, bê guman wê koalîsyona AKP-MHP`ê têk bibe û Kurd jî bibin xwedî statu. Helbet bi têkbirina AKP-MHP`ê re, li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê wê Kurd û dostên wan ên demokratîk pêvajoya nûkirinê û aştiyê bi rê ve bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.