- Tevgera jinên Kurd bi şiyara "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civakê ye" pêngavekê dimeşîne. Jin bi pêngav û kampayayan dixwazin li dijî faşîzm û şideta mêr têkoşînê hevpar bikin.
Jinan li dijî her şêweyê şidet, destdirêjî û êrişan zend û bend badane. Her sal bi boneya 25'ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî şidetê, jin pergala 5 hezar salan a mêrê serwer, dixin bin lêpirsînê û têkoşînê geş dikin.
Têkoşîna jinan a îsal di bin siya şewba vîrûsa korona ku herî zêde jiyana wan bandor dike de tê meşandin. Tevî astengî û qedexeyan jî jin bê navber li qadan daxwaza mefên xwe kirin û dikin.
Ev têkoşîn ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê tê dayin. Ji ber ku li dijî jinan şerekî ku nav lê nehatî kirin, bi rê ve diçe. Ji lewma jî ji destpêka vê salê ve li hemû parzemînên cîhanê têkoşîneke pirr alî li hemberî zêhniyeta mêr dewletê hat meşandin û hîna jî dewam dike. Li gelek deveran jinan bi têkoşînê mafên xwe bi dest xistin û bi pergalê gav paş ve dan avêtin.
Jinên Arjantînî bi salan e li dijî qanûna qedexekirina kurtajê, ji bo wekheviya li kar, heqê wekhev li meydanan in, û çalakiyên xwe dewam kirin.
Şîlî welatê ku li dijî kuştina jinan û zayendperestiyê bi “Sirûda femînîstan" Las Tesis tê nasîn jî heman zext li hemberî jinan tê kirin. Kolanên welat demeke dirêj bi çalakiyên jinan, hejiyan. Lê jinan bi serhildanên xwe gelek guhertin dan çêkirin.
Yek ji welatê ku qedexeya Kurtajê hê jî lê dewam dike jî welatê El Salvador e. Li vî welatî mafê kurtajê ji sala 1998'an ve bi sedemên olî hatiye qedexekirin. Li El Salvadorê jinên ku tehlûke heye bimirin jî nikarin kurtajê bikin.
Li Meksikayê jî têkoşîna jinan di nava salê de li dijî "Qanûna Olimpia" ya li Senatoya Meksikayê ket rojevê. Bi vê qanûnê şideta zayendî ya dijîtal wekî sûc nedihat dîtin. Dema qanûn dihat nîqaşkirin jinên femînîst dest bi çalakiyan kirin. Di encama têkoşînê de Senatoyê biryar da ku kesên li ser platformên înternetê parvekirinên tacîz û tecawizê bikin, wê bên cezakirin.
Li Lehistanê jî vê dawiyê, jinan li dijî qedexeya kurtajê bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî çalakî tên li darxistin. Têkoşîna jinan li vir jî encam girt.
Li Elmanyayê jî wekî tê xuyakirin rewş ne baş e. Serê 2 rojan jinek ji aliyê hevalê xwe ve yan jî kesên nêzî xwe ve tê kuştin. Lê mixabin li hemberî vê rewşê mirov nikarê bahsa têkoşîneke radîkal bike.
Di nava salê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî kuştin, revandin, destdirêjî û xwekuştinên jinan bûn mijarên sereke yên rojevê. Lê jinan jî yek kêliyê jî serî li ber wan êrişan netewand û wan çalakiyên xwe nesekinandin. Peymana Stenbolê ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve bi armanca têkoşîna li dijî şideta beramberî jinan hatiye îmzekirin, desthilatê xwest ji vê peymanê vekişe. Rêxistinên jinan û femînîstên serbixwe kampanya “Peymana Stenbolê dide jiyîn” da destpêkirin.
Demeke dirêj ev helwêsta desthilatê bû mijara yekem a têkoşîna jinan û heta radeyekê encam girtin. Li gel vê, gelek aktivîstên jin hatin girtin û deriyê saziyên wan hatin morkirin. Lê tevî zext û êrişan hemûyan jî jinan bi rêbazên cûda yên têkoşînê rêya xwe domand û li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşiyan.
Niha jî bi wesileya 25'ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê, bê navber li hemberî her cûreyê êrişan li meydanan e. Tevgera jinên Kurd bi şiyara "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civakê ye" pêngavekê dimeşîne. Jin bi pêngav û kampayayan dixwazin li dijî faşîzm û şideta mêr têkoşînê hevpar bikin.
parvê bike
Nivîsên Aysel AVESTA
Roja xweş ji sibê ve diyar e
23 nîsanê
Xemla biharê Adar
27 adarê
Laşê min ê min e!
13 adarê
Piştevanî hêzê dide
20 sibatê
Karasat herî mezin AKP-MHP'ê çêdikin
13 sibatê
Rêber Apo bû dengê azadiyê
6 sibatê
Têkoşîna jinan gerdûnî dibe
30 Çileyê