Înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 02:55
Parêzer Veysel Demîrkaya, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Resûl Baltaci û Sînan Tutmaz, ji ber sedema cezayê dîsîplînê infaza wan hatine şewitandin.
Endamê Komeleya Hîqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Veysel Demîrkaya, ragihand ku înfaza Resul Baltaci û Sînan Tutmaz ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tên ragirtin hatine şewitandin. Veysel Demîrkaya, rave kir ku di lêgerînên qawişan de bi hinceta “kelûpelên qedexe” 3 caran cezayê dîsîplînê dane girtiyan û ev rewş ji bo şewata înfaza wan kirine hincet.
Veysel Demîrkaya, diyar kir ku Resul Baltaci “cezayê muebbedê” yê 30 salan girtiye, ev 3 sal in cezayê xwe xilas kiriye û Sînan Tutmaz jî cezayê “endamtiya rêxistinê” ya 12 salan, 6 meh berê xilas kiribû. Veysel Demîrkaya, destnîşan kir ku her dû girtî piştî 3 caran cezayê dîsîplînê werdigirin û şûn de înfaza wan hatine şewitandin û ev tişt got: “Îdare, di lêgerîna qawişan de bi îdiaya kelûpelên qedexe cezayê dîsîplînê dide miwekîlê me. Dema girtiyek 3 an zêdetir cezayê dîsîplîna hicreyê bigirie înfaza wî tê şewitandin. Înfaza Resul Baltaci û Sînan Tutmaz ên ku li Girtîgeha Duzceyê tên ragirtin bi vî awayî hatine şewitandin. Daxwaza muwekîlên me ya ji bo sewqê jî tê redkirin. Mînak Resul Baltaci ji Êlihê ye. Malbata wî li Êlihê dijî. Lê serlêdana wî ya ji bo sewqê tê redkirin. Mafê wî yê têkiliya bi malbatê û jiyana taybet tê binpêkirin.”
Veysel Demîrkaya, destnîşan kir ku cezayê dîsîplînê yê hicreyê li dijî hiqûqê ye, Lijeneya Îdarî û Çavdêriyê bi hinceta cezayê dîsîplînê înfaza girtiyan dişewitîne û ev yek jî ne hiqûqî ye.
MA/STENBOL