Taxa Teyî û dersek

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 4 Gulan 2021 - 05:07

Dema min wêneyê rakirina zarokekî taxa Teyî ya Qamişloyê di destê şervaneke Hêzên Ewlekariya Hundir de dît, senaryoya rizgarkirina Minbicê hate pêş çavên min. Li Minbicê, dema şervanên YPJ`ê sivîl ji qadên şer derdixistin û ew dianîn cihên ewle, wêneyê rakirina zarokekî ji aliyê şervaneke YPJ`ê ve, rastî û heqîqeta şervanên azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxist holê. 

Minbic û taxa Teyî, du deverên dûrî hev; yek sala 2016`an ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû û ya din jî di 2021`ê de ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî rizgar bû. Lê qedera rizgarkirina ji çeteyan, ew kirin yek. 

Şerê rizgarkirina taxa Teyî ku di 20`ê Nîsanê de dest pê kir, bi rizgarkirina tevahiya taxê ji çeteyan, tacîdar bû. Şerê rizgarkirinê yê taxa Teyî careke din îsbat kir ku azadî û rizgarkirin ti cihê wan ê taybet tine ye, li ku derê zilm û sûc hebe, şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hawara sivîlên wê herêmê de diçin. Taxa Teyî jî xelekek ji zincîra şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku sala 2012`an li Kobanê dest pê kir.

Taxa Teyî heta beriya çend rojan di bin tarîtiya çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên ser bi rejîma Sûriyê de bû. Dîroka avakirina vê koma çete vedigere sala 2004`an anku sala şoreşa 12`ê Adarê ya Qamişloyê li dijî rejîma destpot. Endamên vê komê ji Erebên şoven ên nîjadperest pêk tên. Pirraniya wan di bûyerên destavêtin û madeyên hişbir û gelek kiryarên qirêj de, hatibûn girtin. Lê piştî destpêkirina Serhildana 12`ê Adarê, ev kom wekî şaxekî sereke li dijî Kurdan li herêma Cizîrê hate avakirin û ji wê demê de hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û nexasim pêkhateya Kurd û Ereb de çêke. 

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re vê koma çete xwe wekî tabûrên leşkerî li Qamişlo û Hesekê, bi rêxistin kir. Li Qamişloyê rejîmê taxa Teyî radestî koma çete ya Dîfaa El-Wetenî kiribû. 

Di taxa Teyî de, çeteyan bazirganiya madeyên hişbir, dizî, bazirganiya mirovan, destavêtin û wekî din dikir. Her wiha her  dema ku rejîmê dixwest rewşa aram a herêmên Rêveberiya Xweser tevlihev bike, çeteyên Dîfaa El-Wetenî dixistin dewrê. Di heman demê de, çeteyan taxa Teyî kiribû navendek ji bo amadekirina mayin û erebeyên bombebarkirî da ku li herêmên Rêveberiya Xweser biteqînin. Gelek endamên şaneyên Dîfaa El-Wetenî dema hatin girtin, li vê yekê mikur hatin. Ji bilî vê yekê, çeteyan ji taxa Teyî gelek caran hewl dida madeyên hişbir derbasî tevahiya Qamişloyê bikin. Gelek caran ev hewldanên wan hatin têkbirin. 

Li aliyekî din jî, rejîma Beesê bi rêya çeteyên xwe yên li taxa Teyî gelek caran hewl da fitneyê li herêmê çêke. Ji hedefgirtina rûspiyên Ereb ên ku baweriya wan bi felsefeya biratiya gelan hebû, heta bi belavkirina agahiyên reşkirinê û ne rast ên li dijî saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê. Qetilkirina Hayis El-Ciriyan ku hewl dida êrişa çeteyên Dîfaa El-Wetenî rawestîne, mînakeke zindî ya vê yekê ye. 

Dema ku çeteyan 20`ê Nîsanê êriş kir û endamekî hêzên ewlekariyê şehîd kir, êdî şerê rizgarkirinê dest pê kir. Çeteyan gelek hewl da ku vî şerî wekî şerekî Kurd-Ereb bidin pêş û li ser vê yêke gelek propaganda kir. Lê hewldanên wan hemû bi bin ketin. Ya ku nehişt çete bigihêjin armanca xwe, neteweya demokratîk bû ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş. Taxa Teyî, careke din isbat kir ku neteweya demokratîk ku bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, ne tenê gotinek e, hema tê gotin. Berovajî, neteweya demokratîk êdî bûye modela jiyaneke nû ya birûmet ku pêkhate û olan hemûyan dihewîne. 

Bi rizgarkirina taxê piştî şerê çend rojan, êdî gelê taxê bi silametî vegeriya taxê û jyana xwe ya normal dewam dike. Sazî û desteyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser jî li taxê dest bi xizmeta şêniyan kir. 

Taxa Teyî wekî cêwiyên xwe Minbic, Reqa, Dêrazor û yên din, kincên tarîtî û şovenî ji ser xwe avêtin û cilûbergên neteweya demokratîk li xwe kirin. Çawa ku îro herêmên navbirî piştî rizgarkirinê xwe bi rê ve dibin, êdî taxa Teyî jî ber bi xwebirêxistinkirinê ve diçe. Taxa Teyî ku Hayis El-Ciriyan û şehîd Xalid bûne rêya rizgarkirina taxê, wê bi lehengiya hêzên ewlekariyê her parastî bimîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.