Ti kilîteke hatiye girtin tine ye
Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 03:15
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan derbarê şerê dijwar ê bi taybetî 9 salên dawî, berxwedana berdewam a bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd û qonaxa ku îro dewleta Tirk gihîştiyê ji rojnameya me re nirxand.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk ku piştgiriya navneteweyî û herêmî werdigre û bi hemû pêkhateyên xwe 9 salên dawî li dijî Kurdan şerekî dijwar dimeşîne û hemû sîstema xwe jî li gorî vê organîze dike, lê encama ku dixwaze nekariye bidest bixe. Karayilan nirxandina xwe wiha dewam kir:’’Ji bo havîna derbasbûyî gotin, ‘Em ê dorpêçê temam bikin’, ji bo dawiya meha Cotmehê jî gotin, ‘Em ê di demeke nêz de kilîtê temam bikin’. Lê dewleta Tirk nekarî vê yekê serbixe. Şer niha jî dewam dike, ti çemberek û kilîteke hatiye girtin tine ye.
Desthilatdariyeke normal nîne
Mûrat Karayilan derbarê şerê topyekûn ê 9 salên dawî, berxwedana Kurdan a li dijî vî şerî, di encamê de hiştiye ku bi aliyê Tirk bide gotin ku divê Rêber Abdullah Ocalan were meclîsê biaxive, ev nirxandin kirin.’’Ji bo mijar baş were famkirin, divê em naveroka desthilatdariya di sîstema dewleta Tirk de û armanca wê bi kurtayî destnîşan bikin. Desthilatdariya ku ji bo pêkanîna ‘Pîlana Çokdanînê’ ya Cotmeha 2014’an hatibû amadekirin, di sala 2015’an de zemînê wê hate ava kirin, di esasê xwe de piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi rengekî kontrol bi senaryoya darbeyê derkete pêş, rengê xwe girt û heta roja me berdewam dike, desthilatdariyeke normal nîne. Desthilatdariyeke ku baskên rastgir û çepkir, rayên neteweperest-nijadperest-miliyetperest hatine gel hev û tifaqek avakirine. Bi piştgirî û tevlîbûna AKP, MHP, Ergenekon û Sêva Sor ku bi koordînatoriya Erdogan de hatine gel hev, naşibine tu şêwazeke hikûmetê ku ji salên 1940’an heta niha hatine avakirin. Desthilatdarî û hikûmeteke ku hemû rêbazên şerê taybet bikar tîne.
Çarçoveya îdeolojîk Îttîhat Terakkî ye
Erka vê desthilatdariyê, di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, pêşîgirtina cihgirtina Kurdan, nehiştina statû bidestxistina Kurdan, dagirkirina sînorên Misak-i Millî, Tirkiye kirina hêzeke herêmî. Ev desthilatdariyeke şer a xwe dispêre, qirkirina gelê Kurd, mezinbûna Tirkiyeyê hedef digre. Stratejiyeke xwe ya wiha veşartî heye. Rejîmeke faşîst ku bi anîna gel hev a binesaziyên wiha yên qirker e. Çarçoveya xwe ya îdeolojîk Kemalîzm nîne, xeta Îttîhat Terakkî ye. Dixwaze sîstemeke faşîst-nijadperest, hikûmet, artêş û polêsên bi vî rengî ava bike û mayînde bike. Sîstema xwe ya siyasî, civakî, perwerde, aborî, dîplomatîk hwd. ji hemû aliyan ve, xwe li gorî şer rêkûpêk dike.
Di 9 salan de çi bû?
Ji vî aî ve şerê ku ev 9 salên dawî li Kurdistanê tê pêşxistin, naşibe şerê salên dinê, hîn berfirehtir û topyekûn e, bi hemû hêza dewletê tê pêşxistin. Desthilatdariya Tirk, bazarkirina asta jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê jî nav de, hertiştê xwe danî holê, di navbera hêzên navneteweyî de lîst û xwest piştgiriya wan werbigre û teqez vî şerî serbixe. Armanca xwe ya şênber li bakurê Kurdistanê PKK’ê bi bin bixe û tine bike, hemû navendên fermandariyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya PKK’ê belav bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê jiholê rabike, cihên weke Şengal û Mexmûrê tasfiye bike, Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî tasfiye bike û wan deveran dagir bike. Di esasê xwe de dewleta Tirk xwe amade kir, li her çar parçeyên Kurdistanê, Tevgera APO’yî tine bike û tevahî destketiyên Kurdan ji holê rabike. 9 sal in ji bo vê hemû hêza xwe danî holê û şerekî topyekûn birêve dibe.
Lêgerînên gerîla
Ji bo li hemberî van êrişên dewleta Tirk ên topyekûn bibin bersiv, hertim lêhûrbûnên me hebûn. Di pêvajoya 2017-2018’an de, li ser bingeha projeya jinûve avabûnê, bi temamî nûbûna gerîla, asteke ku bikare pêşketinên teknolojîk ên serdemê her wiha derfetên îstîxbaratê yên mezin ku ev pêşketina teknolojîk derxistiye holê, herwiha asteke gerîla ku bikaribe li hemberî van çekên tinekirinê yên derketine holê şer bike, bi taybetî jî li ser taktîka ku li hemberî teknolojiya modern a serdemê, qadên azad biparêzin, lêhûrbûnek hate jiyan kirin. Li ser vê bingehê:
*Di sîstema gerîla de guhertin û nûbûneke bingehîn ku tê wateya sîstema tabûr, yekîne û taximan bi temamî jiholê radike, sîstema tîman ku xwe dispêre pisporiyê pêş dixe, biryar û binesaziya şerê tîm ê bi koordîne ya gerîla şênber bû.
