Ti carî teslîmî dewleta Tirk nabin

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 03:05

Piştî ku 27'ê Mijdarê Heleb û Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, Şehba vê carê ji çar aliyan ve dorpêç bû. Di encama vê yekê de 2'ê Kanûnê êrîşên li ser Til Rifet û Şehbayê giran bûn û herêm hate dagirkirin. Ji ber vê dagirkeriyê jî xelkê Efrînê cara duyemîn neçar ma ku koç bike.

Şêniyên ku ji Şehbayê gihîştin Reqayê axivîn û diyar kirin ku ew ji têkoşîna azadî û nasnameyê bi hêvî ne û wê ti carî teslîm nebin.

Em gelekî bi rûmeta xwe dijîn

Mistefa Mihemed got:"Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dawî cara duyemîn em neçar man koç bikin. Êrîşên li ser Şehbayê gelekî giran bûn û çekek nema ku li dijî gel bi kar neanîn. Li pêşiya çavên me sivîl hatin qetilkirin. Heta ku em gihîştin Reqayê me gelek zor û zehmetî dît. Em gelekî welê ne ku bi rûmeta xwe dijîn. Bi sedan sal in zilm li gelê Kurd tê kirin. Tenê daxwazeke gelê Kurd heye, ew jî xwedîderketina li nasname û zimanê xwe ye. Hêzên navneteweyî li şûna ku di çarçoveya berjewendiyên xwe de biaxivin bila bên rewşa gel bibînin. Bila li kêleka dewleta Tirk nesekinin û vê zilmê bibînin."

Êrişeke giran li me kirin

Îbrahîm Kose jî got:"Cara duyemîn e em koçber bûne. Me êşên giran kişand, zor û zehmetî dît. Ji sala 2018'an û vir ve em li Şehbayê bûn. Di nava vê demê de êrîşên dewleta Tirk nesekinîn. Li Şehbayê me careke din xwe li jiyanê girtibûn, lê belê careke din êrîş kirin. Ji ber êrîşan gelek zarok birîndar bûn. Mirovên me yên extiyar hin ji wan krîza dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan. Doh bi şev di nava karwan de mirovekî me yê extiyar jiyana xwe ji dest da."

Efrîn wê ji wan re nemîne

Mihemed Henan jî ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd zilmeke mezin e û got:"Dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer bi hezaran mirovên me qetil kir. Xaka me dagir kir, mala me talan kir, darên me yên zeytûnê ji kokê rakirin, şewitandin. Ji bajarekî mîna bihuştê tiştek nehiştin. 6 sal in li Şehbayê em bi hêviya vegera li Efrînê diman; me hêviya xwe ji dest nedane. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne. Bêguman em ê rojekê vegerin Efrînê. Em venegerin jî wê rojekê zarokên me vegerin Efrînê."

Mihemed Henan jî got:"Efrîn û Şehba xaka gelê Kurd e û wê weke xaka gelê Kurd bimîne. Cihê dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li Efrînê li Sûriyeyê jî nîne. Heta ku ji Şehbayê hat Reqayê pitika 3 mehî ji sermayê jiyana xwe ji dest da. Erdogan kujer e, destê wî di xwîna mirovên bê guneh de heye. Me hêviya xwe ji dest nedane. Kêm maye ku em bigihêjin Efrînê."

ANF/NÛJIYAN ADAR-OMER HORO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.