Durûtiya WHO’yê li dijî gelan

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 20 Nîsan 2021 - 02:25

Pêla sêyemîn a pandemiya Koronayê, rewşa insanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir dike. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa di 12`ê Nîsanê de, bi civîneke çapemeniyê ragihand ku rewşa heyî nîşana rûdana kareseteke mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Mistefa got, dibe ku rewş ji kontrola wan derkeve.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên di destê xwe de, ji bo pêşî li belavbûna Koronayê bigire, di 13`ê Nîsanê de qedexeya derketina derve ya giştî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand.

Balkêş e ku tevî xetera vê pêla sêyemîn a Koronayê jî, heta niha rêxistinên mafên mirovan û nexasim Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li hemberî gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkên xwe bi cih neanîne. WHO´yê heta niha destûr nedaye ku dermanê ji bo Koronayê û derziya li dijî wê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibe, bi hinceta ku rêveberî nehatiye naskirin.

Li gorî agahiyan, WHO´yê ji berê ve bi Desteya Tenduristiyê re di nava têkiliyan de ye, lê nîqaş hemû, wekî gotin man, û tiştek li ser rûyê erdê pêk nehat. Nebûna alîkariyan hişt ku pêla sêyemîn zû belav bibe.

Beriya niha jî, Desteya Tenduristiyê ragihandibû ku WHO´yê ji wan re gotiye, ew ê derman bidin hikûmeta Şamê û ew jî wê bigihîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Desteya Tenduristiyê, ji ber vê gava WHO’yê metirisyên xwe anîbûn ziman û gotibû, ev derman dê fikarekê li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkin.

Lê ya sosret, WHO’yê ragihand ku ew ê dermanê ji bo Koronayê di Nîsanê de, bi rêya Dîloka Bakurê Kurdistanê bigihîne bakur rojavayê Sûriyê di navê de Idlib jî heye ku di bin serweriya rêxistina El-Qaîde de ye. Gelo WHO çawa dikare bi rêveberiya El-Nusra re ya ku Idlib dagir kiriye û di nava lîsteya terorê ya navneteweyî de ye, bide û bistîne, û dermanê Koronayê bigihîne wan herêman? Gelên herêmê ne li dijî ne ku derman bigihîje sivîlên li Idlibê, lê dipirse ka çima WHO dermanê Koronayê nadê wan? Ev yek durûtiya WHO’yê li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide yên ku bi hezaran ciwanên xwe dan da ku parastina tevahiya cîhanê ji terora DAIŞ`ê bike.

Li aliyekî din jî, girtina deriyê Til Koçer (El-Yerûbiyê) ku tekane derî bû ku pêdiviyên tenduristiyê bi rêya wê digihîştin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşê girêktir dike. Ji ber ku li herêmê zêdetirî 6 milyon kes hene. Di heman demê de, 3 kampên mezin ku bi hezaran koçber û penaberên ji herêmên cuda yên Sûriyê û bi deh hezaran nefsên malbatên DAIŞ`ê hene, barê Rêveberiya Xweser girantir dikin.

Rêxistina Save the Children, 15`ê Nîsanê raporeke têkildarî belavbûna Koronayê li herêmên Rêveberiya Xweser û metirsiya rûdana karesetekê li herêmê weşandibû û tê de hişar kiribû. Rêxistinê got, deriyê Til Koçerê yê bi Iraqê re ku wekî deriyekî ji bo destekdayîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û bi biryara Rûsyayê sala 2020`an hate girtin, rewşa mirovî xerabtir dibe. Rêxistinê got, li sê kampên di bin rêveberiya Kurdên Sûriyê de, di vê mehê de 46 kes bi Koronayê ketine û da zanîn ku zêdebûna pêketiyan, wê rewşa li kampên koçberiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerabtir bike û banga destekdayîna herêmê kiribû.

Pêla sêyemîn a Koronayê li gorî Heyva Sor a Kurd, her kesî hedef digire, anku ji zarokan heta bi kesên temenmezin bi Koronayê dikevin. Lewra, Rêveberiya Xweser tevî dorpêça li dijî xwe hemûyî jî, bi rêya desteyên xwe hewl dide nehêle ev bela pirr li herêmê belav bibe û bibe sedema mirina welatiyan.

Erka her kesî ye û nexasim rêxistinên mafên mirovan û dewletên Koalîsyona Navneteweyî û Kurdistaniyên li derve ye ku desteka tenduristiyê bidin Rêveberiya Xweser da ku ev pandemî hîna zêdetir belav nebe. Ji ber ku vî gelî heq kiriye destek jê re were kirin. Tevî ku navendên karantînayê li tevahiya herêmê hatin avakirin ji bo nexweşên Koronayê, lê ev navend nikarin hejmareke zêde ya nexweşan pêşwazî bikin, ji ber ku defetên di destê wan de pirr kêm in.

Li gorî daneya herî dawî ya Desteya Tenduristiyê heta niha 13 hezar û 883 kes li herêmê bi Koronayê ketine. Tişta ku ji destê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê, tenê xweparastin e û pêkanîna biryarên Rêveberiya Xweser e û li bendê ne ku cîhan bi wijdan tevbigerê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.