Garê çi anî û divê çi bibe?

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:21

Plana dagirkirina Garê û avakirina xetekê ji Garê heta bi sînorê Tirkiyê û ji wir avakirina xetekê heta bi Başûrê Kurdistanê, bi berxwedaneke bêhempa a gerîlayên azadiya Kurdistanê têk çû. 

Operasyoneke bi vî rengî, helbet ne palana rojekê ye. Mirov dikare bibêje, ji aloziya Zînê Wertê ya havîna par heta şerê li Heftenînê, dixwestin bi dagirkirina Garê encamekê ji êrişên xwe yên qaşo "Pençe-Kartal 1 û 2" bi dest bixin. Di heman demê de, ne tenê dewleta Tirk  ev operasyon plan dikir, wezîrê wê yê şer erêkirin ji Iraqê stand û Îranê jî destek da. 

Dewleta Tirk sê armancên stratejîk dixwest bi vê plana di 10`ê Sibatê destpêkirî, bi dest bixe. Ya yekê; dagirkirina Garê, bi wê re jî bidestxistina biryargeha Navenda Parastina Gel û bêbandorkirina gerîla. A duyemîn; avakirina sêgoşeyekê ji bo hêzên xwe anku ji sînorê Tirkiyê heta Garê û ji Garê heta baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, bi wê re jî dorpêçkirina statuya Başûr. Ya sêyemîn jî; xelaskirina esîrên leşkerî û rêveberên îstixbarata xwe yên di destê gerîlayan de. Erdogan di hundirê Tirkiyê de dixwest bi vê mijarê bi keysbaziyê zextê li muxalefetê bike. 

Piştî şerekî man û nemanê yê 4 rojan, pîlana dagirkeran têk çû û dewleta Tirk neçar ma ku xwe ji nava lepên gerîla xelas bike. Erdogan û Bahçelî, encamên ku ji vê operasyonê hêvî dikirin, bi dest nexistin. Jê zêdetir encam berovajî zivirî û bandoreke mezin li hundirê Tirkiyê kir. Wezîrê şer ê dewleta qirkera Kurdan, dixwest qetilkirina esîran bixe stûyê PKK`ê û ew esîr wek sivîl ragihandin. Lê Akar kete nava çirava Erdogan-Bahçelî û hîna zêdetir derewên wî û têkçûna wî eşkere bûn. 

Niha pîlana dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê dîsa li hemberî berxwedana gerîlayan têk çû û ev têkçûn ne tenê ya dewleta Tirk bû, ya Îranê û Iraqê jî bû. Pirsa divê were kirin; gelo destana Garê çi derxist holê û divê çi bibe? Helbet bila Kurd nefikirin ku piştî têkçûnê, dewleta Tirk êdî êrişî Kurdan nake û wê aştî pêk were, ji ber ku Kurd her tim dikevin vê xefikê. Qirkirina siyasî ya ku careke din AKP-MHP`ê li dijî HDP`ê daye destpêkirin, vê yekê piştrast dike. 

Berxwedana Garê, careke din bi awayekî eşkere ji me re da xuyakirin ku di serî de dewleta Tirk û rejîmên ku Kurdistan dagir kirine û rejîmên ku çavên xwe li destektiyên Kurdan sor kirine, naxwazin bi tu awayî statuya Başûrê Kurdistanê parastî bimîne. Her tim dixwazin Başûr bi dek û dolaban, dagir bikin û piştre li hemberî destketiyên din ên Kurdan şer bikin. Êrişa li dijî Hewlêrê di vê çarçoveyê de ye. Bê şik, destê dewleta Tirk û Îranê di vê êrişê de heye û ev êriş li xweşiya Iraqê jî çûye. 

Lewra hikûmeta Başûrê Kurdistanê û nexasim PDK divê li vê êrişê wekî êrişeke li dijî balyozxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê nenihêre. Di heman demê de, eger hikûmeta Başûr tenê li benda hewlêsta Emerîkayê ji bo wê biparêze bimîne, bê guman dê destketiyên Kurdên Başûr ji dest bide. 
Careke din, berxwedana Garê, ji me re diyar kir bê ka çi qas Kurd û hêzên Kurdî hewcedariya wan bi yekîtiyê heye. Berxwedana Garê ev her du mijarên stratejîk dîsa ji Kurdan re zelal kirin.

Ji bo ku Kurd dersê ji vê berxwedanê bigirin û siyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin, divê ji xwe bipirsin ka lazim e ew çi bikin?
Ji bo rawestandina van êrişan û gefan û misogerkirina destketiyên Kurdan, karê lezgîn ê li pêşiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê pêkanîna yekîtiya Kurdî ye. Ev tekane rêbaz e ku Kurd xwe pê biparêzin û nexasim statuya Başûr. Ji ber ku ne Îran, ne dewleta Tirk û ne jî Iraq dixwazin hebûna statuya Kurdan mayînde be. Karê din ê ku divê hikûmeta Başûr bike, ji nû ve nirxandina têkiliyên xwe bi Iraqê, dewleta Tirk û Îranê re ye. Jixwe, diyar e ku aborî û siyaseta Hewlêr û Silêmaniyê di bin serweriya dewleta Tirk û Îranê de ye, lazim e êdî rêveberiya Başûr xwe ji vê bindestiyê xelas bike. 

Çi dema ku dewleta Tirk li nav xwe û di siyaseta xwe ya derve de tengav dibe, bi rijandina xwîna Kurdan xwe xelas dike. Ji şerê Çaldiranê heta Garê, dîrok vê yekê ji me re dibêje. Bila Kurd, nexasim rêveberiya Başûrê Kurdistanê baş bizanin, heger dewleta Tirk keys lêanî û êrişek kir, bila encamên xerab deynin pêş çavê xwe. Dewleta Tirk vê carê hewl dide bi rêya NATO`yê dest werde Başûr û rewabûna êrişên xwe li dijî Kurdan bi dest bixe. Lazim e Kurd ji lîstikên xerab re amade bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.