Em ê bi yekitiyê bi ser bikevin
Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:20
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi dûşma “Ji bo yekitiyê ber bi aştiyê ve”, “Konferansa Girîngiya Yekitiya Neteweyî” li navçeya Bazîda Agiriyê li dar xist. Bi sedan welatî ji bajarên cuda beşdarî konferansê bûn. Saît Ozdemîrlî yê 77 salî ku ji Bedlîsê beşdarî konferansê bû, diyar kir ku konferans ji bo ravekirina fikrên gel girîng e û got:“Pirsên wek ‘ji bo yekitiya neteweyî gel çi dixwaze, girîngiya yekitiyê ji bo gelê Kurd d içi astê de ye, gelê Kurd aştiyeke bêyî yektitî dixwazin an na’ hatin bersivandin. Bila dengê me bigihîje partiyên siyasî yên Kurd û yên din. Bi salan e Kurd ji mafên xwe yên bingehîn mehrûm hatine hiştin. Dema Kurd dibêjin ‘em jî xwedî maf in’, mafên wan tê înkarkirin. Bila dijmin bizanibe ku em Lozaneke nû naxwazin. Êdî kesên wek Îsmet Înonu nikarin li ser navê Kurdan biaxivin.” Ozdemîrlî, destnîşan kir ku bêyî yekitiya neteweyî wê daxwazên gelê Kurd mîsoger nebe û got:“Divê yekitiya neteweyî berê em di nava xwe de, li Bakurê Kurdistanê ava bikin. Li vir 25 milyon Kurd hene. Divê partî û komelgehên Kurd di nava xwe de yekitiyê çêbikin. Pişt re divê em yektiyê li parçeyên din ên Kurdistanê ava bikin.” Omer Çetîn (40) ê ku ji navçeya Giyadîn a Agirî beşdarî konferansê bû, diyar kir ku her tişt bi yekitiyê ve pêkan ê û got:"Divê Kurd yekitiya xwe pêk bînin ger em nebin yek em ê tune bin. Ger em nebin yek em ê êşên mezin bijîn. Divê hemû Kurd bibin yek.”
Songul Kaya (53) ya ku ji Îzmîrê beşdarî konferansê bû, qala polîtîkayên tundî û asîmîlasyonê kir û got:“Em neviyên Şêx Seîd in. Divê em Kurdbûna xwe winda nekin. Ji bo vê divê yekitiya Kurdan çêbe.”
Xurşît Tekîn ê ku ji Şemzînanê beşdar bûbû, diyar kir ku divê Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û got:“Ger Kurd bibin yek wî wextê dê serbikevin. Ev konferans ji bo yekitiya Kurdan pir girîng e. Ev hêviyên me geş dikin. Ger em bibin yek em ê bi serbikevin.”
Rabîa Algur, diyar kir ku Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Kurd, hêvî daye wan û got:“Ger em yekitiya xwe xurt bikin em ê bi ser bikevin. Ger em bibin yek, wê her kes gav biavêje. Hêvîdar im em ê pêşkevin û serbikevin.”
MA/AGIRÎ