“Taxa Jibîrkirî” li Qamişlo bû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 22:06

  • Koma Mihemed Şêxo ya şanoyê bi alîkariya Komîna Şanoyê, şanoya bi navê “Taxa Jibîrkirî” li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo nîşan da.

Koma Mihemed Şêxo ya şanoyê bi alîkariya Komîna Şanoyê, şanoya bi navê “Taxa Jibîrkirî” li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo nîşan da.

Kawa Fetah û Ednan Mistefa şano nivîsandine û derhênertiya wê kirine. Tê de 16 şanoger dilîzin. Di nava wan de zarok jî hene. 

Şano bi şêwazê komediyê hate nîşandan. Lîstik li ser girîngiya hevgirtin û yekitiyê û li ser wê yekê ye, ka di şer û kirîzan de çawa mirov xwe bispêre xwe û serî netewîne.

Derhênerê şanoyê Kawa Fetah got, wan bi rêya wê şanoyê hewl da ku balê bibin ser reftarî û tevgerên nerênî yên wek dizî, bêkarî û nerastiyê, her wiha rola nerênî ya pergalên gendelî jî. Dii şanoyê de muxtar temsîla gendeliyê dike.

Fetah her wiha got, şano girîngiya rola mamoste û perwerdehiyê di têkbirina nerastî û paşverûtiyê de, nîşan dide.

Lîstikvan Dilcan Oso jî got, amadekariya şanoyê 2 mehan dewam kiriye û peyama wan a sereke ji wê şanoyê ew e ku mirov xwe bispêre xwe, yekitî û hevgirtinê di nav civakê de ava bibe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.