Tenê bi pratîkê asîmîlasyon tê şikestin

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:04

Serokê Komeleya Çand û Zimanê Kurdî Samî Tan qedexeyên li ser Kurdî bi mêjiyê yekperest ve girêda, diyar kir ev hişmendî ji hêla netew-dewletê ya Tirk ve hatiye avakirin û di vî hişî de cih ji cihêrengiyê re nîne û hewl dide ku civakeke yekreng bibîne. Tan her wiha got divê ev hişmendî were hêrifandin û ev jî bi têkoşînê pêkan e.

Têkilî ziman hê jî plansaziyek nîne

Tan bi berewamî bal bire ser berxwedêriya Kurdan, giringiya vê destnîşan kir û got di mijara zimên de hewceyî bi plansaziyekê û heye û xne li partiyên Kurd anî bi sedema ku hê jî ne xwedî plansaziyekê ne. Tan got,’’, "Di nava partiyên Kurdan de hîn jî li ser zimanê Kurdî plansazî û polîtîkayeke cidî nîne. Hêdî hêdî dînamîkên cuda der bibin jî li ser vê mijarê îradeyeke cidî nîne.’’

Nifşê ciwan kêm bi Kurdî diaxive

Têkilî asta asîmîlasyonê Tan ev agahî ji ANF’ê bi rojnamevan Zeynep Kuray re par ve kir: ‘’Li gorî lêkolînan axaftina bi Kurdî li nava nifşê ciwan û zarokan kêm e. Berê di asta ji sedî 80-90 de bi Kurdî dihate axaftin, lê belê hem qadên ku axaftin lê tê kirin, hem jî rêjeya wê kêm dibe. Di çapemeniyê de li gorî berê ji aliyê ziman ve pêşketinek heye lê belê em dibînin ku li nava jiyanê rêjeya bikaranînê kêm e. Eger ji aliyê zarokan ve ew ziman nayê axaftin, hingî paşeroja wî zimanî nîne. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin li ser ziman divê plansaziyeke me ya cidî hebe. Mînak weke Zarok TV divê 10 qenalên me yên televîzyonê hebin."

Rola malbatê girîng e

Tan bi berdewamî di têkoşîna dijî asîmîlasyonê de rola malbatan destnîşan kir û got malbat beriya her tiştî divê zarokên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bikin. Tan anî ziman ku xwedîderketina li ziman bi afirandina paşerojê ji bo ziman dibe û ragihand ku ev yek jî tenê bi nifşên nû dibe. Tan got, "Li dijî mejiyê yekperest divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin. Li dijî vê yekperestiyê divê mejiyekî demokratîk bê afirandin. Divê neyê jibîrkirin, ziman piştî ku li nava nifşan belav bû hingî polîtîkayên asîmîlasyonê dikarin ji holê bêne rakirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê tenê di pratîkê de dikarin bêne têkbirin.’’

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.