Pêvajo wan eleqedar nake!
Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:30
Li Girtîgeha bi Hejmara 2’emîn a Xarpêtê ku hem bi astengkirina berdana girtiyan hem jî bi bûyerên êşkenceyê di rojevê de ye, girtî li hemberî kiryarên xerab 9 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Parlamenterê Amedê yê Partiya DEM Partî Serhat Eren li hemberî kiryarên xerab çû girtîgeha Xarpêtê, girtî dît û anî ziman ku midûrên girtîgehê binpêkirinan dewam dikin. Eren diyar kir ku rayedarên girtîgehê gotin:“Li derve çi diqewime ew me eleqedar nake, em bala xwe didin girtiyan” û anî ziman ku di pêvajoya heyî de ji berpirsyariyê direvin. Serhat Eren di 17’ê tîrmehê de serdana Girtîgeha Xarpêtê kir û hevdîtin bi girtiyan re kir. Eren anî ziman ku di hevdîtinê de gelek binpêkirinên mafên mirovan jê re hatine ragihandin û ragihand ku herî dawî di serdegirtina qawîşê de êşkenceya fîzîkî li girtiyê bi navê Lokman Aslan hate kirin, ew ji qawîşê birin û rojekê li korîdorê sekinandin. Eren diyar kir ku gardiyanên ketin qawîşa girtiyan li wan dan û got:“Lokman Aslan jî ji ber ku nerazîbûn nîşanî vê yekê da, ew bi tenê derxistin derve û li korîdorê rojekê hate sekinandin, êşkence lê hate kirin. Li girtîgehê pêkanîneke hiqûqî û mirovî nîne.”
Girtiyan bernadin
Serhat Eren bal kişand ser astengkirina berdana girtiyan û anî ziman ku bi taybetî pirsên têkildarî PKK’ê ji girtiyan têne pirsîn û deste li derveyî pêvajoya hatiye destpêkirin biryaran werdigire û got:“Desteyên Îdare û Çavdêriyê di dema nirxandina kesên ku 30 salên girtîmayinê temam kirine pirsên bi vî rengî li wan dike, ‘Hûn têkildarî PKK’ê çi difikirin? Hûn PKK’ê diparêzin? Hûn endam in? Ji bo hincetê ji dirêjkirina dema înfazê biafirînin pirsên bi vî rengî li wan dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gengaz girtî dixwazin hevdîtinê bi rêveberiyê re bikin; lê belê hevdîtin bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dibêjin ‘Eger pirsgirêkên we yên şexsî hebin ji me re binivîsînin û daxwaz bikin. Naxwe em bi we re hevdîtinê nakin’. Tê gotin, dozgerê girtîgehê û midûrê heyî gotine, ‘Dibe ku li derve pêvajoyeke hebe, pêvajoya aştiyê hebe. Ev yek me eleqedar nake. Pêvajo ne xema me ye. Em li hundir dinihêrin’. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê midûrên girtîgehê û Wezareta Edaletê. Divê rêveberiyên girtîgehê yên li ber pêvajoyê radibin bêne guhertin. Ji binpêkirinên mafên mirovan ên ji niha û pê ve, ji hemû êşkence, kiryarên xerab, giranbûna nexweşiyan a ji ber nedermankirinê û ji rewşa her girtiyekî wê Wezareta Edaletê berpirsyar be.” Serhat Eren herî dawî bang li Wezareta Edaletê kir ku van pirsgirêkan tavilê çareser bike.
ANF/AMED