*Di vê qonaxê de xisûsa herî girîng ku hate bidestgirtin, di çarçoveya nirxandina Rêber APO ya ’teknîka herî mezin mirov bi xwe ye’, li ser bingeha îdeolojî û felsefî de, giranî bi perwerdeyan hate dayîn. Di van perwerdeyan de herî zêde li ser pêşxistina behreyên mirovan hate sekinandin. Li ser bingeha pêşxistina rastiya mirov a xwedî rihê fedayî yê APO’yî, di pisporiyê de kûr dibe û jêhatî, di hêzên gerîla de lêhûrbûn, kûrbûn û fedayîbûn girîng hate dîtin. Yek ji hedefên herî girîng ê jinûve avabûnê ev bû.
Stratejî û taktîka nû artêş rawestand
Gav avêtina taktîkî û pêkanîna wê, stratejiya parastina qadên azad a li hemberî teknolojiya modern, her çû rengê xwe ava kir. Berxwedana 4 salan a li ser bingeha gavavêtina taktîkî û fedayîbûnê de tê pêşxistin, nîşan da ku bi vê stratejiyê artêşên ku bi teknîkên herî pêşketî xwe rêkûpêk kirine, dikarin werin rawestandin, qadên azad dikarin werin parastin. Ji ber ku rastiyên li qadên şer bi tenê em tînin ziman, hin rastiyên li meydanên şer bi temamî nikare bibe malê rayagiştî. Nexwe ev berxwedana ku 4 salên dawî tê nîşandan, bi temamî artêşa Tirk xitimand, bi binxist. Tevî ku ev 4 sal in artêşa Tirk hemû teknîka modern bikar tîne, piştgiriya NATO’yê werdigre, Iraq û PDK jî tevlî vî şerî kiriye, tevî ku ev hêz bi rengekî aktîf îstîxbaratê didinê, nekariye li geliyê Zapê serwer bibe. Ev encameke gelekî girîng e. Ev rastiyeke ku nîşan dide, berxwedana gerîla a li ser bingeha gavavêtina taktîkî, dikare çi encamên mezin bi xwe re derbixe holê.
Rejîma şer a Tirk, di esasê xwe de dema di sala 2021’an de şer da destpêkirin, pîlan dikir ku ew ê xwe bispêre teknîkê, hemû qadên li başûrê Kurdistanê, ji Garê heta Qendîlê, di nava 3 mehan de jiholê rabike. Ji bo vê ji Iraqê û PDK’ê piştgirî û erêkirina pêwîst wergirt. Lê encam li holê ye. Nekarî vê yekê bi ser bixe. Îro hîn jî li geliyê Zapê berxwedan dewam dike.
Çember û kilît bi tenê gotin in
Mûrat Karayilan derbarê gotinên Çember û kilîtan ên dewleta Tirk de jî van nirxandinan dike:’’Herçiqasî rayedarên dewleta Tirk behsa ‘herêma Tampon’ a 30-40 km’yan bikin jî, esas armancên wan ên sereke, Qendîl jî di nav de, hêzên me yên li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê tine bikin, wan deveran dagir bikin û pişt re sînorên Misak-i Mîllî bikin bin kontrola xwe. Bi 40 km’yan behsa Garê dikin. Hîn jî tiştekî wiha tine ye. Vê gavê artêşa Tirk li Heftanînê ji sînor nêzî 8 km’yan ketiye hundirê sînor. Herwiha li Metîna dixwaza qadeke bi qasî 20 km’yan dagir bike, li di rewşa heyî de şer li wir berdewam e û hîn negîhîştiye armanca xwe. Li rojavayê Zapê şer û berxwedaneke mezin heye. Li rojhilatê Zapê jî, xeta heta digîhê Kurejaro dagir kirine. Mesafeya vir heta sînor bi qasî 20 km’yan e. Li Xakurkê jî qadên dagirkeriyê bi parçe ye. Baskek hatiye hundir. Heta qada Lêlîkanê dagirkeriya dewleta Tirk heye, lê li heman qadê gerîla jî heye. Mesafeya pêşve hatina dewleta Tirk biqasî 20 km’yan e. Qada Xinereyê jî nekarîn dagir bikin. Îsal qedemeyekê pêş de hatin, lê Xinêre hîn jî di bin kontrola gerîla de ye. Ger gotina wan a girtina kilîdê li hin deveran 8 km, li hin deveran 20 km’yan be, li van hersê cihan jî, şer dewam dike. Ango li Metîna, rojavayê Zapê û xeta Xinêre-Xakurkê gerîla hene. Temamkirina çemberê, girtina kilîdê pêk nehatiye. Erdogan di 13’ê Tîrmehê de weke ku hedef danî pêşiya xwe û pîlanên wan jî wiha bûn, lê artêşa Tirk nekarî vê hedefê pêk bîne. Rastî wiha ye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wê dewam bike