“Hevpeymana Îbrahîm” û bazara nû

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 12 Çile 2021 - 01:19

Qeterê piştî sê salan ji dorpêça Erebî, careke din vegeriya hembêza dewletên Ereban. Lê gelo çima Qeter hate dorpêçkirin û çima piştî "Hevpeymana Îbrahîm" careke din vegeriya nava dewletên Ereban, hêja ye ku xal bi xal were nirxandin. 

Çîroka dorpêçkirina Qeterê di Hezîrana 2017`an de, dema Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrên û Misrê bi awayekî hevbeş ragihand ku wan têkiliyên xwe bi Qeterê re qut kirine, dest pê kir. Her çar dewletan sedema qutkirina têkiliyên bi Qeterê re, spart destekdayîna Qeterê ji komên îslamî yên radîkal re û têkiliyên Qeterê bi Îran û Tirkiyê re. 

Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misr, qada hewayî û bejahî û têkiliyên aborî û wekî din bi Qeterê re qut kirin û ji bo ku Qeter ji dorpêçê xelas bibe, metneke ku ji 13 daxwazan pêk tê, pêşkêşî Qeterê kirin. Di nava wan daxwazan de girtina kanala El-Cezîre û kêmkirina têkiliyan bi Enqere û Tehranê re jî hebûn. 
Lê piştî sê salan ji qutbûna têkiliyan, gelo daxwazên her çar dewletan pêk hatin heta ku têkilî bi Qeterê re vegerandin?! Gelo desteka Qeterê ji bo komên radîkal hate birrîn yan jî têkiliyên Qeterê bi Tirkiye û Îranê re hatin kêmkirin? 

Di daxuyanî û hevpeyvînên Qeter û dewletên din ên Kendava Erebî de diyar dibe ku yek daxwaz jî pêk nehatiye. Lê baş e nexwe vegerandina têkiliyan çawa bû û li ser çi esasî bû?

Beriya her tiştî destpêkirina diyalogên ji bo vegerandina têkiliyan û rakirina dorpêça li ser Qeterê, bi zexta Emerîka û Îsraîlê pêk hat. Piştî ragihandina "Hevpeymana Îbrahîm" ya di navbera Îmarat û Îsraîlê de di 2020`an de, mirov dikare bêje, ji wê demê ve dest bi plana vegerandina têkiliyên bi Qeterê re hate kirin. Piştî Îmaratê, Behreyn, Sûdan û Mexribê (Fasê) bi Îsraîlê re hevpeymanên aştiyê çêkirin. 

Lewra, vegerandina têkiliyên Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misrê bi Qeterê re ku di 5`ê Çileyê 2021`an de di Civîna Bilind a 41`an a Meclisa Hevkariyê ya Kendavê de ya li bajarê El-Ula yê Siûdiyê hate ragihandin, beşeke sereke ji Hevpeymana Îbrahîm e.

Eger mirov bidawîbûna aloziya Kendavê ji hevpeymanên dewletên Ereban bi Îsraîlê re qut bike, wê bikeve nava nirxandineke şaş û wê nikaribe dîroka herêmê bi awayekî rast lêkolîn bike. Ji ber ku aloziya Kendava Erebî ji bo herêmê û nexasim Îsraîl û Îranê girîng e. Her du alî jî dixwazin di Kendavê de bibin aktorên sereke. 

Bê guman endezyarê Hevpeymana Îbrahîm, heman endezyar e ku Qeter ji dorpêça dewletên Ereban derxist, ew jî zava û şêwirmendê serokê DYE`yê Trump, Jared Kushner e. Beşdarbûna Kushner di Civîna Bilind a li herêma El-Ula, îsbata vê yekê ye. 

Çavdêrên ji Kendava Erebî heta dezgehên çapemeniyê yên dewletên Kendavê, Civîna Bilind a El-Ula ya Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, ji destketiyeke siyasî zêdetir, wekî destketiyeke "manewî" nirxand. Di encamnameya civîna bilind de Siûdî, Misr, Îmarat û Behreynê behsa 13 daxwazên xwe nekir. Tenê di encamnameyê de hate bibîrxistin ku pêwîstiya wan bi yekitiyê heye da ku li hemberî bernameya nukleerî ya Îranê û moşekên wê yên balîstîk û projeyên wê bisekinin. Lewra ev xala hevbeş a di Hevpeymana Îbrahîm û vegerandina têkiliyên bi Qeterê re ye ku Kushner û rêveberiya Trump û Îsraîlê dixwazin baskên Îranê li herêma Rojhilata Navîn qut bikin û nexasim li dewletên Kendava Erebî. 

Piştî ku Qeter vegeriya hembêza dewletên Kendavê, tevî ku daxwazên wan pêk neanîn jî, Tirkiyê û Îranê yekser ev hevpeyman pîroz kir. Dewleta Tirk û Ixwan Muslimîn dixwazin bi rêya vergerandina Qeterê nava mala Erebî, sûdekî jê bigirin. Dewleta Tirk dixwaze ji vê hevpeymanê du sûdên sereke wergire; a yekê vejandina aboriya xwe bi rêya têkiliyên bazirganî yên bi Kendavê re û anîna bazirganên mezin ên Kendavê li Tirkiyê. A duyemîn jî hêdî hêdî têkiliyên xwe bi dewletên ku li dijî wê derketine, nexasim dewletên Ereban wekî Îmarat, Misr û Siûdî, vegerîne. Jixwe, ev daxwaz jî beşek ji projeya James Jeffrey û Kushner e ku dixwazin Îranê dorpêç bikin û rê bidin dewleta Tirk ku li herêmê serweriya xwe berfireh bike. 

Lê gelo wê Biden û rêveberiya nû ya Emerîkayê, projeya Jeffrey û Kushner dewam bikin an na? Di halê hazir de, rêveberiya nû ya Emerîka wê destekê bide Îsraîlê ku têkiliyên bi dewletên Ereban re berfireh bike, lê der barê rola Îranê û Tirkiyê li herêmê de hîna helwêsta rêveberiya nû ya DYE’yê ne zelal e. Eger Qeter di rêbazên xwe yên berê de dewam kir, gelo heta çi qasî wê têkiliyên xwe bi dewletên Kendavê re biparêze. Ev pirs li benda helwêstên piştî 21`ê Çileya 2021`an in. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.