Di 24`ê Kanûnê de ANHA'yê nûçeyek balkêş bi sernavê ‘Plana sewqiyata çeteyan a ber bi Heftenînê ve’ weşand. ANHA ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên taybet, wiha ragihand: “Dewleta Tirk a dagirker pîlan dike ku çeteyên El-Nusra û Partiya Îslamî ya Tirkistanê… piştî Lîbya û Qerebaxê, wê di êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê de bi kar bîne.” Di dewama nûçeyê de tê gotin ku dewleta Tirk pîlan dike ku li Başûrê Kurdistanê herêmeke li ser sînor bi qasî 8-14 km dagir bike û wek “herêma ewle” bi awayekî mayînde îlan bike û çeteyên ji Sûriyê jî li wê herêmê bi cih bike. Dema mirov li kûrahiya vê plana “herêma ewle” dinêre, hema yekser senaryoya bakurê Sûriyê ya ku dewleta Tirk dixwaze bimeşîne, tê bîra mirov.
Di sedala 21`an de di diyarkirina nexşerêya hevsengiya nû ya cîhanê û nexasim a Rojhilata Navîn de, dewleta Tirk vê carê bi navê “herêma ewle” dixwaze Kurdan qir bike û nehêle Kurd bigihêjin statuyeke xwe ya xweser.
Em hinekî vegerin sala 2019`an, em ê zanibin çawa ku ev pîlana “herêma ewle” bi awayekî eşkere hate ragihandin. Serokkomarê Tirk Erdogan di civîna meha Îlona 2019`an de ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi awayekî eşkere nexşerêya plana qirkirina Kurdan bi navê “herêma ewle” li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi hevkariya "James Jeffrey" ragihand. Erdogan got ew dixwazin bi behaneya bicihkirina penaberên sûrî, bi dirêjahiya 480 km û kûrahiya 30 km li Bakurê Sûriyê “herêmeke ewle” ava bikin. Lê armancên Erdogan û dewleta Tirk ji penaberan pirr mezintir in. Li herêma qaşo ku Erdogan ragihand ew ê bike “herêmeke ewle”, piraniya niştecihên wê Kurd in. Bi gotineke din ew erdê Kurdan e û bi hezaran salan Kurd li ser wê erdê bi pêkhateyên din ên Ereb, Tirkmen, Suryan û Çerkez re dijîn.
Dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji cihê bav û kalan bide koçberkirin da ku pîlan û xeyala xwe ya Mîsaqa Millî gav bi gav bi cih bîne. Ev jî polîtîkayeke hêzên hegemon e. Li Efrînê bi taybet jî niha dewleta Tirk bi rêya çete û MÎT`ê, sûcên herî hovane li dijî şêniyên Efrînê yên resen ku li wir mane, pêk tîne. Ev jî bi armanca ku şêniyên Efrînê koçber bike û Efrînê yekser bi wîlayeta Hatayê ve bide girêdan. Lê yên ku li pêşiya pîlana Mîsaqa Millî têdikoşîn, tenê Kurd in û berxwedana ji Heftenînê heta Eyn Îsayê jî mînakeke berbiçav a vê yekê ye.
Ev pîlana “herêma ewle” bi êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir. Lê bi berxwedana şervanên QSD`ê û piştigiriya hêzên navneteweyî ji bo berxwedana QSD`ê, ev pîlan bi temamî neçû serî. Di vir de bila em kêfxweş nebin ku ev pîlan hate betalkirin, lê dewleta Tirk ev pîlan wekî “demkî”rawestand û dixwaze bi piştgiriya hêzên navneteweyî û nexasim Emerîka û Îsraîlê, vî pîlanê bi rê û rêbazên cuda pêk bîne. Ji ber ku Erdogan baş dizane ku bi tena serê xwe nikare vê pîlanê bibe serî.
Niha li Başûrê Kurdistanê jî dewleta Tirk dixwaze bi navê “herêma ewle” Kurdan qir bike û statuya Başûrê Kurdistanê eger raneke jî, wê pirr û pirr lawaz bike. Bêguman ji aloziya Zînê Wertê û heta hewldanên derxistina şerekî di navbera PKK û PDK`ê de, dewleta Tirk di nava pêkanîna vê hewldanê de ye. Her çi qas bi şer dewleta Tirk nikaribû tiştên dixwest pêk bîne, vê carê bi rêya derxistina şerekî di navbera hêzên kurdî li Başûr de, dixwaze herêma qaşo ewle ava bike û çeteyan li wir bi cih bike. Tenê ya ku li dijî vî pîlanî têdikoşe, PKK ye. Li gorî ku diyar dibe Mesrûr Barzanî bi awayekî xurt tev li vî pîlanî bûye. Dewleta Tirk bi serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Enqereyê dixwest pîlanên xwe bi Kazimî bide qebûlkirin, lê li gorî daxuyaniyên rayedarên Iraqê diyar dibe ku encama serdana Kazimî li Enqereyê zêde ne serkeftî bûye û nexasim di mijara avê de. Lê di mijara şerkirina li dijî Kurdan û nexasim PKK`ê de, Kazimî heta astekê bi dewleta Tirk re kete nava tifaqê.
Helbet ne tenê dewleta Tirk dixwaze li Heftanînê “herêma ewle”çêke, armacên wê wekî me li jorê jî anîn ziman, vegerandina sînorên Mîsaqa Millî ye. Dewleta Tirk dixwaze Kerkûk û Şengalê û heta sînorê Mûsilê jî bixe bin serweriya xwe.
Diyar e ku dewleta Tirk a qirker, di serdema 21`an de yek ji rêbazên xwe yên “plana axtepotê” ya qirkirina Kurdan jî “herêma ewle” ye. Lê pirs ev e; gelo di vê sedsalê de dê Kurd bibin qurbaniyên herêmeke qaşo ewle an jî Kurdê destûra vê bidin? Bersiva vê yekê jî bêguman di yekîtiya Kurdan û dîplomasiyeke xurt a hêzên kurdî de ye.