Ronakbîrê Emerîkî yê navdar û yek ji fîlozofên serdema nû Noam Chomsky di semînerekê de ku 15`ê Çile li ser vexwendina Zanîngeha Rojava da, bal bire ser tecrûbeya Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser.
Chomsky di dirêjahiya semînera xwe de cihekî mezin û taybet da Şoreşa Rojava, êrişên li dijî Rojava û mayîna Şoreşa Rojava û dibêje, "Pirsgirêka esasî ew e, ka êrişên dewleta Tirk ên li ser erêkirina DYE’yê wê çawa werin têkbirin. Dîsa li aliyê din, li hemberî nêzîkatiyên hikûmeta Şamê rêyeke çawa wê bê şopandin. Heke heta niha Rojava hebûna xwe domandiye, mûcîze ye. Ji ezmûnan em dizanin ku desteka navneteweyî mumkin e."
Ji hevoka "Heke heta niha Rojava hebûna xwe domandiye, mûcîze ye” asta mezinahiya Şoreşa Rojava û girîngiya wê, guhertinên wê bi xwe re anîn li ser asta herêmî û navneteweyî, derdikevin holê.
Rojavayê Kurdistanê ji tinebûna derfetan, destpêkê herêmên xwe ji rejîma despot a Beesê rizgar kirin û wekî alternatîfên saziyên dewletê, saziyên xwe yên xweser ava kirin. Li hemberî êrişên ragihandinê û şerê taybet hemûyan, Rojavayê Kurdistanê xeta sêyemîn di aloziya Sûriyê de hilbijart.
Rojava nebû alîgirê rejîma Beesê û ne jî bû alîgirê opozîsyona xwefirotî. Jixwe, gelek aliyên Kurdan, xeta sêyemîn a ku Rêveberiya Xweser hilbijartiye, rexne kir û got, “Hûn ji siyasetê fêm nakin û ev xet li dijî neteweya Kurd e". Welhasil, diyar bû ka kîjan alî li dijî neteweya Kurd in.
Di nava şerê etnîk û mezhebî de, di nava şerê navexweyî yê li herêmê û nexasim Sûriyê de, Rojavayê Kurdistanê rengekekî nû yê jiyanê derxist û got, Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes, Xirîstiyan û wekî din, hemû dikarin bi hev re bi awayekî hevbeş bijîn. Li hemberî rêgeza jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku lingekî sereke yê projeya neteweya demokratîk e, hemû rengên reşkirinê û teşhîrkirinê hatin meşandin. Nexasim, rejîma Beesê û dewleta Tirk a qirker jî gelekî hewl dan ku vê rêgezê ji hev bixin û şerê navxweyî yê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin.
Jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê, QSD ava kir û QSD`ê jî mezintirîn rêxistina terorê ya cîhanê têk bir. Ev têkoşîn ji Berxwedana Sedsalê ya Kobanê mezin bû û piştre heta Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê dewam kir û niha jî li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê didome.
Bê guman, ne tenê dewleta Tirk a ku bi erêkirina Trump dest bi êrişên li dijî Şoreşa Rojava kir, dixwaze vê şoreşê ji kokê ve rake. Rejîma Bees a Sûriyê, Rûsya, Îran û mixabin gelek aliyên Kurdan jî dixwazin vê tecrûbeyê têk bibin. Tiştên ku me anîn ziman, helbet ne dilopeke avê ne ji deryaya berxwedan û têkoşîna Şoreşa Rojava. Lewra gotina Chomsky "Heke heta niha Rojava hebûna xwe domandiye, mûcîze ye" ne nirxandineke wiha ji rêzê ye. Çavkaniya wê ji kar û xebateke pirr dijwar hatiye. Bi hevrejiyana Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Xirîstiyan û olên yekxwedayî li ser erdîngariyeke piçûk û nexasim di vê serdama kirêt de, bê şik û guman, mûcîze ye.
Baş e, gelo wekî Kurd, çi qasî em bûne wefadarê Şoreşa Rojava, çi qasî em bûne wefadarê 11 hezar cangoriyan? Çi qasî me Şoreşa Rojava da naskirin yan jî me çi qasî Şoreşa Rojava nas kir û bi bargiraniya wê hisiyan?
Heta niha gelek kes û hin partiyên siyasî yên "Kurd" hene Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser wekî "şaşî" pênase dikin. Ev nêrîn diyar dike ku "diyardeya Kurdên bi xwe ne bawer û her tim parastina xwe bi girêdana bi aliyekî ve dibînin", hîna didome. Lê tecrûbeya Şoreşa Rojava ya xwedî mîrasa Tevgera Azadiya Kurdistanê, ev pûtê di mêjiyê Kurdan de şikand û îsbat kir ku Kurd jî dikarin xwe bi rê ve bibin, bêyî ku girêdayî aliyekî herêmî yan jî navneteweyî bin. Têkoşîn û xebata îro ku li Rojava tê kirin û avakirina hevsengiyekê bi du hêzên mezin ên cîhanê wekî Emerîka û Rûsya û sekinîna li hemberî dewleta duyemîn a NATO`yê jî, mînakeke berbiçav a vê yekê ye.
Chomsky di dawiyê dibêje, "Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxekî pir mezin e. Divê cîhan hemû vî nirxê Şoreşa Rojava bibîne…” Ji gotina Chomsky mirov dikare du xebatên ku divê werin kirin, derxe û ew jî ev in:
1- Parastina 0Şoreşa Rojava. Ji ber ku bi parastina şoreşê re, nasnameya Kurdên azad û serbixwe di sedsala pêşiya me de, tê misogerkirin.
2- Danasîna Şoreşa Rojava bi tevahiya cîhanê. Di vê çarçoveyê de rojnamevan, rewşenbîr, siyasetvan, partiyên kurdî û wekî din hemû hewldana pênasekirina Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser ji tevahiya cîhanê re bikin.