Bi sedan ciwan tev li seferberiyê bûn

În 30 Çile 2026 - 01:55

Xwendekar û mamoste jî di nav de 300 ciwan, di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga Heyva Sor a Kurd de tev li xebatan bûn.  

Xwendekar û mamosteyan di çarçoveya banga Heyva Sor a Kurd de ku li ciwanan kiribû, xwestiye bi awayekî xwebexş tev li xebatê bibin. Li gorî agahiyên ANHA’yê ji ji Heyva Sor a Kurd wergirtine, gelek ciwanên din jî ku dixwazin erka xwe di nava seferberiyê de pêk bînin, berê xwe didin navenda Heyva Sor. 

Ev 300 ciwan bi hev re ji bo ku alîkariya koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku ji Tebqa û Reqa derbasî bajarên kantona Cizîrê bûne, plana xwe bi endamên Heyva Sor re derdixin û bi wan re xebatê didin meşandin.   

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.