Seferberiya Siwêdayê ya Heyva Sor

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:37

ERKAN GULBAHÇE

Heyva Sor a Kurd ku navenda xwe li Rojava ye, ji bo Siwêdayê, kampanyaya lezgîn a alîkariyê dimeşîne. Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa, destnîşan kir ku ew bi rojane li gel saziyên herêmî danûstandinan dikin û got:’’Ji bo rûmeta mirovahiyê destê xwe dirêj bikin.’’ Li bajarê Siwêdayê ji ber şerê dawî, xelk rûbirûyê krîzeke tenduristî û xwarinê bûye. Bi taybetî ji bo zarokan, temen mezinan û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene, rewş hîn xirabtir dibe. Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa bal kişand ser wê yekê ku nexweşxaneya herî mezin a herêmê hatiye wêrankirin û got:’’Ji ber vê yekê nexweşên kronîk bê derman mane. Yên ku di şer de birîndar bûne, nikarin bêne dermankirin. Ji bo temenmezinan û zarokan xwarin û ava paqij hema bêjin tine ye. Hin nexweş neçarin bi xwarinên taybet bên xwedîkirin. Heyva Sor di çarçoveya agahiyan de paketên xwarin û ard amade kiriye, hewl dide bişîne. Lê ji bo birinê, em li benda destûra derbasbûna bi ewle ne.’’

Xaça Sor jî nikare bigihê

Dilgeş Îsa destnîşan kir ku rêveberiya Şamê heta niha tu garantiyeke ewlekariyê nedaye wan û Xaça Sor a navneteweyî jî nikare xwe bigîhîne herêmê û got:’’Me kampanyaya xwe 24’ê Tîrmehê destpêkir û wê 10 rojan bidome. Amadekariyên me temam in. Dema ku korîdoreke bi ewle hate vekirin, em ê alîkariyan bigîhînin. Herê kêm em ê li herêmê pêdiviyan bikirin. Heta em dikarin pereyan bişînin herêmê û li xelkê belav bikin.’’

Îdîayên heyî nerast in

Dilgeş Îsa destnîşan kir ku li ser hin torên medya civakî, hate ragihandin ku hin xebatkarên Heyva Sor a Kurd dema alîkarî dibirin ji aliyê komên çekdar hatine dîl girtin, ne rastin û got:’’Ev îdîa bi temamî derew in. Weke Heyva Sor heta niha me ti kes neşandiye herêmê. Yên di dîmenan de xebatkarên Heyva Sor a Ereb in an jî yên Xaça Sor in. Heta em dizanin ku yek ji wan Kurd e, lê ti têkîliya xwe bi me re tine ye.’’

Banga ji bo Kurdên li Ewrûpayê

Dilgeş Îsa destnîşan kir ku hemû nûnertî û ofîsên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî kampanyayê bûne, ev bang li gelê Kurd û hemû welatiyên hestiyar ên li Ewrûpayê kir:’’Em dibînin ku mirovên li herêmê bi saetan re di nava pêşbirkê de ne. Amadekirina konvoyan bi rojan dewam dike. Ya rast bi alîkariyan mirov ji cihê wê tiştan bikirin. Ji ber vê yekê em alîkariya pereyan esas digrin. Ji bo rûmeta mirovahiyê destên xwe dirêj bikin.’’

Em li benda alîkariya herkesê ne

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku kampanyaya Heyva Sor a Kurd daye destpêkirin bi tenê madî nîne, di heman demê de banga piştgiriya wîcdanî ye û got:’’Li Siwêdayê trajediyeke mirovî heye. Li hemberî vê trajediyê bêdeng mayîn, ne tenê ne ehlaqî ye, berpirsiyariyeke dîrokî ye. Em li vir bang li gelê xwe yê li Ewrûpayê û li her devereke cîhanê dikin. Hûn jî piştgiriyê bidin hesabên me yên ku me li ser malperên xwe yên medya dijîtal destnîşan kirine. Bi me bawer bikin ku hemû alîkarî wê bigîhên cihên pêwîst. Welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê yekser alîkariyê bidin navendên Heyva Sor a Kurd. Welatiyên li derveyî Sûriyeyê jiyan dikin jî, dikarin li ser hesabên bankayê yên Heyva Sor a Kurdistanê, alîkariya xwe bişînin. Divê ji bo hewaleyê nîşeya ’Siwêdayê’ bê nivîsîn.’’

Agahiyên hesabên alîkariyê wiha ne:

Heyva Sor a Kurdistane e. V.

Bank: Kreissparkasse Köln

IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal: https://www.paypal.com/donate/...

Paypal: heyvasorakurdistan@gmail.com

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.