Ti astengî nas nekirin

Duşem 15 Nîsan 2024 - 02:45

HPG'ê diyar kir ku gerîla Delal Zanyar 23'ê Adarê şehîd bû û got:"Bi sekna xwe ya dilnizm, bi pisporiya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk bû milîtaneke xurt."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrêya me Delal Zanyar di 23'ê Adara 2024'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrêya me weke şopdara Delal Amedan li Qendîlê xwe gihand çiyayên azad, li her qada ku lê ma û her wezîfeya ku kir, bû hêvî û moral ji derdorê re. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir, bi sekna xwe ya dilnizmî, bi pisporiya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk bû milîtaneke xurt. Her tim di nava lêgerîna azadiyê de bû, sînorên ku jê re hatibûn diyarkirin qebûl nekir û bi biryardarî xwe li aliyê azadiyê danî. Em soza xwe nû dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêya me Delal ji me re hişt, di şexsê wê de bi têgihiştina ku hêjayî şehîdên xwe hemûyan bibin em ê bi ser bixînin. Di serî de ji malbata hêja ya hevrêya me Delal em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. 

Hevrêya me Delal li Amedê ku çanda berxwedanê lê timî zindî ye, jidayîk bû. Hevrêya me Delal tevî ku zewicî bû û dayika zarokekê bû, xwest tevlî nava jiyana şoreşgerî bibe. Hevrêya me Delal baweriya xwe bi wê yekê anî ku dayikbûna wê li pêşiya tevlîbûna wê ya li nava şoreşê ne asteng e û li dijî siyaseta înkar û qirkirinê ya ku li gelê me tê ferzkirin bêdeng nema, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi perwedeya îdeolojîk û leşkerî xwe jinûve afirand, bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Hevrêya me tecrûbeya xwe ya li qada şer bi jiyanê re kir yek û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe bû mîlitaneke hezkirî û cihê hurmetê.  Hevrêya me Delal 23'ê Adara 2024'an li herêma Garê dema ku bi erka xwe radibû şehîd bû."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Delal Zanyar (Çîmen Yildiz), li Amedê jidayîk bûye, 23’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.