Tifinga Textikî û Çîrokên Cengê weşiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Îlon 2021 - 04:36

Kitêba çîrokan “Tifinga Textikî” ya ku Hisên Zêdo nivîsiye ji weşanên Neqşê derçû. Ev kurteçîrok bi sernavê “Çîrokên Cengê” hatine çapkirin.

Weşanxaneya Neqşê ji bo kitêbê dibêje; "Kurteçîrokên ‘Tifinga Textikî’, bûyer, dîmen û serpêhatîyên miletekî bi awayekê rasteqîn disêwirînin. Zarokên vê erdnîgarîyê, ji bo ku tixûbê dojeha welatê xwe derbas bikin, sîng bi sîng dikevin pêsîra mirinê. Ji bo ku xwe ji mirinê rizgar bikin, li qeyikên rêya bêveger siwar tên, xwe li daristinên bê ser û ber diqelibînin. Ên ku ji vê bobelatê xilas dibin jî, herî kêm, bi rê da, parçeyekê giyanê xwe li pey xwe dihêlin. Dibe ku dîrok di serdemên cihê cihê da bûbe şahidê gelek çîrokên biêş, lê ji sedî sed, dê neşê vê çîrokê bi hêsanî daqurtîne. Bav û law dê bidin dest hev; heta hetayê dê li ser zar û zimanan bigere."
 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.