Berdana 35 girtiyan tê astengkirin

Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:25

Li girtîgehan li dijî girtiyan binpêkirinan mafan didome. Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ku bi binpêkirina mafan ve her tim di rojevê de cih digire. Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya 35 girtiyan bi îdiaya “nebaşhaliyê” astengkir. Hate diyarkirin ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Nedîm Yilmaz 8, a Denîz Ozturk, Halîl Dag, Şahab Elbasan û Abdullah Çelîk 7 caran taloq kiriye. Ji van 35 girtiyan jê 34 kes girtiyên 30 salan zêdetir e girtî ne. Endama Komelaya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Berîvan Barîn, astengiyên tehliyeyê û binpêkirina mafan a Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, nirxand. Berîvan Barîn, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hiqûq hatiye rawestin û got:“Rewşa muwekîlên me yên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tenê girêdayî saziya cezayê ve girêdayî nîne û nîşaneya têkçûna dewleta hiqûqî ye. Bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve tehliyeya 35 girtiyan bi awayeke sîstematîk tê astengkirin. Bêyî girtiyekî, 34 girtiyên mayî ev 30 sal in di girtîgehê de ne.” Berîvan Barîn, têkildarî astengiyên tehliyeyan wiha axivî:“Erka lijneyê ya sereke ew e ku rewşa girtî binirxîne û pêvajoya tehliyeya wan a bişert rêve bibe. Lê belê li Girtîgeha Boluyê ev mekanizma bi awayeke keyfî û îdeolojîk mafê tehliyeyê xesp dike. Tu bingeheke hiqûqî ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê nîne. Di qanûnê de pêwistiyeke wiha tune. Tehliyeya bişert bi poşmaniyê ve girêdane.” Berîvan Barînê destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê gelek maf tên binpekirin û got:“Girtiyên nexweş dereng derdixin revîran, mafên tedawiyê tê astengkirin. Tedawiya bi kelepçe an bi cendirme tê ferzkirin û mehremiyeta nexweş tê binpêkirin. Mafê ragihandina bi zimanê dayikê tê astengkirin. Mînak nameyên Kurdî bi hinceta ‘nayê famkirin’ nayên şandin. Ji girtiyan heqê wergêr dixwazin. Mafê nameşandinê, nexasim name dema ji parlamenter an ji parêzeran bê şandin, tê sansurkirin. Girtîgeha Bolu, bi giranî girtiyên muebbed û girtiyên siyasî lê tên ragirtin. Ji ber vê ferzkikirên îdeolojîk li vir bêtir tund in. Hiqûq li vir nîne. Tevî xilasbûna cezayê, nayên berdan.”

Kesên ku nayên berdan ev in: 

Navên girtiyên ku tehliyeya wan hatiye astengkirin û hejmara astengiyê wiha ye: Nedîm Yilmaz 8 car, Abdulhamît Ahraz 7 car, Abdullah Çelîk 7 car, Ahmet Abdî Îbrahîm 4 car, Ahmet Mustafa 4 car, Alî Murat Çelîk 5 car, Ataş Gobe 4 car, Aydin Adiyaman 3 car, Aydin Yuce 2 car, Bulent Guneş 4 car, Denîz Ozturk 7 car, Ferîdun Kurt 1 car, Haci Ekîncî 4 car, Halîl Dag 7 car, Hasan Încî 3 car, Keyfo Başak 6 car, Şîrîn Bozçalî 6 car, Maruf Turkmen 2 car, Muzaffer Akiş 4 car, Nurettîn Ataman 6 car, Metîn Dalan 1 car, Omer Okul 2 car, Ozgur Sîncer 2 car, Ramazan Vural 3 car, Sabît Kaya 4 car, Salîh Korkut 5 car, Serhat Ozturk 3 car, Sînan Turkmen 5 car, Suat Gokalp 5 car, Şahab Elbasan 7 car, Tuncay Dogan 2 caran.”

MA/BOLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.