Qirkera gelan, dewleta Tirk, bi têkçûna Trump di hilbijartinên serokatiya DYE´yê de û hatina Biden re derbeke mezin xwar. Çûyîna Jeffrey û piştî wî Joel Rayburn ji Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê, ev derb temam bû. Bi hatina kesayetên wekî McGurk û wezîrê karên derve yê nû yê Emerîkayê, êdî dewleta Tirk pê zanî ka çi dê bi serê wê were, heger rêbazên xwe dewam bike. 

Li ser vî esasî, dewleta Tirk ji Lîbyayê ta Deryaya Spî, Îsraîl, dewletên Ereban û herî dawî li Iraq û Başûrê Kurdistanê dest bi guhertina rêbazên xwe kir. Lê AKP-MHP li şûna ku di hundirê Tirkiyê û nexasim Bakurê Kurdistanê de dest bi guhertinan bike, berê xwe daye rêbazên din ên dagirkirinê û mêtingeriyê li derveyî welat. Lewra, her çi qas deweta Tirk di ya xwe de israr bike û doza xwe ya hundir paşguh bike jî, wê temenê desthilata xwe kêm be. Nexasim, gelek çavdêr û şîrovekar dibêjin, serdema Biden wê serdema demokrasiyê û mafên mirovan be. Paşxana dewleta Tirk jî di vê mijarê de têr û tijî ye. Heta niha bi deh hezaran kesayetên muxalif û siyasetvan, di nav de hevserokên berê yên HDP`ê, di zindanan de hatine girtin. 

Li Lîbyayê piştî diyalogên siyasî, dewleta Tirk dît ku ew êdî cihê xwe di paşeroja rêvebirina Lîbyayê de nagire. Lewra wezîrê parastinê yê dewleta Tirk yekser çû Lîbyayê, da ku dan û standinên siyasî bi dawî bike û hebûna çeteyên xwe bi navê cuda mayînde bike. Civaka navneteweyî wekî şertekî çareserkirina pirsgirêka Lîbyayê bi derketina çeteyên biyanî anku çeteyên AKP-MHP`ê ve girê dide. 

Di meseleya Deryaya Spî û lêgerîna gazê de û nakokiya bi Yekitiya Ewropayê ve, dewleta Tirk zimanê xwe li hemberî YE`yê û nexasim Fransayê nerm kir. Jixwe, wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu got, ew paşeroja welatê xwe di Ewrûpayê de dibîne. Erdogan jî bi peymanê pesnê serokê Fransayê Macron da. Dewleta Tirk baş dizane, heger rêbaz û serhişkatiya xwe bi YE`yê re bidomîne, di lûtkeya YE`yê ya Adarê de wê rastî ceza û dorpêçeke siyasî ya mezin were. Ji bo ku hêviyên Erdogan di "Welatê Şîn" de noqî avê nebin, neçar e ku serê xwe ji hevsengiyên herêmî û cîhanî re bitewîne.  

Dewleta Tirk xwest ji lûtkeya Kendava Erebî û lihevhatina Qeterê bi Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misirê re sûdê wergire. Nexasim di aliyê geşkirina aboriya xwe û vegerandina têkiliyan bi dewletên Ereban re. 

Aliyekî ku herî zêde dewleta Tirk dixwaze pê re têkiliyê çêke û wekî deriyekî ji bo destpêkirina têkiliyan bi Emerîkayê re dibîne, Îsraîl e. Dewleta Tirk baş dizane ku bê Îsraîlê ne pêkan e bi Emerîkayê re bikeve nava têkiliyên germ û nexasim bi kesayetên wekî Biden re. Lewra piştî hilbijartinên Emerîkayê dewleta Tirk nameyên yekser û neyekser ji Îsraîlê re bi rê kirin û xwest têkiliyên xwe bi wê re xweş bike. Heta vê kêliyê jî tiştên ku dewleta Tirk dixwaze bi Îsraîlê bide qebûlkirin, bi dest nexistiye. 

Herî dawî, guhertina  ku dewleta Tirk dixwaze pêk bîne; wezîrê wê yê parastinê çû Bexda û Hewlêrê û bi rayedarên her du hikûmetan re civiya. Heta niha encamên ji vê serdanê nehatin eşkerekirin, lê diyar dibe ku dewleta Tirk dixwaze eniyeke hevbeş û sêalî ava bike û vê rewşê bi rêveberiya nû ya Emerîkayê bide qebûlkirin. Heger rêveberiya nû ya Emerîkayê ev yek qebûl kir, dewleta Tirk wê bêguman şerê xwe li herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê û nexasim Şengalê fireh bike. Di heman demê de, dewleta Tirk bi rêbazan hemûyan hewl dide nakokiyan hêzên Kurdan zêde bike û nehêle ku Kurd bigihêjin lihevkirineke neteweyî. 

Pêşiyên me dibêjin "Reva pisîkê heta kadînê ye", lewra reva dewleta Tirk ji çareserkirina doza Kurd gelo dê heta bi ku be? Bi têkbirina dan û standinên aştiyê di sala 2015`an de bi destê AKP-MHP`ê, êdî çareserkirina doza Kurd li Bakurê Kurdistanê xitimî. Ji wê rojê ve dewleta Tirk bi qirkirin, şewitandin, kuştin, revandin, komkujî û wekî din hewl dide hebûna Kurdan çi li hundirê sînorên Bakurê Kurdistanê û çi jî ji derveyî sînor, qir bike. 

Baş e, gelo vê yekê çi ji bo Tirkiye û nexasim AKP-MHP`ê bi xwe re anî? Tirkiye kete çiraveke siyasî, aborî û dorpêçeke navneteweyî. Sedema vê yekê jî zêhniyeta AKP-MHP`ê bû. AKP-MHP`ê di hundirê xwe de tevlihev bûye, li gorî anketên dawîn rêjeya dengên ji bo AKP-MHP`ê roj bi roj kêm dibe. 

Ji bo ku Tirkiye nebe qurbaniya zêhniyeta AKP-MHP`ê, belgeya herî dawî û ya herî rast jî vegera li dan û standinên aştiyê ye. Êdî dewleta Tirk nikare Emerîkayê bi şerê li dijî Rûsya û Îranê bixapîne û di hundirê Tirkiyê de bi hinceta "terorê" Kurdan qir bike.