Salvegera 11`an a destpêkirina aloziya Sûriyê nêz bûye. Pêkhateyên Sûriyê jî wekî hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, bi destpêkirina pêlên "Bihara Gelan" re li dijî rejîma despot û zordar a Beesê daketin qadan û daxwaza mafên xwe yên rewa kir.
Lê rejîma Baasê bi guleyan û balefiran bersiva daxwaza gelê Sûriyê da û hîna jî vê rêbaza xwe ya kujer didomîne. Em behsa encamên destpêkirina aloziya Sûriyê ku ev 11 sal in didome û çi wêranî bi xwe re anî, nakin. Lê belê em ê behsa zêhniyeta ku rejîma Beesê ya nîjadperest û qirker bikin a ku hişt aloziya Sûriyê dirêj bibe û bibe deryaya xwîna gelê Sûriyê.
Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin û ewlehiya jiyana tevahiya pêkhateyan yanî Ereb, Kurd, Ermen, Tirkmen, Çerkes û Xirîstiyanan misoger kir, ev yek li xweşiya rejîma Beesê neçû. Rejîm, ji bo ku ewlehiya herêmên di bin parastina QSD`ê de têk bibe, kete nava pîlanên qirêj.
Bê guman, piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2018`an de û piştre dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019`an de, wekî ku ruh bi rejîmê bê, dest bi pîlanên xwe kir. Li ser vê mijarê, yekane xala hevbeş a ku rejîma Bees û AKP-MHP li ser hev dikin heye, ew jî dijminatiya QSD û Rêveberiya Xweser e.
Rejîmê bi piştgiriya Rûsya û Îranê di sala 2020`an de, ji Dêrazorê bi qetilkirina rûspiyên eşîrên Ereb, dixwest fitne û tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxe. Di vê çarçoveyê de, rejîmê şaneyên xwe yên veşartî li Dêrazorê aktîf kirin û gelek rûspiyên eşîran qetil kirin. Di heman demê de, van şaneyên ku bi destê îstixbaratên rejîmê ava bûbûn, di nava gel de, belavok û gotegotên der barê QSD û Rêveberiya Xweser de belav dikirin. Lê bi saya wê yekê ku xelkê Dêrazorê siyaseta rejîmê nad dikir, ev pîlanên wê bê encam man.
Bi destpêkirina ferzkirina cezayên "Qanûna Qeyser" a Dewletên yekbûyîn yên Emerîkayê di 2020`an de, êdî rewşa herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de ji aliyê aborî û jiyanî ve xerabtir bû. Êdî milet ji bo peydakirina mazotê û pêdiviyên jiyanê, gelek zehmetiyan dikişîne.
Rejîma Beesê ji bo ku xwe ji qeyrana aborî û fişara gel xelas bike, kaxeza xwe ya şewitî bi kar anî; tawanbarkirina Rêveberiya Xweser bi rûdana qeyrana aborî li welêt! Di vê çarçoveyê de, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ku bi deh hezaran koçberên ji Efrîna dagirkirî lê hene, dorpêçeke dijwar ferz kir. Rejîmê nehişt madeyên xwarinê û mazot derbasî herêmên navbirî bibe û tiştên ku li ser bendên xwe yên kontrolê didizîn, ji malbatên efser û rayedarên xwe re dibirin. Ev rewşa dorpêçkirinê, hema bêje ev 6 meh in didome.
Ji aliyekî din ve jî piştî ku pîlana rejîmê û Rûsyayê ya şantajê li Eyn Îsayê li hemberî berxwedana QSD`ê têk çû, rejîmê êdî li Hesekê û Qamişloyê çeteyên xwe yên bi navê "Dîfa El-Wetenî" tevgerandin.
Rejîmê kaxeza xwe ya duyemîn a "şewitî" bi kar anî. Ew jî derxistina fitneyê li Qamişlo û Hesekê bû. Rejîma Beesê ji bo ku ji fişarên aborî, civakî û siyasî bireve û krîza aborî ya hundirê Sûriyê ku rejîm bû sedema sereke ya çêbûna wê, îdîa kir ku QSD`ê cihên wê yên li Hesekê û Qamişloyê dorpêç kirine û nahêle pêdiviyên sereke derbasî wan herêman bibin. Lê di rastiyê de, dorpêç tine bû, tişta ku rû daye hêzên Asayîşê, bazirganiya ku efserên rejîmê li ser madeyên xwarin û mazotê yên sivîlan dikir, qut kir û nehişt ku efser qûtê şêniyan ji xwe re bidizin.
Di heman demê de, çeteyên rejîmê cilên sivîlan li xwe kirin û qaşo li dijî "dorpêçê" meşiyan. Rejîm ji bo ku eşîrên Ereb li dijî QSD´ê û Rêveberiya Xweser sor bike, îdîa kir ku hêzên ewlehiyê sivîlek di meşê de kuştine, lê diyar bû ku ew kesê hatiye kuştin endamekî Dîfa Wetenî ye û bi destê rejîmê hatiye kuştin. Her wiha rejîmê dixwest piştgiriyeke dewletên Ereban di vê mijarê de qezenc bike.
Rejîm niha di nava gelê Sûriyê û nava dewletên Ereban de propagandayê dike û dibêje; ji ber ku QSD´ê û Rêveberiya Xweser, rewşa birçîbûnê di hundirê Sûriyê de rû daye. Lê rejîma despot ji bîr kir ku ev zêdetirî 40 salan e bi hinceta rewşa awarte û şerê qaşo li dijî Îsraîlê, xêr û bera Sûriyê hemû dizî.
Ji aliyekî din ve jî Rûsya û Îran difikirin ku bi rêya hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser, ew ê Emerîkayê tengav bikin. Bêdengiya wan tê wateya ku ew dixwazin tevlihevî li herêmê çêbe û herêmên Rêveberiya Xweser jî bibin herêmên bêîstiqrar.