Gotara heftane ya nivîskar Welîd Faris ku bi eslê xwe ji Lubnanê ye û ji salên 80`yî ve li Emerîkayê di navendên hikûmetê de û wek şêwirmendê gelek endamên Kongreyê dixebite, û her wiha şêwirmendê kampanyaya hilbijartinê ya Trump jî bû, balkêş bû. Faris her sêşem di rojnameya Independent Arabia de dinivîse. Hefteya derbasbûyî mijara nivîsa wî "Şerê lobiyên Rojhilata Navîn ê li Washingtonê" bû.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wek navenda lobiyan tê naskirin. Welîd Faris dibêje: "Biryara siyasî ya dawî û nexasim têkildarî siyaseta derve, girêdayî kûrbûna komên fişarê, lobî, ragihandin û berjewendiyên darayî û aborî ne. Ya girîng ji bo raya giştî ya Rojhilata Navîn, divê bizane ku siyaseta derve ya DYE`yê ne tenê encama komployan e û wekî gelek kes bi "komplogeran" dinirxînin… Lê ev siyaset vedigere çavkaniyên cur bi cur ên fişarê û ji saziyên dewletê anku rêveberî û Kongreyê dest pê dike."
Baş e gelo ev nirxandin ji bo me Kurdan tê çi wateyê? Divê Kurd bizanin ku lazim e kedeke mezin û dîplomasiyeke xurt bi rêya lobiyên xwe yên taybet bikin da ku doza Kurdan û mafên xwe di navendên biryardayînê yên cîhanê de bidin guhdarîkirin û biparêzin. Mixabin heta niha Kurd di vê mijarê de lawaz in û hîna li ser asta hundirîn û derve sazûmaniyeke xwe di vê çarçoveyê de ava nekirine.
Pirsgirêka Kurdan a şer û têkoşînê li hemberî dijminên xwe tine ye. Ne tenê divê di şer de tu li hemberî dijminê xwe bi ser bikevî, a girîng ew e tu wê çawa van serketinan û siyaseta qirkirinê ya ku dijminê te li ser te dide meşandin, bi cîhanê bidî qebûlkirin û guhdarîkirin.
Lê li hemberî vê yekê jî, dijminên Kurdan û di serî de dewleta Tirk bi şev û roj di nava liv û tevgerê de ne da ku dewletên cîhanê û nexasim Emerîka, Rûsya û yên din destekê nedin Kurdan û bi statuya Kurdan itîraf nekin. Di vê çarçoveyê de, malpera Sas Postê raporeke têkildarî lobiya dewleta Tirk ji serdema Obama heta serdema Trump amade kir. Li gorî Sas Postê, dewleta Tirk bi rêya şirketa "Point Strategies 30" ku kirê kir û fişar li lobiyeke girêdayî Îsraîlê kir da ku destekê bide dewleta Tirk ku PKK’ê bixe lîsteya terorê.
Li gorî heman rapora Sas Postê, generalê Emerîkî ku piştre di serdema Trump de bû şêwirmendê wî yê ewlekariya neteweyî, Michael Flynn ji aliyê dewleta Tirk ve bi 530 hezar dolarî hate kirrîn. Dema ku Flynn bû şêwirmendê Trump jî destek da dewleta Tirk û plana Emerîkayê ya ku rêveberiya Obama ji bo çekdayîna YPG`ê û hevkariya Emerîkayê bi YPG`ê re da ku bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê rizgar bikin, sekinand.
Li gorî raporeke din a Sas Postê ku behsa lobiyên dewleta Tirk ên li Emerîkayê dike, dewleta Tirk di sala 2015`an de bi şirketa Dickstein Shapiro re peyman îmze kir da ku di Kongreyê de destekê bide dewleta Tirk. Di vê çarçoveyê de, şirketê bi daxwaza dewleta Tirk fişar li ser projeya biryara Kongreyê ya perwerdekirin û destekdayîna hêzên pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê kir da ku ev proje were betalkirin.
Ji bilî van şirketan dewleta Tirk bi gelek şirket û kesayetên din re li hev kiriye da ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk bimeşin. Li gorî Sas Postê, ji sala 2010'an heta sala 2020`an, dewleta Tirk a qirker 33 milyon û 652 hezar dolar daye lobiyên li Emerîkayê, tenê ji bo berjewendiyên AKP`ê di qirkirina gelan û nexasim Kurdan de.
Niha jî dewleta Tirk hewl dide bi rêya lobiyên xwe yên derve û bi taybetî Emerîkayê û siyaseta xwe ya li herêmê, dagirkirina axa Sûriyê bide rewakirin û van herêmên ku dagir kirine, bi Tirkiyê ve girê bide.
Di roja îro de jî, heta niha dewleta Tirk a dagirker û qirker bi rêya lobiyên xwe, fişarê li wan dewletan dike ku destwerdana Sûriyê kiriye, da ku Kurd beşdarî civînên navneteweyî yên mîna Cenevre û komîteya destûrê ya Sûriyê nebin.
Lewra êdî dem hatiye ku Kurd vê benda ku dewleta Tirk daniye, derbas bikin û doza Kurdan bi hemû cîhanê bidin qebûlkirin. Bi pêkanîna yekîtiya neteweyî de ku van rojan nîqaşên wê geş bûne û rêveberiya nû ya Emerîkayê êdî ev mijar dê bi hêsanî were derbaskirin û hemû hewldanên dewleta Tirk ên binaxkirina doza Kurdî dê werin têkbirin.
parvê bike
Nivîsên Kendal CÛDÎ
Li ser serdana şandeyên DYE`yê
25 gulanê
Polîtîka DYE’yê ya Rojhilata Navîn
18 gulanê
Mikurhatin û gotin a gelê Başûr e
11 gulanê
Taxa Teyî û dersek
4 gulanê
Vebijêrkên Rûsyayê li Sûriyê
27 nîsanê
Durûtiya WHO’yê li dijî gelan
20 nîsanê