Me sala 2020´an bi du bûyerên balkêş bi dawî kir, wan herduyan hişt ku hevsengiya cîhanê û herêmê biguhere. A yekê vîrûsa koronayê (Covid-19) bû, ya duyemîn jî rakirina dorgirtina li ser Îsraîlê bi rêya peymanên bi navê "Hevpeymana Îbrahîm" bû. Ji her du bûyerên girîng hate îsbatkirin ku Kurd dikarin pêşengiya sîstema demokratîk a li ser wekhevî û jiyana hevbeş bikin û Kurd li guhertinê vekirî ne.
Lê gelo, çima koronayê û destpêkirina têkiliyên Îsraîlê bi dewletên Ereban re, sîstema cîhanî û di nav de jî sîstema Rojhilata Navîn, hejand?!
Niha korona hatibe çêkirin yan jî vîruseke xwezayî be, ev mijareke din e. Lê ya ji bo mirovahiyê girîng ew e ka korona çi bi xwe re anî. Vîrusa koronayê diyar kir ku sîstemên ku hêzên hegomonîk didan meşandin û nexasim di aliyê aborî de, bi kêrî civakê nayên. Ji ber ku civak esas nedihate dîtin, û tenê çîna dewlemend esas hate dîtin.
Vîrusa koronayê sîstema kapîtalîst tazî jî kir û rûyê wê yê "xweşik" ku xwe pê dida qebûlkirin, li her kesî eşkere kir. Koronayê em fêr kirin ka çawa em bûne hovên xwezaya xwe û roj bi roj em xwezaya xwe bi destê xwe difetisînin.
Koronayê careke din pêşdîtin û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî mêjiyê ku sîstema cîhanê bi rê ve dibe, piştrast kirin. Ocalan bi rêya parêznameyên xwe ku di zindana Îmraliyê de nivîsandine, balê dikişîne ser sîstema heyî û bi awayekî mezin vê sîstemê rexne dike. Ocalan sedema têkçûna xwezayê û rûdana karesatan bi sîstema desthildar a kapîtalîst û qezenca zêde ve girê dide.
Ocalan têkildarî mijarê dibêje, "Eger civak li ekolojiya civakî venegere û desthilatdar dest ji qezenca zêde bernede, wê bi karesatên mezin re rû bi rû bibin." Bi vê yekê Ocalan rêya çareseriyê bi parastina ekolojiyê û bi hev re karkirinê ve girê dide.
Bûyera din a ku hişt hevsengiyên sedsalî werin guhertin, hevpeymanên aştiyê yên Îsraîlê û dewletên Ereban bûn. Li gel destpêkirina têkiliyên aştiyê yên di navbera Îmarat û Îsraîlê de, nexşeya Rojhilata Navîn a nû yan jî Rojhilata Navîn a "Mezin" hate xêzkirin. Ji van hevpeymanan diyar bû ku êdî Îsraîl bi destekdayîna DYE û dewletên rojavayî, wê rêvebertiya herêma Rojhilata Navîn bike. Her wiha Îsraîl bi van peymanan, destpêkê hêdî hêdî xwe ji dorpêça aborî û siyasî ya cîranên xwe xelas dike. Diyar e ku di sala 2021`an de jî wê dewletên din ên Ereban bidin pey hev da ku bi Îsraîlê re hevpeymanên aştiyê îmze bikin. Dewletên Ereban jî êdî tê gihiştin ku dewamkirina bi mêjî û sîstema berê û sloganên qaşo "parêzvanên doza Filistînê" dê nekarin di sîstema nû ya cîhanê de ku piştî koronayê bi taybetî jê re amadekarî tê kirin, cihê xwe bigirin.
Di sîstema nû de ya ku piştî koronayê jê re amadekarî tên kirin, Kurd ne dûr in. Bi gotineke din, Kurd ji hemû gelên Rojhilata Navîn bêhtir li guhertinê vekirî ne û xwedî proje ne. Ew jî projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirî ye anku “neteweya demokratîk”. Dewletên sermeyadar vê yekê baş dibînin ku Kurd ji sîstema nû ya cîhanê re amade ne û heta dikarin pêşengiyê jî jê re bikin.
Têkoşîna ku bi salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hovtirin terorîstên DAIŞ’ê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk mînakên zindî yên vê yekê ne. Kurdan îsbat kir ku ew dikarin bi gelên din re wekhev bijîn û ti ferq û cudahiyê nexin navbera ol, mezheb û gelan. Ya ku hiştiye heta niha Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser lingê xwe jî bimîne jiyana hevbeş û komunal a Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen û Çerkezan e.
Sosyologê fransî Edgar Morin jî têkildarî guhertinên li sernaserê cîhanê û amadekariyên civakan û sîstemên herêmî û cîhanî ji bo van guhertinan, dibêje "Cîhan tê guhertin, pê re jî warên jiyanê yên wekî aborî, siyasî, veguhestin, çand û perwerde têne guhertin. Yê ku guhertinê red dike, çarenûsa xwe dogmatîzm û tarîtî ye."
Êdî Kurd xwedî proje ne û projeya wan serketî ye, û Kurd li guhertinan vekirî ne. Lewra di sala 2021`an de, lazim e Kurd projeya xwe bi civakên derdora xwe yên dewletên cîranên xwe, nexasim Ereb, Tirk û hemû civakên biyanî bidin naskirin û pênasekirin. Kurd sala 2021`an divê bikin sala nasandina Kurdan û projeya wan a Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre neteweya demokratîk.