Tevî ku cezayê wî qediyaye jî bernadin

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:40

Li girtîgehên ku binpêkirina mafan lê zêde bûye yek jê Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê ye. Li girtîgeha Boluyê berdan 35 girtiyan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta ku “ne poşman in” tên paşxistin. Hat zanîn ku girtiyên ku berdana wan tên paşxistin yên ku 30 sal in di girtîgehê de ne û cezayên xwe qedandine. Yek ji van girtiyên ku berdana wan tê paşxistin Mehmet Denîz Guzel e. Guzel di sala 1992’yan de hat girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Her çend cezayê Guzel qediyaye jî, 33 sal in di girtîgehê de tê girtin û bi hinceta cezayên hucreyê 2 sal û nîve berdana wî tê paşxistin. Mehmet Denîz Guzel piştî ku cezayê wî hucreyê bi dawî bû derxistin pêşberî lijneyê. Lijneyê berdana Guzel bi hincetên keyfî du caran paşxist. Tê payin ku di meha Tebaxê de careke din derkeve pêşberî lijneyê. Mehmet Denîz Guzel sala 1992’yan di navbera Lice û navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Birayê wî Emîn Guzel bi bîr xist ku birayê wî dema hat girtin ewilî ew birin Girtîgeha Çewlîgê û got:“Birayê min tenê ji ber gotina ‘Birêz Abdullah Ocalan’ ceza lê birîn. Bi îdiaya ku kamerayek şikandiye, salek ceza lê birîn. Di Girtîgeha Kandirayê de du cezayên hucreyê, yek sê roj û yek jî yazdeh roj birîn. Ev cezayên hucreyê paşê bi îtirazan hatin rakirin. Niha ti cezayê hucreyê tineye. Di Sibata 2025’an de înfaza wî hate sererastkirin, lê rêveberiya girtîgehê berdana wî 3 mehan paşxist. Piştre, carek din sê meh dirêj kirin. Di lijneyan de pirsên wekî ‘tu poşman bûyî yan na, çiqas pirtûkan dixwînî, avê zêde bikar tîne yan na, bi mela re hevdîtin kiriye yan na’ tên pirsîn. Ev yek bi ti awayî ne hiqûqî ye.”

Ne maf heye ne jî hiqûq

Emîn Guzel got ku li Girtîgeha Boluyê bi dehan girtî bi heman sepanan re rû bi rû ne û diyar kir ku berdana nêzî 35 girtiyan gelek caran tê paşxistin û hin jê 7, 8, an jî 9 caran hatine redkirin û gott:“Di du salên dawî de tenê du kesên di vê rewşê de hatine berdan: Sedat Adsiz û Ramazan Ugural. Ramazan jî piştî taloqkirina sêyemîn bi zorê hat berdan. Di girtîgehan de polîtîkayeke zextan a sîstematîk tê meşandin. Êdî me ne hiqûqê û ne jî mafên mirovan nîqaş dikin. Ji ber ku ne hiqûq heye, ne jî maf heye. Dewleteke ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nake, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a xwe jî bicîh nayine, li pêşberî me ye. Ev sepanên di girtîgehan de ne rasthatî ne, polîtîkayeke bi zanebûn e. Herî zêde dikarin wan 36 salan di hundir de bigirin. Gelek ji wan ji xwe 2-3 sal in zêde di hundir de ne. Hevalên me bi îrade ne. Em dixwazin ku bi taybetî Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di vê pêvajoyê de ku banga Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin de divê girtiyên nexweş, yên înfaza wan hatine şewitandin û yên ku piraniya cezayê xwe qedandine, zûtirîn demê bên berdan. Ev pirsgirêk bi nêzîkatiyeke jidil dikare bê çareserkirin. Gelek tiştên ku bêne gotin hene, lê niha em hin tiştan naxwazin bibêjin. Ji ber ku ji aliyekî gerîla ve çek tên şewitandin, ji aliyê din ve jî bi dewletê re di asta herî bilind de nîqaş tên kirin. Êdî bes bila me mûjil nekin, bila êdî gavan bavêjin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.