Konferansa yekîtiyê pêdiviyek esas e

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:15

ROZA METÎNA / AMED

Endamê Sekreterya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş diyar kir ku konferansên yekîtiyê yên tên lidarxistin hewldaneke stratejîk e û got:"Pirsgirêka Kurd li her aliyên Kurdistan û li navneteweyî di rojevê de ye. Loma jî lidarxistina konferansên yekîtiya Gelê Kurd divê jêneger be. Da ku kurd hevdu bigirin û statuya xwe li dijî êrişkaran bikaribin bidomînin. Konferansa Yekîtiya Neteweyî loma pêdiviyeke esas e."

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi dûşma “Ji bo yekîtiyê ber bi aştiyê ve”, “Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî” li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dar xist. Bi sedan welatî ji bajarên cuda beşdarî konferansê bûn û peyamên girîng di konferansê de hatin dayin. Endamê Sekreterya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş têkildarî konferansê, girîngiya yekîtiya Gelê Kurd nirxandin kir.

Konferansa yekîtiyê pêdiviyek esas e

Endamê Sekreterya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş, diyar kir ku Konferansa Yekîtiya Neteweyî pêdiviyeke esas e û wiha got:"Me wekî Înîsîyatîfa Yekîtiya Demokratîk xwest du konferansan pêk bînîn. Yek girîngiya yekîtiya Kurdan e. Ev jî li ser navê Ehmedê Xanî li Bazîda Agiriyê pêk hat. A din jî konferansa gelan û baweriyên li bakurê Kurdistanê ye. Ew jî ya li Mêrdînê ye. Di sedsala borî şerê cîhanê yê yekemîn de; ji bo Kurd bibin xwedî destkeftî û xwe birêve bibin û welatê xwe azad bikin derfetên girîng derketin holê. Belê mixabin, Kurd bê bîrdozî, rêxistin û yekîtiyeke xurt bûn. Ji vê derfeta dîrokî nekarîn sûdê wergirin. Heta radeyekê jî ji hêla Kemalîstan ve hatine xapandin. Di Lozanê de her tişt winda kirin û Kurdistan bu çar perçe. Ev sed sal in li her çar parçeyê Kurdistanê Gelê Kurd daxwaza statûya xwe dike û di nava berxwedanê de ye. Îro li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn didome. Gelê Kurd di navenda vî şerî de ye. Netew dewletên serdestên Kurdistanê li ber pêla têkçuyîn, guhertin û piralî qeyranan de ne. Gelê Kurd êdî di navnetewî de tê naskirin. Dostên wan çêbûne. Pirsgirêka Kurd li her aliyên Kurdistan û li navneteweyî di rojevê de ye. Loma jî lidarxistina konferansên yekîtiya Gelê Kurd divê jêneger be. Da ku kurd hevdu bigirin û statuya xwe li dijî êrişkaran bikaribin bidomînin. Konferansa Yekîtiya Neteweyî loma pêdiviyeke esas e."

Ji bo yekîtiyê hewldanek stratejîk e

Hasan Ozguneş da zanîn konferansên yekîtiyê ji bo pêşketina pêvajoyê jî girîng in û wiha pê de çû:"Belê mixabin Kurdan hê yekîtiya xwe bi temamî çênekiriye. Gelê Kurd li bendê ye ku yekîtî çêbibe. Xewn û xeyalên sedsalane ku kurd bibin yek. Rojava yekîtiya xwe pêk anî. Bû kêfxweşiyek mezin û sînerjiyek da Kurdan. Bi van konferansan em jî dixwazin li bakur û hemû aliyên Kurdistanê, girîngiya yekîtîyê nîqaş bikin û bingeha wê ava bikin. Da ku derfetên derketî holê ji dest me dernekeve û bibin bersiv ji gelên Kurdistanê re. Heman demê bi yekîtiyê bibin hêz û destê Gelê Kurd û dostên wan xurt bikin û pirsgirêka Kurd li hemû aliyan bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin. Konferansên yekîtiyê ji bo xurtkirina pêvajoyê girîng in. Heman demê ji bo yekîtiyê jî hewldaneke stratejîk e. Ji bo ku civaka demokratik bê avakirin jî pêngavek e. Wekî din jî dixwazin ku hişmendiyekê di nava civakê de ava bikin. Heman demê hindik be jî kelecanekê nava civakê de ava bikin û bandorekê erênî derxînîn holê. Ji bo pêngava aştî û çareseriyê bigihêje encamê bala civakî bidine têkoşîn û rêxistinbûnê."

Kongreya Neteweyî divê

Hasan Ozguneş da zanîn a girîng ew e ku bingeha Kongreya Neteweyî jî bê avakirin û wiha dewam kir:"Di konferansê de ji bo ku yekîtî pêk bê û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin dê nêrîn û pêşniyariyên girîng hatin ziman. Ji bona pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, tevlibûna ji bo konferansên yekîtiyê ya hemû parçe û kurdên li diyasporayê dijîn jî gelekî girîng e. A girîng ew e ku bingeha Kongreya Neteweyî jî bê avakirin. Ji bo her çar parçeyan bi rê û rêbazên demokratîk ji bo çareserî pêk bê, divê nexşerêyek bê danîn. Ji bona destkeftiyên heyî bê parastin hevkariyeke esasî divê bê kirin. Di navneteweyî de dîplomasiyek yek girtî ji bo her çar parçeyan bê meşandin. Gelê kurd ser giyana neteweyî û demokrasiyê bê rêxistinkirin. Civakek exlaqî û polîtîk bi giyana 'Jin jiyan azadî' bê raçandin. Di têkoşîn û berxwedanê de bi giyana serkeftinê û li dijî hemû astengî û talûkeyan bingehek xurt divê, bê avakirin. Bê rawestan xwegihandina gel û  hişyarkirina gel, xwegihandina saziyên demokratîk, hunermend, ronakbîr, bawerî, kedkar, karkeran û gelan esas bê girtin. Zimanekî çêker lazim e û divê medya jî baş bê xebitandin."

Divê em bi hêza xwe bawer bin

Hasan Ozguneş herî dawî da zanîn ji bo serkeftinê divê ew bi hêza xwe bawer bin û wiha got:"Tê zanîn ku hêza azadîxwaz ji çil salî zêdetir e di nava şerekî de bû. Birêz Ocalan bi partiya xwe re şêwirî û dawî li şerê çekdarî anî. Biryara têkoşîna demokratîk dan. Bê guman Gelê Kurd ji salên 1990'i û vir ve têkoşîna demokratik jî didin. Belê têkoşîna demokratîk her tim di bin bandora şer de ma û bi gelek zext û zordariyên dewletê rû bi rû ma. Asta dihat xwestin rist û rola xwe nekarî bileyîze. Gelek alî kêm man. Belê dema bandora şer rabe rêxistinkirina civakê, xweîfadekirin û têkoşîna demokratîk dê hesantir be. Dibe ku aliyên hukumetê dengê gel çêtir bibîhîze. Bi têkoşîna demokratik û rêxistinkirinê hêza gel jî dê bikare derkeve holê. Ez vê pêngavê wekî ronesansa Ewropa dibînim. Eger hêzên demokratîk bikaribin heqê wê bidinê di serî de li Bakur û Tirkiyeyê dê bibe bingeha ronesansa Rojhilata Navîn. Roj roja xebat û berxwedanê ye. Em divê bi xwe û hêza xwe bawer bin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.