Çima civîn hate paşxistin?
Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:25
Civîna ku tê plankirin di 24'ê Tîrmehê de li Fransayê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de were lidarxistin hate paşxistin. Piştî vê yekê di 25'ê Tîrmehê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî hatin cem hev. Nûçegihanê ANHA'yê Ekrem Berekat ku danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji nêz ve dişopîne diyar kir ku ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam hikumeta demkî ragihand ku ew 'ji danûstandinan re ne amade ne' hevdîtin hate paşxistin. Berekat diyar kir ku ev rewş bi hevsengiyên guherînê yên li Sûriyeyê û polîtîkayên Îsraîl û DYE'yê re vegot û got:“Rejîm dixwaze Kurd di nava hikumeta nû de bihele. Lê belê peymanek ne tiştekî bi vî rengî ye. Di forma xwe ya heyî de nayê qebûlkirin. Daxwazên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê bîrdozî û felsefeyê de zelal in. Lê Şam ji vê re ne amade ye. Ev biryara ku tê wateya biryara danûstandinan û lihevkirinekê, ne di destê Şamê de ye. Ji tiştên li Suweydayê qewimîn diyar e. Rayedarên DYE, Îsraîl û Şamê li Fransayê rûniştin û li ser van mijaran nîqaş kirin. Di hin aliyan de zext li hikûmeta Şamê kirin ku ji Suweydayê vekişe. Ya duyemîn jî ji Suweydayê xwestin ku weke avadaniyeke xweser bê qebûlkirin. Qaşo ew ê roja pêncşemê bi nûnerên QSD û Rêveberiya Xweser û nûnerê Şamê re bicive. Lê belê hikûmeta Şamê got, 'Em ne amade ne'. Ev yek nîşan dide ku ev mijar ne xema wan e.”
Peymana 10’ê Adarê bicîh neanîn
Berekat hevdîtina yekemîn a di navbera lîderê HTŞ'ê Ahmet El Şara û Fermandarê QSD'ê Mazlûm Abdî bibîr xist û destnîşan kir ku piştî van hevdîtinan komkujiyên komî yên li hemberî Elewiyan qismî kêm bûne û got:"Piraniya provokasyonên rê li ber komkujiyan vekir, bi rêya çapemeniyê hatin kirin. Bi Peymana 10'ê Adarê re ev komkujî hinekî hatin sekinandin. Li ser hin mijaran nîqaş kirin, lê belê di pêvajoya piştî vê de hema bêjin ti ji xalên peymanê bi cih neanîn. Hin hevdîtinên din jî hebûn, lê rejîm heman zîhniyetê diparêze. Tevî ku diviyabû li Fransayê hevdîtin bihata kirin jî em hîn bûn ku heman nêzîkatî li wir jî tê nîşandan.
Êriş bikin wê dawiya wan be
Berekat da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de bi rêya çapemeniyê hedef hatiye girtin û got:"Bi taybetî propaganda bêbandorkirina rêveberiya xweser hat kirin; lê belê Rêveberiya Xweser di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal e. Rêveberiya Xweser di parastina mafên xwe yên heyî de bi israr e; lê belê xuya ye ku şerekî dixwazin. Eger HTŞ di vê zîhniyetê de israr bike û biryara têkoşîna li dijî Rêveberiya Xweser bide, ev yek wê bibe dawiya wan." Berekat anî ziman ku zîhniyeta HTŞ avaniya kozmopolît a Sûriyê qebûl nake û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de Rêveberiya Xweser û paradîgmaya wê derketine pêş. Berekat destnîşan kir ku gelên di bin êrîşan de Rêveberiya Xweser û QSD'ê li herêmê bi nav dikin û got:"Gel rêveberiya Xweser û hêzên wê ne tenê wekî hêza parastinê bi nav dike, ji ber ku ew jî dixwaze felsefeya wê pêk bîne. Di warê parastina gelan de rol û mîsyon girt ser xwe. Eger îro anketek bihata kirin, wê ji sedî 60-70 ê gelê Sûriyeyê bixwesta Rêveberiya Xweser wan bi rêve bibe."
MA/RIHA