Ji planên A û B yên Tirkiyê re hevkar lazim e

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 2 Sibat 2021 - 02:12

Dagirkirina Şengal û Rojavayê Kurdistanê, nexasim herêma ji Tirbespiyê heta Til Koçerê, planeke stratejîk a dewleta Tirk e û ev wek plana A ye. Plana B jî; dewleta Tirk ji xeta Başûrê Kurdistanê heta Mûsil, Kerkûk û Tileferê xistine nava stratejiya xwe ya dagirkeriyê. Vê yekê êdî dijmin beriya dostan baş dizane. Niha pirsa ku derdikeve holê; gelo dewleta Tirk dê kîjan planê beriya ya din pêk bîne?  Bersiva vê pirsê li rewşa Kurdan li Başûr û Rojava û hevsengiyên herêmî û navneteweyî dialiqe. 

Bi destpêkirina pêlên guhertina sîstema netewedewletê li herêma Rojhilata Navîn û îflaskirina wê di berdewama hegemonyaya xwe de, rê ji dewleta Tirk re hate vekirin ku mudaxaleyî dewletên cîran bike. Jixwe, gelek çavdêr û şîrovekarên siyasî dibêjin, Tirkiye alava guhertina sîstema heyî ye. Lewra piştî dagirkirina beşeke mezin ji Sûriyê û dagirkirina Başûrê  Kurdistanê û çûyîna ber bi Lîbya û Qefqasyayê ve û lêgerîna li gazê di Deryaya Spî de, êdî mêjiyê netewperest ê ku dewletê bi rê ve dibe anku MHP-AKP li pey xeyalên xwe yên vegerandina Mîsaqî Millî ketin. 

Dewleta Tirk ji siyaseta ‘sifir pirsgirêk’ bû navenda bi sedan pirsgirêkan û gef li çep û rastê xwe xwarin. Erdogan û Devlet Bahçelî fikirîn ku ew dikarin tiştên ku bixwazin li her derê pêk bînin û tevliheviya ku li herêmê rû dide jî wekî derfeta pêkanîna daxwazên xwe dîtin. 

Lê guhertinên ku di demên dawîn de çêbûn û bi taybet di Koşka Spî de û dijminatiya bi Yekitiya Ewrûpayê, dewletên Ereban û Îsraîlê re, êdî dewleta Tirk bi tena serê xwe li herêmê ma. 

Dewleta Tirk ji bo ku planên xwe yên A û B pêk bîne, neçar e bi hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îran, Rûsya û ya herî girîng jî Emerîkayê re li hev bike. Di vê çarçoveyê de, wezîrê wê yê şer Hulusî Akar tevî şandeya bi wî re çû Bexda û Hewlêrê. 

Dewleta Tirk bi hinceta ewlehiyê û şerê li dijî PKK´ê xwest rayedarên hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê qanih bike û bide kêleka xwe û li dijî PKK´ê şer bike. Ji ber ku di rêza yekemîn de ya ku heta niha nahêle li Başûr û Iraqê dewleta Tirk plana xwe ya B pêk bîne, PKK ye û li Rojava û Sûriyê jî ya ku li pêşiya plana A bûye kelem, QSD û Rêveberiya Xweser in. Dewleta Tirk ji bo rayedarên her du hikûmetan îqna bike, doza avê, sozên ji nû ve avakirin û mijarên aboriyê pêşkêş kirin. Dewleta Tirk baş dizane ku hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê di nava krîzeke aborî de ne ya mezin de ne û hewcedariya wan nexasim bi avê û piştgiriyeke aborî ya mezin heye. 

Lê gelo rayedarên her du hikumetan li hemberî vê binpêkirina serweriya wan ji aliyê dewleta Tirk ve, amade ne bikevin nava vê çiravê. Li gorî diyar dibe hemû tiştên ku Akar dixwest di serdana xwe de bi dest bixe, nekarî. Tevî gotinên wî yên "Me li ser şerê li dijî terorê li hev kiriye”. Dibe ku êrişên biçûk û sînordarkirî wekî êrişên bi balafiran ku dewleta Tirk her dem jî wisa dike, li dijî herêmê pêk bîne. Lê çavdêr dibêjin ku îhtîmala mezin dewleta Tirk di hundirê Iraqê de tevliheviyan bide çêkirin da ku pê hikumeta wê şantaj bike. Li aliyekî din hemû planên dewleta Tirk êdî li benda erêkirina Emerîkayê ne, bi taybet der barê sêgoşeya Rojava-Başûr-Bakur de. 

Ev ne tê wê wateyê ku rêveberiya nû ya DYA’yê dê Kurdan biparêze. Rêveberiya nû dibe ku her tiştê dewleta Tirk bixwaze nediyê, lê em ji bîr nekin ku rayedarên DYA`yê berjewendiyên welatê xwe esas digirin. Lewra her çiqas bi awayekî zû lihevkirinên Kurdî-Kurdî li Rojava pêk werin û yekitiya Kurdan çêbe û aloziya di navbera PDK û PKK`ê de bi dawî bibe, dê Rojava û Başûr û Şengal jî werin parastin. Bê guman vê yekê hewcedariya xwe bi xebateke dîplomatîk a hevpar bi hêzên Kurdî re û ya duyemîn jî bi hêzên herêmî re, di serî de Iraq, heye. Ji bo trajediya Efrîn, Kerkûk, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebe, pêwîstî bi dîplomasiyeke Kurdî-Kurdî û Kurdî-Erebî û Kurdî-herêmî û navneteweyî heye. Eger Kurdan karî hevkariyeke Kurdî-Kurdî û hevkariyeke Erebî û navneteweyî çêkin, teqez ev bihar dê ya Kurdan be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.