Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hat kirin

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:10

 Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ragihand ku gardiyanan êriş û tundî lê kirine. Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, di 14’ê Tîrmehê di hevdîtina bi parêzerên xwe re ragihand ku ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Salih ê ku ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê ye diyar kir ku di dema lêgerînê de tundî lê hatiye kirin û got: “Bi ço ve li lingên min dan û milê badan. Min bi saetan tenê xistin qawişêk.” 

Binpêkirina mafan didomin

Salih, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirin didomin û lêgerînên li qawişan zêde bûne, bi şev digrin ser qawişan û kelûpelên me tên belavkirin. Salih, rave kir ku daxwaza girtiyan bi îdareya girtîgehê jî tê redkirin.

Mehmet Mîraç Dînç ê ku bi Salih re heman girtîgehê tê ragirtin, di xeberdana ser têlefonê ya bi malbata xwe re tundî piştrast kir. Dînç, daxwaza bidawîkirina binpêkirinan kir. Hate zanîn ku dê parêzerên li dijî tundiyê serêlêdana sûc bikin.

MA / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.