Kampa Holê ne tenê berpirsyariya me ye!

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 6 Nîsan 2021 - 02:09

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka QSD'ê û Hêzên Antîterorê di 28`ê Adarê de li kampa Holê da dest pêkirin, careke din xetera hebûna malbatên çeteyên DAIŞ`ê, nexasim zarokên wan ên di kampê de, derxist holê. 

Kampa Holê ya li kantona Hesekê, piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê di sala 2019`an de li Baxozê, veguherî kampa herî xeternak a cîhanê. Piştî têkçûna "xîlafeta DAIŞ’ê" bi destê hêzên QSD`ê, pirraniya malbatên DAIŞ`ê û zarokên li Baxozê mabûn, li kampa Holê hatin bicihkirin. 

Di kampê de, zêdetirî 60 hezar kesan hene, pirraniya wan malbatên DAIŞ`ê ne ku ji 57 dewletên Ereb û yên biyanî ne. Her wiha di kampê de, zêdetirî 30 hezar zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di kampê de li ser fikrên tundraw ên DAIŞ`ê tên perwerdekirin, hene.

Baş e, gelo çima kampa Holê bû xeternaktirîn kampa cîhanê? Bi têkçûna DAIŞ`ê li Baxozê re, çeteyên DAIŞ`ê cihê xwe yê herî dawî li rojhilatê Firatê ji dest da û êdî ti hebûneke xwe ya leşkerî ku jê herêman dagir bike, nema. Di pêngavên rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê de, hêzên QSD'ê û Rêveberiya Xweser malbatên DAIŞ`ê, nexasim jin û zarok, birin kampa Holê. 

Ji sala 2019`an ve, êdî rewşa kampa Holê her ku çû xeternaktir bû. Ji ber ku jinên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî wan di kampê de xwe bi rêxistin kirin û zarokên xwe li ser fikrên DAIŞ`ê yên tundraw perwerde kirin. Di gelek serdanên dezgehên çapemeniyê yên li kampa Holê de, ev yek bi awayekî eşkere derket holê û jinên DAIŞ`î digot, DAIŞ dê bidome û ew ne poşman in.

Her wiha di kampê de, malbatên DAIŞ`ê "dadgehên xwe û cihên xwe yên muhasebekirinê" jî ava kirin û kesên ku ji ser rêya DAIŞ`ê vedigeriyan, yekser dikuştin. Hema tenê ji destpêka sala nû ve, li gorî daneyên hêzên ewlekariyê, zêdetirî 47 kesan di kampê de ji aliyê malbatên çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin. 

Hêzên ewlekariyê ji bo ku bûyerên qetilkirinê di hundirê kampê de rawestînin û şaneyên DAIŞ`ê bigirin, dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir. Di pêngava yekemîn de ku 5 rojan dewam kir, hêzên ewlekariyê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan 120 çeteyên DAIŞ`ê, di nav de 20 berpirs, girtine. Wan da zanîn ku kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye. 

Gelo kampa Holê tenê berpirsyariya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye û bi operasyoneke ewlekariyê dê ev pirsgirêk were çareserkirin? Yên ku difikirin ku rewşa kampa Holê dê bi operasyonên leşkerî çareser bibe, dê rastî encamên nedîtî werin. Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd ji ANHA`yê re axivîbû û hişyar kir ku di paşerojê de ji kampê terorîstên mezin dikarin derkevin; wî piştrast kir ku operasyonên ewlekariyê ne bes in ji bo berterefkirina vê tehlûkeyê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê, gelek caran bang li dewletan kir da ku welatiyên xwe yên DAIŞ`î ku li gel wan girtî ne, vegerînin. Lê heta niha ev bangên rêveberiyê û QSD`ê bê bersiv mane. Heger zarokên di kampê de baş neyên perwerdekirin û dûrî fikrên tundraw nekevin, dê di paşeroja herêmê û ya cîhanî de xetereke mezin çêkin. Nifşekî nû yê DAIŞ`ê dê were avakirin û cîhanê bi tevahî bixe nava xeterê.

Ji bo ku pêşî li vê diyardeya xeternak were girtin, pêwîstiyeke lezgîn a mudaxeleyeke navneteweyî heye. Heger dewletên ku bi hincetên cuda naxwazin DAIŞ`iyên welatiyên xwe vegerînin, qet nebe divê destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku cihên taybet ji bo zarok û malbatên DAIŞ`ê werin avakirin û ji nû ve ev nifş were perwerdekirin. Ji ber ku xetera ku niha kampa Holê çêdike, ne tenê berpirsyariya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye. DAIŞ bûye belayeke cîhanî û felaket bi xwe re anî. Her çi qas QSD`ê cîhan ji xetera DAIŞ`ê rizgar kir û koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin jî, lê barê perwerdekirina malbatên DAIŞ`î gelekî giran e û pêwîstî bi koalîsyoneke din a herêmî û navneteweyî heye. 

Heger di demeke nêz de mudaxeleyeke navneteweyî li kampa Holê neyê kirin, nexasim bi dewamkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, nêzik ne dûr, cîhan dê bi nifşekî nû yê DAIŞ`ê re rû bi rû bibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.