Têkoşîna Kombûna Jinan a Zenûbiya

În 22 Mijdar 2024 - 02:45

Jinên ji Dêrazorê, Reqa, Minbic û Tebqayê yên ji dagirkeriya DAIŞ'ê hatin xelaskirin, li hemberî her cure tundî û pirsgirêkên civakî di nava Kombûna Jinan a Zenûbiya de berxwedana xwe mezin dikin. 

Li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bûne, bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Suryan û Ermen ji pirsgirêkên civakî re çareserî tên peydakirin.

Piştî rizgarkirina Minbicê (2016), Tebqayê (2017), Reqayê (2018) û Dêrazorê (2019), bi serkêşiya Kongra Star yekemîn meclisên jinan û malên jinan hatin avakirin û jin hatin birêxistinkirin. Paşê, bi berfirehbûna herêmên rizgarkirî re, rêxistineke sîwanî pêwîst bû.

Li gorî vê yekê di 1’ê Hezîrana 2021’an de kongreyeke li kantona Reqayê bi beşdarbûna 150 jinan hate lidarxistin û Kombûna Jinan a Zenûbiya hate îlankirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya navê xwe ji Zenûbiyayê ya şahbanûya şervan a Împaratoriya Palmîrayê digire. Ew împaratorî di pirtûkên dîrokê de wek "sembola dilsoziya jinan ya bi xak û mirovan re" tê binavkirin û li bajarê Palmîra ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dida tune bikin, hatibû avakirin.

Li navendên wê yên li Minbic, Tebqa, Dêrazor û Reqayê jinên Ereb, Kurd, Çerkes, Tirkmen û hemû pêkhateyên din, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên wekî şîdet, zewicandina zarokan, pirhevserî, kuştin, berdan, mîras û welayetê xebatan dimeşînin. Ji bo guhertina zîhniyeta baviksalar jî têkoşîneke birêxistinbûyî dimeşînin.

Endama meclisa kombûnê Jiyan Dêrik, xebatên kombûnê nirxand.

Jin dibin hedef 

Jiyan Dêrik diyar kir ku Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser bingeha pêwîstiyên jinan ava bûye û got: "Li ku derê jin û zarokek hebe, Zenûbiya jî li wê derê ye. Her sal pirsgirêkên ji me re tên, zêdetir dibin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku di hemû êrişan de jin dibin hedef.”

Em piştgiriyê didin jinan 

Jiyan Dêrik wiha behsa xebatên kombûnê kir: “Em hewl didin pirsgirêkên ku di civaka me de ji me re tên ragihandin, çareser bikin. Kombûna me ji bo her kesî hêviyekê çêdike. Em bi hevkariya dadgeriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dixebitin. Dema tundî li jinekê hate kirin, em ewilî dibin nexweşxaneyê û rapora lêdanê werdigire. Piştre jî bûyer ji dozgeriyê re tê ragihandin û pêvajoya dadgehê dest pê dike. Nûnereke kombûnê dozê ji nêz ve dişopîne. Em ji hêla madî û manewî ve piştgiriyê didin jinan.”

Jin azadiyê heq dikin

Jiyan Dêrik diyar kir ku armanca Kombûna Jinan a Zenûbiya xwegihandina hemû jinan e û destnîşan kir ku ew ê li dijî her cure şîdetê têbikoşin û wiha lê zêde kir: " Jin azadiyê heq dikin, ji bo vê jî li her qadê berdêl dan. Jinên ku li dijî DAIŞ'ê şer kir, Zenûbiya ava kir. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em ê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têkoşîna xwe geştir bikin û em ê li her qadekê jî hebin.”

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.