Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:35

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştî wê di rojevê de ne. Ji Dêra Navneteweyî ya Wanê rahîb Yeşu Kavak piştgiriya xwe ya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' anî ziman û ji DEM Partî xwest ku di çarçoveya pêvajoyê de li wan guhdarî bikin. Kavak her wiha destnîşan kir ku fikra Rêber APO ya civaka demokratîk vê rewşê pêwîst dike. Kavak bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û got:“Kes li bendê nebû lê daxuyaniya birêz Devlet Bahçelî bû destpêka pêvajoyeke nû. Herêm di çembereke agir de ye; li Îran, Sûriye û Iraqê pirsgirêkên cidî hene. Ji ber vê yekê Bahçelî sibehekê tenê hişyar nebû û ev tişt got. Hem DEM Partî hem jî gotina Birêz Abdullah Ocalan a 'Ever' li gorî min xala herî girîng bû. Eger Birêz Ocalan bigota, 'ez qebûl nakim, em ji te bawer nakin' ev pêvajo nediqewimî. Di vir de mijara herî girîng gotina Ocalan a, 'Ez ji vê pêvajoyê berpirsyar im' bû. Çawa ku Devlet Bahçelî destê xwe danî binê kevir, Birêz Ocalan jî bi xistina destê xwe ya li binê kevir re berpirsyariyeke dîrokî girt ser milê xwe. Her du aliyan jî ev rewş nas kirin.”    

Ocalan biaxiviya pêvajo xera nedibû 

Kavak da zanîn ku di rastiyê de Rêber APO li şûna dewletê navnîşana ku gel bi hev re bi rengekî demokratîk bijîn nîşan da û got:“Ji ber ku eger civak li hev neyê, ti wateya tiştên hatine kirin nîne. Mesajek hate dayin ku civak demokratîk bibe, bibe yek û veguhere. Divê ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke ji aliyê partiyên siyasî ve tê meşandin be; dixwaze her du beşên civakê tevlî hev bike. Ji bo civakeke demokratîk, azadîparêz û wekhev divê têkoşîn bê dayîn. Ez peyamên Birêz Ocalan dixwînim. Divê mirov bipirse bê ka pêvajoya di navbera 2013-2015'an de çima têk çûye. Her kesî hevdu sûcdar kir. Lê divê were gotin ku di wê serdemê de çarçoweya Rojhilata Navîn û Tirkiyê ne mîna ya îro bû. Hikûmetê wê demê qala aştiyê dikir, lê ti hewldan nebû. Ya herî girîng ew e ku mûxatabê bingehîn Birêz Ocalan ewçend çalak nebû; Eger aktîf bûya, ez bawerim wê demê pêvajo nehatibûya sekinandin.’’

PKK’ê biryara xwe nîşan da 

Kavak anî ziman ku wî merasîma îmhakirina çekan temaşe kiriye û gelekî bandor lê kiriye wiha got:"PKK'ê bi vê merasîmê re bi rastî jî nîşanî her kesî da ku ew ji aştiyê re amade ye. Biryara qedandina têkoşîna çekdarî bi civandina kongreya PKK'ê û gotina 'Me bihîst, me fêhm kir û em bi cih tînin' dîrokî bû. Ev pêvajo di rastiyê de nîşan dide ku PKK di vê mijarê de çiqasî bi biryar e. PKK bi zelalî peyamê dide ku eger biryarekê bide wê bi cih bîne. Bêguman hebûna wezîfedarên dewletê yên li wir jî gelekî girîng bû. Di dîrokê de rasthatina li rewşeke bi vî rengî gelekî zehmet e. KCK, PKK û Ocalan gelek baş îfade kirin ku di vê mijarê de bi biryar in û têkoşîna 52 salan derxistine asteke din. Cihê ku çek lê hatine îmhakirin ji bo tevgera Kurd jî xwedî wateyekê ye. Li wir mesajek hat dayîn: 'Me bi agir dest pê kir, em bi agir diqedînin'. Ev merasîm gelek tişt ji me re vedibêje û em dizanin ku ev pêvajo wê zêde zehmet nebe.”

Divê DEM Partî li me guhdar bike 

Kavak destnîşan kir ku divê komîsyona li parlamentê hatiye avakirin û alî li ser bingeha 'em dikarin kîjan qezencê bi dest bixin' nekeve nava nîqaşê û got:"Pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl, komên hindikayiyan û hemû beşên civakê yên li welêt pêşniyarên xwe li wir pêşkêş bikin. Divê komîteyeke jêrîn bê avakirin û hemû rengên welêt li vir xwedî gotin bin. Em ê tecrubeyên xwe bi DEM Partiyê re jî parve bikin. Lazim e  DEM Partî li me guhdarî bike. Pêwîste di vê pêvajoyê de dêran jî bihewînin. Em li van xakan kêmnetewe ne. Partiyeke ku bi salan e ji bo vê têdikoşe, lazim e li me guhdarî bike. Divê em jî di nava destûreke nû de cih bigirin û çareseriyên daxwazên me hebin. Aştiya civakî ancax bi vî rengî dikare pêk were. Birêz Ocalan peyama 'Aştî û Civaka Demokratîk' da lê min hûrgilî dagirtin. Birêz Ocalan di rastiyê de demokrasî û jiyana bi hev re rave kir. Civaka demokratîk tê wateya gelên bi hev re dijîn. Divê rolên parlamento û civakê ji hev cuda bin. Pêwîste komên di nava komîsyonê de cih girtin derkevin nava civakê û wan îqna bikin. Em civakeke pir bêsebir in û em dixwazin demildest tiştin werin çareserkirin. Bi vî rengî naxebite, ji ber ku divê birînên li nava civakê bên pêçandin.’’

Hêviya min pir mezin e 

Kavak der barê pêvajoyê de bendewariyên xwe anî ziman û got:"Hêviya min mezin e û ji bo ev pêvajo bi ser bikeve em dua dikin. Divê em li hemberî kesên dixwazin pêvajoyê ji her du aliyan ve provoke bikin hişyar bin. Ji bo tevkariyê li pêvajoyê bikin, em dixwazin her tiştî bikin. Di nava aştiyê de têkçûn nîne. Divê hem gelê Kurd hem jî Tirk qet nefikirin, 'Bi pêkanîna aştiyê re me çi bi dest xistine?' Eger bi vî rengî bifikirin, wê aştî pêk neyê. Em ji aştî, wekhevî, edalet, hezkirin, tolerans û biratiyê re amade ne. Heta ku aştî were van xakan, ji bo vê pêvajoyê em ê canê xwe bidin."

MA/ADNAN BÎLEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.